Aldar Xelîl: Têkoşîna me bi êrişan lawaz nabe û divê kurdistanî xwedî li berxwedanê derkevin

  • rojane
  • 10:06 21 Mijdar 2022
  • |
img
RIHA - Endamê Konseya Hevserakatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û wiha got: “Têkoşîna me bi êrişan lawaz nabe. Heke li Rojava serkeftinek bê bidestxistin, wê bibe serkeftina her kesî. Têkçûn jî dê bibe têkçûna her kesî. Lewma divê hemû kurdistanî xwedî li berxwedanê derkevin.” 
 
Endamê Konseya Hevserokatiyê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelî têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bersivand. Xelîl, diyar kir ku dewleta tirk di çarçoveya polîtîkaya dagirkeriyê de tevdigere û AKP-MHP hewl didin di hilbijartinên 2023’yan de bi ser kevin.
 
‘DEWLETA TIRK JI KRÎZÊ SÛD DIGIRE’
 
Aldar Xelîl bi bîr xist ku bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re dewleta tirk her tim dest li Sûriyeyê werda û wiha got: “Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Dewleta tirk naxwaze li Sûriyeyê aştî û demokrasî pêk were û naxwaze krîz bi dawî bibe. Ji krîzê sûd digire.” 
 
‘BOMBE LI CIHÊN SIVÎLAN BARANDIN’
 
Bi domdarî Xelîl anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li gel dirêjkirina krîza Sûriyeyê, her wiha dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne û ji bo karibe nîşan bide ku 'serkeftineke mezin' bi dest xistiye, dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya derve bixapîne. Xelîl, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî balafirên bombebarkirî yên bêmirov, nêzî 50 balafirên şer û cureyên cuda yên çekan bi kar anîn. Cihên ku êriş birin ser ku der bûn? Qadên sivîlan bûn. Bala xwe bidinê, bombe li depoyên genim, santrala ceyranê û nexweşxaneyê barandin. Anku hemû jî qadên sivîlan e. Ev yek rastiya wan radixe pêş çavan."
 
‘BI ÊRIŞAN TÊKOŞÎNA ME LAWAZ NABE’
 
Di berdewamê de Xelîl destnîşan kir ku êrişên dewleta tirk dê tu carî nekarin têkoşîna wan lawaz bikin û wiha domand: “Wê tu carî nikaribin paşve gavê bidin avêtin. Berevajî, israra me ya di serkeftinê de mezin dike. Êrişa bi ewqas balafirên şer û balafirên bêmirov ên bombebarkirî, dibe sedem ku têkoşîna bi hev re ya neteweyan bê xurtkirin û helwest li dijî van êrîşan bê nîşandan."
 
‘BI DESTÛRA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ÊRIŞ KIRIN’
 
Xelîl bal kişand ser hevkarên êrişa dewleta tirk û ev nirxandin kir: “Niha rastiyeke bi vî rengî heye. Dewleta tirk bêyî ku destûra hêzên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê bi bandor, nikare êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em dizanin ku heta ew nebêjin 'temam', nikarin êriş bikin. Ev yek aliyekî mijarê ye. Xusûsa duyemîn jî ji xwe di çapemeniyê de hate weşandin. Roketên ku bi kar anîn ji aliyê NATO û Amerîkayê ve hatine çêkirin. Balafirên ku bi kar tînin ji xwe yên wan in, roketên diavêjin jî yên wan in. Ev jî nîşan dide ku van hêzan ji tirkan re negotine 'na'. Berevajî vê yekê dengê xwe nekirine û rê dane. Bi vî rengî tê fêhmkirin ku hevparê êrişên li ser herêma me ne."
 
ÇALAKIYÊN GEL SILAV KIR
 
Her wiha Xelîl çalakiyên li dijî êrişên dewleta tirk ên li welat û derveyî welat silav kir û ev tişt anî ziman: “Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê kurd, her wiha ereb, suryan û hemû pêkhateyên ji netewe û baweriyên cuda daketin qadan. Ev yek jî serkeftina projeya neteweya demokratîk radixe pêş çavan. Nîşan dide ku xwedî li rêveberiya herêmê derdikevin. Heke gelên herêmê bi hev re dakevin qadan, êrişan şermezar bikin û xwedî li destketiyan derbikevin, hingê divê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re amade bin. Şerê Gel demekî dirêj e di perwerde, civîn û pratîkê de di rojeva me de ye. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, her wiha ji aliyê civakî, dîplomasî, çandî û hunerî ve di rojeva me de ye. Gelekî bi vî rengî xwe xwediyê şoreşa xwe dibîne û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê jî amadekariyê dike."
 
‘DIVÊ HÊZÊN KURDISTANÎ XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN’
 
Herî dawî jî Xelîl ji bo hêzên kurdistanî wiha got: “Heke li Rojava serkeftinek bê bidestxistin, wê bibe serkeftina her kesî. Têkçûn jî dê bibe têkçûna her kesî. Ji ber vê jî hêzên kurdistanî hemû çiqasî hêza xwe hebin divê xwedî li van destkeftiyan derkevin. Me mînaka vê dîtin. Li Kobanê hêzên kurdistanî, her wiha hêzên derve jî xwedî li berxwedanê derketin. Heman nêzîkatî li Şengalê jî hate nîşandan. Niha jî ji hêzên kurdistanî û hêzên demokratîk tê xwestin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin."
 

Sernavên din

21/11/2022
13:48 Li Qerqamişê roket tên barandin lê nayê zanîn kî diavêje
13:17 Li Egeyê di 9 mehan de 573 binpêkirinên mafan qewimîn
13:16 Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin
12:55 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji bo mafên zarokan têbikoşin
12:13 Elbeşîr îdia kir ku ew ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin
12:12 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:12 Bi nivîsên ser dîwaran êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
11:56 Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan
11:53 Welatiyê li Dêrsimê hatibû binçavkirin hat berdan
11:39 Rojnamevana amerîkî Bodette: Hêzên garantor çavên xwe li êrişên Tirkiyeyê digirin
11:38 Di rêveberiya 23 baroyan de ku ji 228 kesan pêk tê tenê 59 jin cih digirin
11:35 Girtiyê nexweşê penceşêrê 19 roj in li nexweşxaneyê bi kelemçekirî tê tedawîkirin
11:06 Jinan li pêşiya Girtîgeha Sîncanê got: Dê serkeftin a jin, jiyan, azadî be
10:48 ‘Dem bi giyanê seferberiyê dema bilindkirina têkoşîna azadiya neteweya kurd e’
10:13 TJA: Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê biherikin Tunela Taksîmê
10:06 Aldar Xelîl: Têkoşîna me bi êrişan lawaz nabe û divê kurdistanî xwedî li berxwedanê derkevin
09:19 Rejîma Îranê dîsa êrişî baregehên partiyên Rojhilat kir
09:18 TJA wê biryarên konferansê bi komîsyonên ku ava bike bixe meriyetê
09:15 ‘Jin çareseriyê di paradîgmaya Abdullah Ocalan de dibînin’
09:09 Qeyûmê Sêrtê mal û milkê şaredariyê derxistiye ber firotinê
09:03 Doza Malbata Dedeogûllari: Xalên têkildarî sûcê li dijî mirovahiyê esas nehatin girtin
09:02 Girtiyê ku milê wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:55 Li dijî qehwexaneyeke Amedê êrişa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
20/11/2022
22:54 Rojavayê Kobanê careke din hate bombekirin
22:30 Roket avêtin Deriyê Sînor ê Oncupinarê
22:19 Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e