Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike

  • rojane
  • 10:02 30 Cotmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Endamê PE’yê yê berê Jurgen Klute diyar kir ku dewleta tirk ji şerê Ûkraynayê sûd digire û li herêmê gelek sûcên şer dike û wiha got: “Dewletên ewropî jî ji ber berjewendiyên xwe dengê xwe ji van sûcan re nakin.” 

 
Dewleta tirk di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin û ev êriş hêjta berdewam in. Di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk de 17 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dabûn. Herî dawî jî dîmenên du gerîlayên HPG’ê yên ku ji çekên kîmyewî bibandor bûyîn û jiyana xwe ji dest dayîn bi raya giştî re hatibûn parvekirin. Hevberdevkê Koma Dostaniya bi Kurdan re ku di çarçoveya Parlamentoya Ewropayê (PE) de hatibû avakirin, endamê Koma Çep a PE’yê û endamê PE’yê yê berê Jurgen Klute têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve û bêdengiya welatên ewropî bi ajansa me re axivî. 
 
ROJEVA EWROPAYÊ ÛKRAYNA YE 
 
Klute, da zanîn ku Koma Dostaniya bi Kurdan re di sala 2009’an de bi mebesta piştevaniya bi pêvajoya çareseriyê re hatiye avakirin û wiha got: “Di navbera Tirkiye û kurdan de hevdîtin dihatin kirin û me jî got avakirina komeke wiha dibe ku ji bo pêvajoyê bibe alîkar. Me nîqaşên li PE’yê û geşedanên li Tirkiye û herêmê dişopandin. Me siyasetmedarên kurd vexwendin hinek konferansan û bi vê rêyê deriyên PE’yê ji kurdan re vekirin. Komek hêjta li wir heye û amadekariya Konferansa Kurdan dikin. Lê belê niha rojeva PE’yê şerê li Ûkraynayê ye.”
 
SÛCÊN ŞER ÊN TIRKIYEYÊ
 
Bi domdarî Klute anî ziman ku Tirkiye ne cara ewil e ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî dibe rojev û ev tişt anî ziman: “Dema van çekan bi kar tîne, baş dizane ku di peymanên navneteweyî de hatine qedexekirin. Lê dema em li raporên dema dawî dinihêrin, dibînin ku bikaranîna çekên kîmyewî zêde kiriye. Tirkiye, ji şerê Ûkraynayê sûd digire û wisa bi rehetî bi kar tîne. Şerê Ûkraynayê li Ewropayê rê li ber krîzeke mezin vekir. Welatên ewropî, êrişên li dijî kurdan jinedîtî ve tên. Ev yek şermekî mezin e. Çapemenî di xistina rojevê de roleke sereke dilîze lê pir kêm qala êrişên li dijî Kurdistanê dikin. Her wiha Tirkiye endama NATO’yê ye û ev jî rê li ber digire. Di mijara endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê de jî Tirkiyeyê şantaj kir. Lê welatên rojavayî ne ev şantaj vala derxistin, ne ji ber êrişên li dijî kurdan zextek li Tirkiyeyê kirin û ne jî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe nekirin. Ji ber sedemên min gotin, em pir zehmetiyê dikişînin ku balê bikişînin ser binpêkirina Tirkiye û artêşa wê.” 
 
HELWESTA OPCW’Ê 
 
Di berdewamê de Klute got ku girîngtirîn sedema ku welatên endam ji bo bikaranîna çekên kîmyewî daxwaza lêkolînê ji OPCW’ê nekin, şerê Ûkraynayê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dewlet naxwazin di pêvajoyeke wiha de Tirkiyeyê bikin dijberê xwe. Dema şerê li Ûkraynayê didome jî welatên rojavayî naxwazin têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xera bikin. Li gorî me, çareseriya herî baş ew e ku mirov rêxistinên civaka sivîl, parastvanên aştî û mafên mirovan, sendîka û rêxistinên kedê têxe nava liv û tevgerê ku zextê li dewletan bikin da ku gav biavêjin. Rûsya jî li Ûkraynayê gelek sûcên şer dike. Heke Tirkiye bixwaze van êrişan şermezar bike, divê ji ewil destên wê paqij bin. Her wiha welatên rojavayî jî heke bixwazin şermezar bikin, divê sûcên şer ên Tirkiyeyê jî jinedîtî ve neyên. Divê ev yek jî ji raya giştî re vekirî bê kirin.” 
 
BÊDENGIYA ÇAPEMENIYA ROJAVA 
 
Klut, bal kişand ser bêdengiya çapemeniya welatên rojavayî û ev tişt anî ziman: “Bala wan li ser şerê Ûkraynayê ye û ya ku dikin durûtî ye. Çapemenî, hêza çaremîn e. Bi tevgereke gel dikare pêşî li êrişên ser kurdan bên girtin. Lê haya gelên ewropî ji êrişên ser kurdan nîne. Ji ber ku çapemeniya Ewropayê tu tiştekî nanivîsîne. Weke mînak, di çapemeniya Almanyayê de dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berde, têkildarî şerê li Kurdistana Iraqê de yek gotin tune ye. Niha şerê Ûkraynayê, krîza enerjiyê û krîza avhewayê sê rojevên wan ên sereke ne. Heke bi rastî jî bixwazin ku pêbawer bin, divê çawa ku li dijî sûcên şer ên Rûsyayê dengê xwe derdixînin, bi heman awayî li dijî sûcên şer ên Tirkiyeyê jî dengê xwe bikin.” 
 
KONFERANSA KURDAN A NAVNETEWEYΠ
 
Di berdewamê de Klut diyar kir ku tevî her neyiniyan jî, ji bo pêşîlêgirtina neheqiyên dewleta tirk û sûcên wê yên şer di nava hewldanan de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Çendek meh berê me bi tevlibûna siyasetmedar, aktîvîst, hiqûqnas û gelek mirovên ji qadên cuda Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdan re ya Navneteweyî ava kir. Em hewl didin hîn bêhtir mirovan tev li bikin. Di vê çarçoveyê de bi sendîka, partiyên çep û parastvanên aştî û mafên mirovan ên welatên cuda re hevdîtinan dikin. Di encama xebatan de me karî bala hinek endamên PE’yê bikişînin ser mijarê. Ji bo vê kolektîfê hewcehî bi hêza çapemeniyê heye. Pir girîng e ku em raya giştî ji van sûcan haydar bikin.”
 
MA / Gozde Çagri Ozkose
 

Sernavên din

30/10/2022
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin