STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Guleren Yolerî da zanîn ku dewlet bi helwesta “dijminatiyê” nêzî girtiyan dibe û wiha got: “Em ê bi piştevaniyê bikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin.”
Binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyeyê yên li dijî girtiyan roj bi roj zêdetir dibin. Bi hincetên weke “Pirtûk ji pirtûkxaneyê negirt” û “dan û standina xwe li kantîne nekir”, înfazên girtiyan tên şewitandin û tevî rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” ya Saziya Tipa Edlî (ATK) jî berdana girtiyên nexweş tê astengkirin. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîhan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin. Li gorî heman daneyan, di 10 mehên sala 2022’yan de 63 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Guleren Yolerî têkildarî binpêkirinên li girtîgehan axivî.
MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN
Gulseren Yolerî da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehan di salên dawî de zêde bûne û wiha got: “Herî zêde îşkence tê kirin û mafê tenduristiyê tê astengkirin. Bi taybet jî di nava 2 salên dawî de pir zêde bû û rê li ber pirsgirêkên mezin vedikin. Sedema vê jî zîhniyeta rejîma înfazê ye. Anku hem di qanûnan de hem jî di rêzikname û giştînameyan de pirsgirêkên mezin hene. Bi vê yekê re girtî di her kêliya jiyana xwe de rastî binpêkirinan tên. Îşkence û nêzikatiya xerab li hemû girtîgehan pir tê kirin. Bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî tê kirin. Di rejîma înfazê ya Tirkiyeyê de newekhevî heye. Heke we ji ber sedemên siyasî ceza xwaribe, diyarkirina vî cezayî, awayî sewqkirina nexweşxaneyê, dema derketina hewadariyê û miameleya di dema tedawîkirinê de cuda dibin.”
'NÊZIKATIYEKE DIJMINANE HEYE’
Bi domdarî Yolerî got ku sedema miameleya cihêkar a li dijî girtiyên siyasî, nêzikatiya dijminane ya dewletê ye û wiha domand: “Ev rewş li gorî konjonkturê diguhere. Carnan polîtîkaya li derve, teşe dide polîtîkaya li hundir. Mînak; heke li derve li dijî kurdan nêzikatiyeke dijminane hebe, li hundir jî bi heman awayî nêzî wan dibin.”
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Di berdewamê de Yolerî diyar kir ku li girtîgehan du aliyên îşkenceyê hene û wiha vegot: “Yek ji van derbkirina fîzîkî û îşkenceya psîkolojîk e, ya din jî tecrîd e. Ji sala 1997’an heta niha weke ÎHD’ê em tecrîdê weke îşkence pênase dikin. Ev yek di qada navneteweyî de jî wisa tê qebûlkirin. Rêbaza tecrîdê li girtîgehên Tirkiyeyê pir belav bûye. Tecrîda herî giran jî li Girava Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan di meriyetê de ye.”
TÊKOŞÎNA MALBATAN
Yolerî, bal kişand ser Nobeta Edaletê û ev tişt anî ziman: “Sedema êrişên dijwar ên di demên dawî de polîs li malbatan dikin ew e ku berxwedêriya wan têk bibin. Bi vê zexta li ser malbatan re dixwazin bitenêhiştin ku yek ji armancên sereke ya tecrîdê ye bi ser bixin û nasname û kesayeta girtiyan parçe bikin. Lê belê bi saya hewldanên malbatan, heta astekê pêşî li ber vê tê girtin. Yek ji sedema din jî ew e ku nehêlin tiştên li girtîgehan diqewimin kesek bizane. Lewma jî li dijî xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê digirin, pir bi hovane êriş dikin.”
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Zeynep Calihan piştî 12 salan di 22’yê mijdarê de ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hatibû berdan û ji çalakvanên Nobeta Edaletê Fînce Akman jî ew pêşwazî kiribû. Bi hinceta ku di dema pêşwazîkirina Calihan de dirûşm berz kirine, Akman hatibû binçavkirin. Yolerî bal kişand ser vê bûyerê û wiha derbirî: “Tu aliyê vê binçavkirinê yê hiqûqî, însanî û wijdanî tune ye. Lê ev polîtîkaya dewletê ye. Tehemûla daxwaza edaletê nakin. Li her deverê daxwaza edaletê tê kirin. Malbatên Pirsûsê, Nobeta Edaletê, Dayikên Şemiyê, Malbata Şenyaşar û hwd. Tevek jî daxwaza edaletê dikin. Di vê serdemê de ji ber hemû cureyan daxwazan, çalakiyên piştevaniyê û daxwazên edaletê zextê dikin. Hejmara girtiyan jî roj bi roj zêdetir dibe. Hewceye di vê serdemê de li dijî hewldana bitenêhiştinê em piştevaniyê xurtir bikin.”