KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne

  • rojane
  • 10:11 15 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – KCK’ê têkildarî teqîna li Taksîmê daxuyanî da û wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo guhertina rewşa xwe ya tekçûyî û derketina ji krîza ku tê de, plan kiriye ku serî li metodên nû yên tarî bide û êrişa li Taksîma Stenbolê jî gava pêşîn a vî tiştî bû. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de hişyar bin û guh nedin daxuyaniyên dewleta AKP-MHP’ê. Tu eleqeya tevgera me bi vê êrişê re nîne.”  
 
KCK’ê têkildarî êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê ya Taksîmê ya Beyoglû ya Stenbolê ku 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn daxuyanî da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), KCK’ê êriş şermezar kir û diyar kir ku ji ber kuştî û birîndaran xemgîn in. KCK’ê, da zanîn ku tu eleqeya tevgera wan bi êrişa li Stenbolê re nîne. 
 
Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Di teqîna 13’ê mijdara 2022’an a li ser Rêya Îstîklalê ya Taksîm a Stenbolê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Em gelekî xemgîn in ku di vê êrişê de mirovan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Em Tevgera Azadiyê ya Kurd em xemgîniya we diyar dikin û li ser navê tevgera xwe û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em ji gelê Tirkiyeyê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. Em vê êrişa ku bi awayekî tarî hatiye organîzekirin û bi awayekî eşkere siberoja demokratîk a gelên Tirkiyeyê dike hedef, bi tundî şermezar û nalet dikin. Her çendî Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi eşkereyî ragihand ku ti têkiliya wan bi vê êrişê re nîne û got ne mumkun e em li dijî sivîlan çalakiyan bikin jî, dewleta faşîst a AKP-MHP’ê û derdorên wê bi israr hewl didin vê êrişê têxin stûyê tevgera me. Em careke din diyar dikin ku ti eleqeya Tevgera Azadiya Kurd bi vê êrişê re nîne. Dewleta faşîst a AKP û MHP’ê bi israr dixwaze vê êrişê têxe stûyê tevgera me û dixwaze ji bo pêkanîna planên xwe yên tarî û veşartina rastiyê, ji xwe re zemînekê ava bikin. Di serî de raya giştî ya demokratîk, em bang li çapemenî û medyayê em bang li her kesî dikin ku ji bo eşkerekirina vê êrişê bikevin nava hewldanan. Daxuyanî û buxtanên dewleta faşîst a AKP-MHP'ê ku tevgera me sûcdar dike, ne rast in û hewl didin rastiya bûyerê veşêrin.  Bi dîtin û nirxandineke pir hêsan re mirov dikare bibîne ku AKP û MHP’ê ev tişt kirine. Di vî warî de em bang li rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyê, çapemenî û medyaya demokratîk, hêzên siyasî yên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe dikin ku bila qîmetê nedin daxuyaniyên dewleta AKP û MHP’ê ya faşîst ku dixwaze rastiyan veşêre. Ji bo ku rastiya vê bûyerê derkeve holê jî em hewldanan jî girîng dibînin. 
 
TIFAQA AKP-MHP SERÎ LI RÊBAZÊN TARÎ DIDE 
 
Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li ser esasê dijminatiya kurdan polîtîkaya xwe dimeşîne. Sond xwariye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tune bike ya ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê yê bindest, li ser wê mêtingerî tê kirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze qirkirina kurdan pêk bîne. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hemû dewlemendiya Tirkiyeyê û hemû nirxên civakê ji bo tunekirina kurdan xerc dike. Heta îro tu metod nemaye ku bi kar neaniye, her cure metodên li dijî mirovayetiyê kiriye, dagirkerî û qetlîam kiriye. Lê belê tifaqa AKP-MHP'ê ku di dijminatiya kurdan de tu sînoran nas nake, tevî van rêbazên şerê qirêj û gemar nekarî bigihêje armanca xwe û serî li çekên qirkirinê daye, sûcekî li dijî mirovayetiyê kiriye û civaka Tirkiyeyê xistiye bin tohmetê. Lê belê tevî hemû pêkanînên dijmirovahî û bikaranîna çekên kîmyewî jî, tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê nekarî armancên xwe yên tarî pêk bîne. Berevajî vê yekê, ji ber eşkerebûna ku wan çekên kîmyayî bi kar anîne, rûyê wan ê rast zêdetir derketiye holê û ev rewş bûye sedema tengijîn û têkçûna planên wan. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê çi rêbazê bi kar bîne jî li hemberî berxwedana gerîla û têkoşîna gelan, jinan û hêzên demokrasiyê bi taybet nikare li hemberî gelê kurd bi ser bikeve. Êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê bi tunekirina Tevgera Azadiya Kurd û kurdan re, bi armanca tunekirina demokrasiyê re dixwaze li Tirkiyeyê pergaleke olî, nijadperest, otorîter û faşîst ava bike. Lê di encama berxwedan û têkoşîna ku hat dayîn de, AKP-MHP'ê jî dît û fêm kir ku nikare vê armancê pêk bîne. Niha jî dizane ku piştgiriya civakê ji destê wê derketiye û ger bi vî rengî bikeve hilbijartinan wê ji desthilatdariyê jî bikeve. Tifaqa AKP-MHP’ê nekariye planên xwe yên faşîst û qirker pêk bîne, di heman demê de ji ber sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê teşhîr bûye, tengijiye û ketiye rewşeke bêçare.
 
Lê divê were dîtin ku tifaqa AKP-MHP’ê ji bo guhertina vê rewşê û ji krîza ku tê de derkeve, plan kiriye ku serî li metodên nû yên tarî bide û êrişa li Taksîma Stenbolê jî gava pêşîn a vî tiştî bû. Em careke din diyar dikin ku ev planeke nû û tarî ye û em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de hişyar bin û guh nedin daxuyaniyên dewleta AKP-MHP’ê û ji bo eşkerekirina rastiyan têbikoşin. Tifaqa AKP-MHP'ê, mîna ku di Komkujiya Gara 10'ê Cotmehê de pêk anî, bi vê êrişê re jî dixwaze derdor û pêvajoyeke bi heman rengî biafirîne. Divê were dîtin ku ev planeke tarî û nemerd e ku li dijî siberoja Tirkiyeyê û li dijî hewldana jiyana hevpar ya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Hemû kesên alîgirên demokrasî û jiyana bi hev re ne, divê helwesteke rast nîşan bide û çawa ku berê jî planên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê hate pûçkirin, divê vê plana tarî jî were pûçkirin. 
 
HEWL DIDIN JI BO DAGIRKIRINA ROJAVA BINGEHÊ AMADE BIKIN 
 
Dewleta AKP-MHP'ê ya faşîst bi zanebûn hewl dide berpirsyariya vê êrişê bixe stuyê tevgera me û nîşan bide ku ji Rojava hatiye kirin. Her kes baş zane ku yek ji aliyên herî girîng ên qirkeriya tifaqa AKP-MHP a faşîst a li ser kurdan, dagirkirina Rojava ye. Eşkere û li pêş çavan e ku AKP-MHP bi vê amadekariyê dixwaze Rojava bike hedef û ji bo karibe Rojava dagir bike bingehekê ava bike. Dema pêkhatina vê êrişê jî manîdar e. Di demekê de ku eşkere bû AKP-MHP çekên kîmyewî bi kar tîne û cenazeyên leşkeran dişewitîne, civaka Tirkiyeyê di nava pirsgirêkên giran ên aboriyê de ye, şerê li dijî kurdan, sîstema olperest, çeteperest û mafyayê ketiye ber lêpirsînê û dengên ji bo daxwazên demokrasiyê bilind dibe, di demekê de ku piştgiriya civakê ya ji bo AKP-MHP'ê namîne ev êriş pêk hat. Pir eşkere ye ku ev yek ji bo berevajîkirina rojevê ye, ji bo jinûve birêxistinkirina pêvajoyeke tarî ye. Kengî dixwazin pêvajoyeke tarî bidin destpêkirin, hingî komkujî têne birêxistinkirin û kurd têne sûcdarkirin. Ev êrişa li Taksîmê jî bi vê armancê hatiye kirin. Di vê mijarê de divê mirov hişyar bin. Bi zanebûn hewl didin ku êrişkar weke yeka ji Rojava yan jî sûriyeyî nîşan bidin. Bi vî rengî dixwazin atmosferekê biafirînin. Êriş bi destê kê hatibe kirin, kesên ku tê gotin êriş kirine kurd bin an jî ne kurd bin, ti eleqeya xwe bi tevgera me re nîne, ti eleqeya xwe bi hêzên şoreşê yên Rojava re nîne. Ji xwe hêzên Rojava jî eşkere kirin ku ti pêwendiya wan bi vê êrişê re nîne. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe, bi helwest, gotin û nêzîkatiyên xwe nebin amûrek ji vê plana bi armancên tarî ya AKP-MHP'ê re. Bi ti awayî têkiliya tevgera me bi çalakiyên li dijî sivîlan re nabe. Tevgera me ti carî çalakiyên bi vî rengî plan nake, pêk nîne. Em tevgereke welê ne ku li dijî êrişên qirker ên tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst li ber xwe didin, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin û ji bo vê jî têdikoşin. Her kesên li Tirkiyeyê bi vê rastiyê zanin. Tevî ku rastî ev e û ji aliyê her kesî ve tê zanîn, her nêzîkatiyeke ku ne bi vî rengî be wê bibe piştgirî ji tifaqa AKP-MHP'ê re, wê xizmetê ji planên tarî re bike.
 
AKP-MHP SERÎ LI SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DIDIN
 
Tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst di encama têkoşîn û berxwedana kurdan, gelan, jinan û hemû hêzên demokrasiyê hatiye ber hilweşînê. Êdî bi zehmetî planên xwe yên faşîst qirker dimeşîne û li ser piyan dimîne. Her wiha eşkere bû ku çekên kîmyewî bi kar tîne û vê rewşê ew hîn bêhtir teşhîr kiriye, tengav kiriye. Ev tifaqa faşîst sûcê li dijî mirovahiyê dike û bi planên tarî hewl dide paşeroja Tirkiyeyê tarî bike. Paşeroj, selametî û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi hilweşîna vê tifaqa faşîst ve girêdayî ye. Tifaqa AKP-MHP'ê ji bo kiryarên xwe veşêre û nehêle kes pê bihese, cenazeyên leşkeran jî dişewitîne. Rastiya AKP-MHP'ê ev e. Her kesê ku dibêje ew ne faşîst e, li Tirkiyeyê difikre, ne dijminê kurdan e, bi kurtasî mirov e û ne AKP-MHP'î ye, divê vê rastiyê bibîne, hewl bide ku vê rastiyê bi raya giştî bide fêhmkirin û li ber plana AKP-MHP'ê rabe ku di bin navê qanûna dezenformasyonê de hewl dide çapemeniyê bêdeng bike, rastiyan veşêre. Mirovbûn, demokratbûn, exlaqîbûn vê yekê ferz dike.
 
ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR
 
Em careke din vê êrişa ku gelê me, gelê Tirkiyeyê gelekî pê êşand şermezar dikin û ji ber windahiyan û birîndaran xemgîniya we parve dikin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em soza xwe ya ji bo avakirina utopya azadî û demokrasiyê dubare dikin ku me ev soz dan gelê xwe û gelên Tirkiyeyê. Em ê ji bo vê jî di nava têkoşînê de bin. Em careke din bi rengekî eşkere dibêjin, ti eleqeya tevgera me bi vê êrişê re tune ye. Nêzîkatiyên ku hewl dide berpirsyariya vê êrişê bixin stuyê tevgera me, nîşan didin ku AKP-MHP di nava planên nû yên tarî de ye. Em careke din bang li her kesî dikin ku berpirsyar, hişyar bin û hewl bidin rastiyê fêhm bikin."
 

Sernavên din

16/11/2022
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya