Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin

  • rojane
  • 09:00 9 Mijdar 2022
  • |
img
 
AMED - Abdulgafûr Ateş ê birayê girtî Îbrahîm Ateş diyar kir ku di hevdîtina bi telefon de birayê wî jê re gotiye zext û tundî li ser wan hene û sergardiyan jî ji wan re gotiye, 'Ez dewlet im, em dikarin we bişewitînin û gulebaran bikin.” 
 
Binpêkirina mafê jiyanê yên girtiyan li girtîgehan berdewam dikin. Tevî ku rewşa girtiyên nexweş xedar e jî lê nayên berdan. Hin girtiyên rewşa wan xedar e li girtîgehan jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha zext û tundî jî li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. 
 
Girtî Îbrahîm Ateş ku li Girtîgeha Akçadaga Meletiyê ya Tîpa T’yê girtî ye çend roj berê di hevdîtina bi telefonê ya li gel birayê xwe Abdûlgafûr Ateş re ragihandiyê ku, sergardiyanê girtîgehê gef li wan xwariye û ji wan re gotiye, “Ez dewlet im, dikarim her tiştî bikim, em dikarin we hemûyan bi hev rê bişewitînin, em ê wê gulebaran bikin.” Abdûlgafûr Ateş tekildarî mijarê ji ajansa me re axivî û anî ziman ku ew ji ber rewşa birayê xwe fikar e. 
 
Abdulgafûr Ateş
 
SIRGÛN LI SER SIRGÛNÊ 
 
Abdûlgafûr Ateş diyar kir ku birayê wî di sala 1995’an de hatiye girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê li wî biriye û 27 sal in girtî ye. Ateş bi lêv kir ku birayê wî sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin û wiha got: “Heta sala 2000’î li girtîgehê Amedê bû û piştre sirgûnî girtîgeha Semsûrê kirin. 12 salan jî li wir ma û paşê sirgûnî girtîgeha Kebsûta Balikeserî kirin. Di sala 2017’an de jî ew sirgûnî Kayseriyê kirin û herî dawî jî di sala 2020’an de ew sirgûnî girtîgeha Akçadaga Meletiyê tê kirin. Herî zêde li girtîgeha Akçadagê zext û tundî lê hatin kirin. Di şert û mercên giran de tên ragirtin.”
 
 ZEXT Û ZORÊN LI SER GIRTIYAN
 
Ateş bal kişand ser zext û zorên li girtîgehan û wiha got: “Birayê min 2 sal nîve li girtîgeha Akçadagê tê girtin. Zext û zor li ser wan hene. Nahêlin ku rojname û ji wan re biçîn. Tevî ku abonetiya wan a rojnameyê heye jî lê rojname tê astengkirin. Çend meh berê di qawîşa wan de girtiyêkî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê wan jî xwestiyê agahiyê rêveberiya girtîgehê bistînin lê rêveberiya girtîgehê agahî nedaye wan û alozî derketiye.” 
 
‘EM Ê WE BI KOMÎ BIŞEWITÎNIN’ 
 
Ateş da zanîn ku çend roj berê di hevdîtina bi telefonê de birayê wî qala tundiyên gardiyan li wan dikin kiriye û wiha domand: “Di hevdîtina bi telefonê de ji min re got ku gef li wan hatine xwarin. Sergardiyan gotiye, ‘ez dewletim, dikarim her tiştî bikim, em dikarin li vir we hemûyan bi hev re bişewitînin, em dikarin we gulebaran bikin’. Jimartina li ser pêyan li wan tê ferzkirin. Girtî jî vê yekê qebûl nakin. Ji min re got jiyana me di xeterê de ye. Ji ber rewşa wan em jî bi fikar in. Girtî dibêjin ku wê vê bêrûmetiyê qebûl nekin.”
 
JI REWŞA GIRTIYAN BI FIKAR IN 
 
Ateş destnîşan kir ku li girtîgehan dewlet ji girtiyan berpirsyar e û got: “Em dixwazin ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Ji aliyekî ve Wezîrê Dadê dibêje ‘em dê ji bo girtiyan qanûnên demokratîk derxin’. Ji bo qirêjiya xwe paqîj bikin qaşo girtîgehan dikin muze,  ji alîke ve jî jî weke salên 80’î û 90’î zext, tundî û bêhiqûqî li ser girtiyan hene. Daxuyaniya Wezîrê Dadê û tiştên li girtîgehan diqewimin, nakokî ne. Daxwaza me ji Wezîrê Dadê û partiyên siyasî ew e ku li ser meseleya girtîgehan bisekinin û mudaxileyî rewşa li girtîgeha bikin. Ne tenê birayê min hemû girtî di vê rewşe de ne. Jiyana girtiyan di xetereyê de ye. Girtî li wir dîl hatine girtin.” 
 
‘DIXWAZIN RÛMETA GIRTIYAN BIŞKÎNIN’ 
 
Ateş bi lêv kir ku nexweşiya Hebatît C li birayê wî peyda bûye û ji ber ferzkirina bêrûmetî tedawiya li girtîgehê qebûl nake. Ateş diyar kir ku her çiqas nexweşiya birayê wî di astekê bilin de nebe jî divê tedawiya wî bê kirin û wiha axivî: “Ji ber sepanên li girtîgehê tedawî jî nabin. Dema diçe nexweşxanê jê re dibêjin devê xwe vekin em dê hûndirê deve we lêgerîn bikin ew jî ji ber ku vê yekê qebûl nakin naçin nexweşxanê ye.  2 sal û nîve ku ji ber heqeratan hê jî neçûye nexweşxaneyê. Tenduristiya mirovan bi ser her tiştî re ye. Dixwazin rûmeta girtiyan binpê bikin. Ev yek nayê qebûlkirin.” 
 
BANGA XWEDÎDERKETINA GIRTIYAN 
 
Ateş banga xwedî derketina girtiyan li xelkê û raya giştî kir û got: “Pêwîste gelê kurd ji bo girtiyan rabe ser pêya. Divê girtî bi tenê neyên hiştin.” 
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

10/11/2022
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn