Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin

  • rojane
  • 15:18 22 Mijdar 2022
  • |
img
RIHA - Rojnamevan Ekrem Berekat diyar kir ku nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah dema ku êrişa hewayî ya dewleta tirk a li ser bajarê Dêrikê ve dişopand hatiye qetilkirin û li pey wî nûçeyên çêkiriye û kameraya wî şewitî ye maye û bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên pîşeyî da. 
 
Yek ji 11 kesên ku di êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê Dêrikê Îsam Ebdullah bû. Ebdullah ku êrişa li gundê Teqil Betil ê Dêrikê bi kameraya xwe ji cîhanê re ragihand, bi sedan nûçe û kameraya xwe ya ku di êrişê de şewitî li pey xwe hişt. Ji edîtorên ANHA’yê Ekrem Berakat behsa hevpîşeyê xwe Îsam Ebdullah kir. Berekat da zanîn ku Ebdullah ê ku bi kesayeta xwe ya hejmetkar dihat naskirin. 
 
KÊLIYA KU JI CÎHANÊ RE GEŞEDANAN RADIGIHAND HAT QETILKIRIN 
 
Berekat da zanîn ku Ebdullah berê di Ronahî TV de dixebitî û ji sala 2018’an ve di ANHA’yê de dixebite û Ebdullah li Dêrik û Qamişloyê nûçegihanî dikir. Berekat anî ziman ku êrişa hewayî ya dewleta tirk a di 20’ê Mijdarê de li ser gundê Teqil Bekîl pêk anîbû û hevpîşeyê wî Ebdullah di vê êrişê de hat qetilkirin û got: “Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk hat. Her wiha santrala Teqil Betil a ku enerjiyê dide 65 gundên Dêrikê jî hedef hat girtin. Îsam pêşî çû cihê ku bombe lê ketine. Ew çû wir da ku agahiyê bide raya giştî. Çû cihê bûyerê û beriya her kesî li wir bû. Piştî ku hat wir nûçe çêkir û ji ajansê re şand. Dîsa li cihê bûyerê girêdayî Stêrk TV bû û geşedanan ragihand. Di êrişa duyemîn de dema bi 10 kesên din re li ser kar bû şehîd bû. Îsam Ebdullah jî mîna nûçegihanên din ên ANHA’yê 24 saetan bi kamera û pênûsa xwe rastiyan û hovîtiyan radigihand. Ji ber ku li herêmê şerekî mezin heye, çi dibe bila bibe, wê Ebdullah jî wek yên din xwe digihand wir. Kesekî mutewazî bû. Wî civak baş nas dikir. Loma jî ji aliyê her kesî ve dihat naskirin û hezkirin. Ew rojnamevanek hêja bû.” 
 
LI SÊMALKA JÎ BIRÎNDAR BÛBÛ 
 
Berekat diyar kir ku Ebdullah bi felsefeya çapemeniya azad rojnamegeriya xwe kir û wiha got: "Ji bo îfşakirina êriş û neheqiyên li ser vî gelî bi erka xwe radibû. Deqeyek jî ranewestiya. Her wiha çalakiyên li ser sînor jî dişopand û Çalakiyên 6 mehan ên malbatên şehîdan ên li Sêmelkayê kêlî bi kêlî ji raya giştî re radigahdn. Li wir bi daran êrişî wî kirin û birîndar bûbû. Lê belê dev pîşeya xwe birûmet berneda."
 
BERTEK NÎŞANÎ RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ DA 
 
Berekat anî ziman ku Ebdullah ne yekemîn hevpîşeyê wan e ku di êrişên li herêmê de hat qetilkirin û rojnamevan Saîd Ehmed, Rizgar Deniz û Dilîşan Îbiş jî berê di êrişên çeteyên DAIŞ û Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Berekat herî dawî wiha got: "Em hewl didin rastiyê ji cîhanê re ragihînin. Em pîşeya xwe bi berpirsyariya çapemeniya azad didomînin. Lê bêdengiya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û saziyên ku mafên rojnamegeran diparêzin cihê xembariyê ye. Divê ew bêdeng nemînin.”
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

23/11/2022
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist
14:30 'Şer ekolojiyê talan dike’
14:20 Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar
14:09 Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar
14:04 Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin
13:50 Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmed Kaymaz hatin bibîranîn
13:48 Li Qerqamişê roket tên barandin lê nayê zanîn kî diavêje
13:17 Li Egeyê di 9 mehan de 573 binpêkirinên mafan qewimîn
13:16 Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin
12:55 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji bo mafên zarokan têbikoşin
12:13 Elbeşîr îdia kir ku ew ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin
12:12 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:12 Bi nivîsên ser dîwaran êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
11:56 Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan
11:53 Welatiyê li Dêrsimê hatibû binçavkirin hat berdan