AMED - Li Amedê di danezana encama komxebata “Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan” de bal hat kişandin ser bandora şer û koçberkirina li ser jinan.
Komxebata ku Meclîsa Jinan a Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi sernavê “Di Kapîtalîzmê de Kedxwariya Jinê” li dar xist, di roja xwe ya 2’emîn de li Eywana Konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) berdewam kir. Di rûniştina îro ya komxebatê de li ser “Koça bajarvanî û jinan” û “Bandora şerên bajaran a li ser jinan” hate sekinîn. Komxebat bi danezana encamê bi dawî bû.
KEDA JINÊ
Endama Desteya Rêveber a Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan, Ragihandin û Postayê (Haber-Sen), Esra Ademhan diyar kir ku keda jinê bê qîmet hatiye hiştin û qala rola jinê ya di dîrokê de li ser aboriyê kir.
ŞER Û KOÇBERÎ
Endama Desteya Rêveberiya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Semra Arslan jî anî ziman ku pergala kapîtalîst jin tune dihesibîne. Arslan da zanîn ku di nava 40 salan de koçberiyên ku bandoreke mezin li jinên Kurd kirine hene û wiha axivî: “Koçberî bi xizaniyê re bi taybetî jî ji bo jinên Kurd bûye yek. Koçberiyên di salên 1990’î de herî zêde ji gund ber bi bajêr ve pêk hatin. Bajarên hedef hatin girtin, bajarên rojava û başûr bûn. Di dema ku di van koçberiyan de berpirsyariya dewletê hat destnîşankirin jî, pênaseya koçberiya şer bi rêjeyeke kêm hat kirin. Di sala 2015 'an de koçberiyên li bajaran pêk hatin û koçberiyên ku li 11 bajaran pêk hatin ber bi tax û navçeyên nêzî bajêr ve pêk hatin. Piraniya koçberan şer weke sedema koçberiyê nîşan dan û nasnameya etnîkî û xizanî weke sedema vî şerî nîşan dan. Di her qonaxa koçberiyê de parçebûna zayendî ya kedê xwe ji nû ve hilberand. Di koçberiyên sala 2015’an de dihat dîtin ku karê koçberiyê bi carekê re sînordar nema, lê veguherî seçereya koçberiyê.”