Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in

  • rojane
  • 10:14 10 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnameger Veysî Sarisozen diyar kir ku Tifaqa Milet ku dengê xwe ji bikaranîna çekên kîmyewî re nake, şirîkê sûc e û wiha got: “Yên ku nikarin soza pêşîlêgirtina sûcên şer ên dewletê bidin, nikarin piştgiriyê ji HDP’ê bigirin.” 
 
Di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê tên bikaranîn de, 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku dîmenên 2 endamên HPG’ê yên ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dayîn hatin parvekirin, rayedarên hikûmetê bi yek dengî gotina bi salan a “di envantera me de nîne” bi kar anîn. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) jî ji JINNEWS’ê re got ku ew mijarê “dişopînin” û ji ber ku dewletên endam heta niha serlêdanek nekiriye, nikarin lêkolînê bikin. Her wiha Pispora Tipa Edlî û Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber ku xwest li herêmê lêkolîn were kirin, hate girtin û derheqê parastvanên mafên mirovan de jî lêpirsîn hatin destpêkirin. Herî dawî jî derheqê Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ku têkildarî mijarê axivî bû fezleke hat amadekirin. 
 
Rojnameger û nivîskar Veysî Sarisozen têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Veysî Sarisozen anî ziman ku kesek nikare bikaranîna çekên kîmyewî yan jî çekên bi fosforê re têkel û sûcên weke nelirêtî, binpêkirina makeqanûnê û girtina derhiqûqî ya hemwelatiyan bide berhev û wiha got: “Heke bibêjin ‘em êdî bi kar nayînin’ jî, ev yek sûcê wan ji holê ranake. Dewletek dikare bi qanûnên nû pêşî li ber sûcên min li jor destnîşan kirine bigire û Yekitiya Ewropayê jî dest ji ‘fikarên’ xwe berde û di raporên xwe de bibêje; ‘Dewleta tirk di rêya reforman de gavên erênî diavêje.’ Lê di mijara bikaranîna çekan de raporeke weke ‘dê çekên kîmyewî kêmtir bi kar bînin, hêvîdarin di rojên pêş de bi kar neyîne’ amade nake. Heke bikaranîna çekên kîmyewî were tespîtkirin, dê Tirkiye bi sûcên şer bê darizandin. Dema ez dibêjim dewlet, qala Erdogan, wezîrê parastinê û serfermandarê artêşê dikim ku fermana êrişê didin.”
 
Bi domdarî Sarisozen anî ziman ku Erdogan, piştî ku gumanên bikaranîna çekên kîmyewî di qada navneteweyî de zêde bûn, li dijî kesên daxwaza lêkolînê dikin daraz xistiye nava liv û tevgerê û wiha domand: “Şebnem Korur Fîncanci li seransreî cîhanê tê naskirin û hat girtin. Bi vê yekê re berê hemû bijîşkên cîhanê dan Tirkiyeyê. Dê aştîxwaz û parastvanên mafên mirovan ên ewropî di 12’ê mijdarê de li Dusseldorfê xwepêşandaneke mezin li dar bixin. Dê dengê wan di guhên dewletan de olan bidin. Daxwaza hikûmeta Avustralyayê ya ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî, ji bo Erdogan metirsîdar e. Ji ber ku heke ji bo lêkolînê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bide, Erdogan nikare pêşî lê bigire.” 
 
BÊDENGIYA MASEYA 6 LING
 
Di berdewamê de Sarisozen bal kişand ser bêdengiya Maseya 6 Ling a li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û wiha pê de çû: “Erdogan hêj pir zûde plana xwe ya hilbijartinê xistiye meriyetê. Lê ev hêjta planan çêdikin. Ev dibêjin qey serkeftina di hilbijartinê de teqez e. Her wiha dengên gelê kurd û HDP’ê jî bo xwe dihesibînin. Wisa dihesibînin lê derheqê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve ku sûcê şer e, yek tiştekî nabêjin. Ev bêdengî jî wan dike şirîkê sûcên şer. Dê gelên Tirkiyeyê ji ber vê helwestê wan bidarizîne. Maseya 6 Ling naxwaze bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin ji ber ku heke bibin desthilatdar, ew jî xwedî wê potansiyelê ne ku bi kar bînin. Her wiha di dîroka CHP’ê de, di ya ÎYÎ Partiyê de ku ji MHP’ê veqetiyaye û di ya partiyên Pêşeroj û Deva’yê yên ji AKP’ê veqetiyayîn de jî sûcê bikaranîna çekên kîmyewî bi tîpên xwînê hatine nivîsandin.” 
 
‘BI BÊDENGIYA XWE DIBIN ŞIRÎKÊN SÛC’
 
Sarisozen, diyar kir ku heta partiyên ji HDP’ê alîkariyê dixwazin soza pêşîlêgirtina sûcên şer ên dewletê nedin, dê HDP piştgiriyê nede wan. Sarisozen, got ku nêzikatiya CHP’ê ya li hemberî kurdan, ji nêzikatiya Tifaqa Cumhur cudatir nîne û wiha bi dawî kir: “Dêrsim, Agirî û Zîlan şahidên vê ne. Yên din jî bermahiyên AKP-MHP’ê ne. Dewleta di nava CHP’ê, AKP û Maseya 6 Ling de li cem Erdogan cih girtiye û dixwaze Kiliçdaroglû, asê bikin.  Heke Kiliçdaroglû soza rawestandina şer, sererastkirina aboriyê, çareserkirina pirsgirêkên bi cîranan re, pêşîlêgirtina nelirêtiyê û hwd. bide, her kes dê piştgiriyê bide. Li hêla din Tifaqa Ked û Azadiyê heye ku Rêya Sêyemîn esas digire. Rêya Sêyemîn, taktîkeke hilbijartinê nîne, navê bernameyeke têkildarî pirsgirêkên Tirkiye, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ye. Anku rêya wê ne heta hilbijartinê lê heta şoreşa konfederalîst dê bidome. Kîjan taktîka hilbijartinê bi kêrî vê rêyê were, dê hilbijêrên HDP’î jî wê taktîkê bi kar bînin.”
 

Sernavên din

10/11/2022
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast