NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mahabadê bi jineke ku cara yekemîn e tevlî çalakiyan bûye û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kiriye re hevdîtin dikim. Jina ku dibêje "min bi wê dirûşmê tirs danî aliyekî" behsa roja kuştina Kubra Şêxa Seqa dike û dibêje, "ew jineke şoreşger bû."
Li Mahabadê di rojeva herkesî de daxwaz û çalakiyên ku du meh li pey xwe hiştin hene. Piştî bi xwendekarên zanîngehan, ciwan û esnafan re hevdîtinan dikim, dixwazim li çend jinên ji destpêkê ve di nava van çalakiyan de ne û jinên xwendekarên lîseyê jî guhdar bikim. Dixwazim şîroveyên derbarê çalakiyên bi kuştina jina kurd Jîna Emînî dest pê kirin û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berbelav bûn ji wan bibîhizim û guh bidime îtiraz û daxwazên wan.
'EZ DIRÛŞMA KU JI KEÇA XWE HÎN BÛM BÊ TIRS BERZ DIKIM'
Li Mahabadê bi du jinên ku di çalakiyên destpêkê de dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" berz kirine re diaxifim. Jina bi navê F. destnîşan dike ku ew cara yekemîn e tevlî çalakiyekê bûye û wiha behsa wê rojê dike: "Li Mahabadê Çarrêya Azadî cihekî herî qerebalix e. Min dît li wir çend xort kom bûne û dirûşma 'Kurd û Kurdistan Goristana Faşîstan' berz dikin. Ez û keça xwe bi hev re bûn û bi hêdîka ez nêzî wan xortan bûm. Min li derdora xwe nihêrt û bi dengekî nizm dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' berz kir. Min dema dubare kir sê mirovên li derdorê xwepêşandan temaşe dikirin bi min keniyan. Ev car min dengê xwe hinek din bilind kir. Bi her dubare û sêbarekirina dirûşmê re wêrekiya min zêdetir bû û êdî ez diqîriyam. Min carekê nihêrt hem hejmara xortan hem jî hejmara jinan pê re pêre zêde dibe. Ew tirsa ku destpêkê min êsîr girtibû çû, wêrekiyek hat xwe li ser min danî. Ciwanan bê navber digotin 'Kurd û Kurdistan Goristana Faşîstan' me jinan jî kefiyên serê xwe dadixist û digot 'Jin Jiyan Azadî'."
'MIN XWEST LI ŞÎARA KEÇA MIN LI PEY ÇÛYE XWEDÎ DERBIKEVIM'
Pirsa "cara yekemîn ew dirûşm ji kuderê bihîstiye" jê dikim û F. behsa nameyeke keça xwe ku hema hema di temenê Jîna Emînî de bû ye dike û wiha dibêje: "Keça min li Tehranê li Zanîngeha El Zehra li Fakulteya Hunerê xwendekar bû. 3 sal berê li pey xwe nameyek hişt û tevlî gerîla bû. Di dawiya wê nameya ji min re hiştibû de dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' nivîsi bû. Di nava vî 3 salî de ew dirûşm ji bo min tu maneyek îfade nedikir. Lê dema li ser gora Jîna Emînî min bihîst dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bilind bû û li her cihî belav bû, nameya keça min hate bîra min. Min ew roj baş fêm kir bê armanca keça min çi bû ye û çima tevlî gerîla bûye. Dema ku min li Mahabadê ew çalakî dît jî, fersendek ketibû destê min û min xwest bi wê fersendê li keça xwe û ew şîara keça min li pey çûye xwedî derbikevim. Bi wan hestan min ew dirûşm berz kir."
NIHA LI PEY ŞOPA KEÇA XWE YE
F. dibêje ku ew ê keça xwe weke miroveke azad mezin kiriye û heya çûye zanîngehê jî kêmaniyeke wê tune bûye û wiha axaftina xwe didomîne: "Keça min keseke azad bû. Tu kêmasiyên wê tune bûn. Li zanîngeheke baş beşeke li gorî dilê xwe dixwend. Lê dema didît li derdora wê jin di bin pêkûtiyan de ne aciz dibû, diêşiya. Ji xwe tişta kir ku têkoşîna xwe bi rengekî din bimeşîne jî ev lêgerîna wê bû. Lewre carinan dema em diaxifîn digot, 'dayê ger li derdora me jineke bi tenê jî ne azad hebe, azadiya me bi kêrî tiştekî nayê.' Keça min jineke hesas bû. Dema DAIŞ êrîş bire ser Kobanê, li Tehranê bû û rojekê telefon bo min vekir got, 'dayê sibehê li Mahabadê ji bo Kobanê meş tê lidarxistin. Hûn jî biçin tev li bibin.' Lê ew roj ez tirsiyam û em tev li nebûn. Pişt re min dîmenekî meşê li ser înternetê dît, min rabû ew ji keça xwe re şand. Wê jî got 'min ew dîmen dîtiye, min dixwest dîmenekî hûn jî di nav de bişînin.' Ew roj ez pir li ber xwe ketim. Li hemberî keça xwe ez mehcûb bûm. Lê ev car dema min dît ciwan ji bo Jînayê li Mahabadê çalakî dikin min xwe negirt û ez jî tevlî bûm."
'GEL KUBRA ŞÊXA SEQA 7 KÎLOMETREYAN LI SER MILAN HILGIRT'
Di 27ê Cotmehê de yek ji welatiyên hate kuştin jî Kubra Şêxa Seqa bû. F. şahidiya xwe ya vê rojê jî bi van gotinan tîne ziman: "Kubra jineke şoreşger bû. Ligel kurê xwe ji bo Simko Mewlûdî derketibûne kolanê û di nava çalakiyê de bûn. Li Meydana Molla Camî, polîsan rasterast ji bo kuştinê ew hedef girtin û gule berdanê. Kubra ji kurê xwe re kevir dida hev. Piştre cenazeyê wê rakirin Mizgefta Saedî. Ciwanekî li vir Sirûda Şoreşgerî danî ser hoparlorê mizgeftê. Meleyê mizgeftê destpêkê xwest vî ciwanî asteng bike lê wî got, 'min bi çavê xwe dît bê Kubra çawa hate kuştin. Welahî ew şehîd e.' Ji hoparlorê camiyê dengê Sirûda Şoreşgerî bi ser Mahabadê ket. Li ser vê yekê her çû hejmara kesên li derdora mizgeftê zêde bû. Ji wê mizgeftê heya ser goristanê gel bi qenderê 7 kîlometreyan darbesta Kubrayê li ser mila hilgirt û bi dirûşman ew sipartin axê. Ew jina ku tune dihate hesibandin, di bin lingan de tim dieciqandin li ser milê dehezaran weke şoreşgereke pêşeng ber bi ebediyetê ve hate oxirkirin."
Xwendekara lîseyê keça 17 salî ya bi navê D. ku heya wê kêliyê li me guhdar dikir, dikene û dibêje, "Ya ku di çalakiyan de serê wê şikiyaye, xwîn rijandiye ez im û hûn tu pirsê ji min nakin." Bi van gotinan kesên li salonê rûniştîne tev dikenin. Pirseke dawî dixwazim ji F.'yê bikim û dibêjimê tişta di çalakiyan de wê û vê keça 17 salî tîne cem hev çiye. Ew jî dibişire û dibêje "ew keça min e."
KEÇA 17 SALÎ BI KELECAN DIAXIFE
D. 17 salî ye û xwendekara lîseyê ye. Bêyî ku ez pirsekê bikim bi kelecan behsa çalakiyan dike û dibêje: "Gel pir bi kelecan e. Ligel ku hêzên rejimê rasterast guleyan bi ser me de direşînin jî kes bi paşve gav navêje. Di çalakiyên Mahabadê de gelek kes hatin girtin. Yek ji wan jineke bi navê Kubra bû. Pêşengek bû di çalakiyan de. Berxwedêr bû. Çend roj berê jineke pê re hatibû girtin serbest berdan. Ew ê digot Kubra di binçavan de jî li ber xwe dida û serî neditewand. Ji bo yên din jê cesaret negirin ew birine cihekî din. Lê bila zanibin ew çi dikin bila bikin jin serî natewînin. Em ê azadiya xwe bi dest bixin."
'DUMANA CIXARA PIFÎ ÇAVÊ CIWANAN DIKIM'
Ş. jî jineke çalakger e û ji tu çalakiyan namîne. Hevjînê wê 9 salan pêşmergetî kiriye. Du keçên wê zewicîne û kurekî wê jî 28 salî ye. Ş. bi ken dest bi axaftina xwe dike û dibêje, "Ez ji tu çalakiyan namînim. Hevjînê min tev li çalakiyan nabe. Ji ber wî 9 salan pêşmergetî kiriye jêtirê wezîfeya xwe bi cih aniye. Lê ez tev li hemû çalakiyan dibim" û dikene. Ş. dibêje ku polîs êdî wê nas dikim û wiha axaftina xwe didomîne: "Carinan dema diçime cihê çalakiyê, polîs ji min re dibêjin 'çi karê te li vir heye.' Ez jî ji wan re dibêjim 'hûn ji bo çi hatibine vir ez jî ji bo wî tiştî hatime.' Beriya çalakiyan hevalên min agahî didine min. Di destê min de wê kêliyê çi kar hebe bila hebe, datînim aliyekî û diçim. Gelek caran berî çalakî dest pê bikin diçim û li derdorê dinihêrim bê Besîc, cehş û pasdar li kuderê bi cih bûne. Bi cilên sivîl in û mirov zû bi zû wan ferq nakin. Di çalakiyekê de ciwanan kevir avêtin polîsan polîs jî bombeyên gazê avêtin. Çavê ciwanan ji gazê dişewitî û nikaribûn çavên xwe vekin. Min jî ji malên derdorê cixare dane hev û ew vêxistin. Dûmana wê min dikişande devê xwe û piştre min pif dikire çavên wan. Bi vî awayî dikaribûn êdî çavên xwe vekin."
'DEMA MIN DÎT BÊ ÇAWA LI ZAROKEKÎ DIXIN TIRSA MIN ŞIKIYA'
Ş. pirsa min a "tu ji girtin, birîndar bûn û kuştinê natirsî" bi van gotinan dibersivîne: "Li Mahabadê cihek heye bi navê Memba. Ji bo çalakiyê em li wir kombûbûn. Hêj zû bû û ez û çar xortan li wir bûn. Polîsan bi çifteya pompe gule berdan û ciwanek bi berikên fîşekê birîndar bû. Du ciwanan bi çeplên wî girtin ew birin û ciwanek jî kete destên polîs û pasdaran. Wisa copan lê didan ku nayê gotin. Min hew xwe girt û min xwe avête ser wî zarokî, min go kurê min e dest jê berdin. Bi çepilên min girtin û li min jî dan. Di wê kêliyê de êdî tirsa min şikiya. Êdî ne ji girtinê, ne ji birîndarbûnê, ne jî ji mirinê ditirsim. Li vir di hin sûcan de dema yek tê girtin ger hûn 100 milyon tumen bidin bi kefalet serbest têne berdan. Min li hevjîn û zarokê xwe wesiyet kiriye eger ez bême girtin an tiştek were serê min, divê yek qirûş jî nedin vê dewleta kujer."
Ş. di dawiya axaftina xwe de dibêje ku daxwaziya wan ne tenê rakirina sergirtina bi zorê ye û ew azadiyeke kamil û fikrî dixwazin. Heya bigihîjine armanca xwe jî wê kolanan neterikînin.
XWENDEKARA LÎSEYÊ: MERG BER SÎTEMGER ÇI ŞAH BAŞ E ÇI REHBER
Li Mahabadê ji ber zanîngeh girtîne xwendekarên zanîngehan li kolanan pêşengiya çalakiyan dikin. Lê li dibistanên keç û xortan jî çalakî têne li darxistin. Ez bi xwendekara pola 12'emîn V. re hevdîtin dikim. V., li Lîseya Keçan a Fatima dixwîne. Ev lîse li Mahabadê lîseya keçan a herî mezin e. Derdora 400 xwendekarên wê hene. V. dibêje ku piştî çalakiyên ji bo Jîna Emînî, ewan dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bihîstiye û bi hevalên xwe re dest bi nîqaşa vê dirûşmê kirine. Piştre di navbera dersan de, dîsa di wextên belavbûnê de me bi komî ev dirûşm berz kir. Ligel vê dirûşimeyeke me ya din jî heye. Gaşt e Îrşad, ji bo kesên servekirî dibêje 'hêz' (bêxlaq) û 'herzê' (bênamûs). Me jî li hemberî vê nêrînê dirûşma 'Hêz tu yî her zê tu yî jînê azad min im' berz kir. Demekê hin derdorên ku ji xwe re dibêjin muxalif xwestin dirûşma 'mêrên welatperwer' bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ve bizeliqînin û digotin 'Jin Jiyan Azadî, Merd Mîhenî Abadî'. Alîgirên saltanatxwaz ku dixwazin careke din Şah vegere jî ji vê dirûşmê hez dikirin. Lê em ciwan, xwendekar û gelên li kolanan tiştekî wisa naxwazin. Li hemberî vê jî dirûşmeke me heye û em dibêjin 'Merg ber sîtemger çi Şah baş e çi Rehber'. Ango em dibêjin 'Bimre dagirkerî çi Şah dibe çi Rehber'."
'DEMA ÊRÎŞ GUR DIBIN EM DIBISTANÊ BOYKOT DIKIN'
Di berbarê pirsa min a "helwesta mamoste û midûrê dibistanê li hemberî we çawa ye" de jî V. dibêje ku dem dem wan bi hêzên îstixbarat û polîsan tehdîd dikin. V. axaftina xwe wiha didomîne: "Ji roja ku çalakiyên me li dibistanê destpêkirine û heya niha, bi taybetî di dema belavbûnê de polîs li ber deriyê dibistanê disekinin. Lê xwendekar dîsa jî dirûşman berz dikin. Carinan jî dema polîs bi şid êrîşî çalakgeran dikin, em weke xwendekar dersan boykot dikin û naçine dibistanê. Ev hefteyeke ez jî naçim."
V. dibêje ku di çalakiyekê de du hevalên wê hatine girtin û yek ji wan piştre serbest hatiye berdan. Lê hevalê wê yî bi navê Aran, ji 45 rojan zêdetir e li Urmiyeyê di bin çavan de tê girtin.
'HEYA JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE'
Ez pirsa armanca van çalakiyan û daxwazên wan dikim ji V. û ew jî wiha dibêje: "Bi berbelavbûna dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' em pir kêfxweş bûn. Em azadî dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku heya jin azad nebe civak azad nabe. Lewre di dîrokê de miletê ku yekem hatiye dîlgirtin jin bûye. Heya jin azad nebe tu milet azad nabe." Ez dibêjimê ev fikrên wê ne an hevalên wê yî dibistanê jî weke wê difikirin, V., wiha pirsa min dibersivîne: "Tu hevalên min bi mezhebî, cinsî an neteweyî nêz nabe. Rast e malbatên hinan ji me, li hemberî van nêzîkahiyên me ne û naxwazin em beşdarî van çalakiyan bibin. Lê çi keç çi jî xort tu xwendekar di vê mijarê de guh nade malbatên xwe."
Xwendekara lîseyê V., dibêje ku ew xebatên sînemaya Bakûr û Rojava dişopîne û dixwaze beşa sînemayê bixwîne. Her wiha daxwaza wê ew e rojekê Rojava ziyaret bike.
Di dema ez bi V., re hevpeyvîn dikim birayê wê yî diçe pola sisêyan li ser depekî biçûk "Jin Jiyan Azadî" dinivîse û tîne nîşanî min dide. Piştre jî pirtûkên dibistanê dide destê min û rûpelê pêşî vedike. Rûpelê ku wêneyên Xomeînî li ser hene tev qetandine.
Li Mahabadê zanîngehên bi navê Azad, Peyamnûr û Mîad hene û li van zanîngehan tenê xwendekarên ji Mabahadê ne dixwînin. Dema çalakî destpêkirine ev zanîngehên ku weke taybet têne nasîn hatine girtin. Ji ber wê yekê jî xwendekarên zanîngehan, ne li zanîngehan li kolanan çalakiyan li dar dixin. Lê li bajarê Sine ku navenda eyaleta Kurdistanê ye zanîngeh mezintir in û hê jî vekirîne. Ji ber wê li Sine xwendekar li zanîngehan çalakiyên xwe bênavber didomînin û pêşengiyê dikin.
* Li Îranê ji bilî gundan ji dibistana seretayî heya zanîngehê dibistanên keç û xortan cuda ne. Li gundan jî ji ber bêderfetiyê heya polên 9 û 10'an xwendekarên keç û xort di nava hev de perwerdehiyê dibînin.
(Ji ber ewlehiyê nav hatine veşartin)
Rêzenivîs-1 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
Rêzenivîs-2 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
Rêzenivîs-3 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
Sibê: Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade ku li Pîranşarê hatin kuştin diaxifin
MA / Abdurrahman Gok