WAN - Li taxa Xaçortê ya Wanê li dijî êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê çalakiyek hat lidarxistin.
Welatiyan li taxa Xaçortê ya Wanê êrişên kîmyewî yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Tirkiyeyê şermezar kirin. Komek welatî li Xaçortê li hev kom bûn, li ser rê barîkat danîn û çalakî li dar xistin. Hat destnîşankirin ku polîsan hatine cihê çalakiyê û bi gaza îsotê êrişî welatiyan kirine û welatiyan jî fîşekên hewayî berê polîsan dane.