Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin

  • rojane
  • 09:04 30 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û qedexeya nû ya 6 mehan a hevdîtina bi parêzeran re nayê qebûlkirin û got: “Heta ku tecrîd neyê şikandin, hevdîtin pêk neyê û birêz Ocalan nêrînên xwe ji hemû gel re neragihîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, ji hevdîtina parêzeran a di 7’ê tebaxa 2019’an de hatiye kirin û axaftina bi telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de bi malbata xwe re kir ve agahî jê nayên girtin. Hate hînbûn ku ji Abdullah Ocalan ê 19 meh in agahî jê nayên girtin re di 21’ê cotmehê de ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabûn lê hêj tu bersiv nehatine dayîn. Yek ji kesên ku serlêdana hevdîtinê kir jî parlamenterê HDP’ê yê Rihayê ku di heman demê de biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan bû. Omer Ocalan têkildarî cezayên dîsîplînê yên hatin dayîn, rewşa agahî negirtinê, bêdengiya navnetewî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘LI ÎMRALIYÊ ÎZOLASYON HEYE’
 
Ocalan, diyar kir ku ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin weke malbata wî her hefte serlêdanê dikin lê tu bersivan nagirin û da zanîn ku di heman demê ji 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên girtin jî agahî nayê girtin. Ocalan, bi lêv kir ku li Îmraliyê qanûneke korsanwarî di meriyetê de ye û wiha got: “Naxwazin Rêberê vî gelî bi malbat, parêzer û gelê xwe re bikeve têkiliyê. Ev zilm, îşkence 24 sal in li Grava Îmraliyê berdewam dike. Li Îmraliyê rewşeke îzolasyonê heye.”
 
PIŞTÎ 2011’AN KONSEPTEKE NÛ KETE DEWRÊ
 
Ocalan, bi bîr xist ku parêzer û malbatan heta sala 2011’an dikarî biçin hevdîtinê û anî ziman ku piştî sala 2011 konsepteke nû kete dewrê. Ocalan, da zanîn ku di serdema ku jê re digotin “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera 2013 û 2015’an de dom kir de şandeyeke HDP’î çû Girava Îmraliyê û wiha berdewam kir: “Parêzerên Rêberê Gelê Kurd di 6-7 salan de karîn 4 caran bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ew hevdîtin jî di pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê de hatin kirin. Em nikarin bêjin li Tirkiyeyê ji bo Ocalan qanûn tên sepandin. Girava Îmraliyê kirine laboratuvarek. Em bawer nakin ku ev der girêdayî Wezareta Dadê ye. Ev mekanizmaya li vê derê girêdayî Erdogan e. Erdogan astengkirin û qedexekirinên wê derê li qesra xwe dike.”
 
BERSIV NEDAN SERLÊDANA HDP’Ê
 
Ocalan, anî ziman ku nahêlin dengê Abdullah Ocalan bigihêje gel û bi lêv kir ku li aliyê din têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan jî bifikar e. Ocalan, bi bîr xist ku ji bilî serlêdana malbatê weke HDP jî bi Hevserokên HDP’ê yên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay re ji bo li Girava Îmraliyê hevdîtinê bikin serlêdan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me weke partî serlêdan kir. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê, ji bo em dizanin navnîşana çareseriyê Îmrali ye me serlêdan kir. Heta niha ji vê serlêdana me re bersivek nehatiye dayîn.”
 
Omer Ocalan, bal kişand ku çareseriya şerê 40 sal in didome birêz Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Dema Ocalan diaxive û rola xwe pêk anî, civak aram dibe. Ji ber wê yekê serlêdana partiya me girîng e. Ji bo ku tecrîd were şikandin em xebatên xwe didomînin. Kurdistan niha di nava agirekî de ye. Dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin. Zarokên vî gelî jiyana xwe ji dest didin. Ji bo ku ev şer bi dawî bibe divê diyalog û hevdîtin bên kirin.”
 
‘MALBAT Û PARÊZER NIKARIN HEVDÎTINÊ BIKIN’
 
Ocalan, diyar kir ku piştî Mûtabaqata Dolmabahçeyê ji 5’ê nîsanê û vir ve tecrîd bi awayekî girankirî didome û anî ziman ku malbat û parêzer nikarin biçin gel Rêberê Gelê Kurd. Omer Ocalan ê qala serdana Komîteya Pêşîlêgirina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya Girava Îmraliyê kir, daxuyaniya CPT’yê ya ku bêyî destûra Tirkiyeyê nikare raporên xwe biweşîne bi vî rengî şîrove kir: “Li bendê ne ku îşkencekar destûrê bidinê.” Ocalan ê qala qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a nû ya 6 mehan ku di 21’ê cotmehê de ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hate dayîn kir û da zanîn ku berê hincetên “koster xerabe ye” û “Rewşa hewayê nebaş e” dihatin pêşkeşkirin û di 3 salên dawî de jî hevdîtinên parêzer û malbatê bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin. 
 
MAFÊ HÊVIYÊ 
 
Omer Ocalan, bersiva Tirkiyeyê ya “ji mafê hêviyê bêpar hatiye hiştin” ku ji bo Ocalan dabû Konseya Ewropayê nirxand û anî ziman ku bersiva Tirkiyeyê ne tişteke nû ye. Ocalan, diyar kir ku daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku Ocalan ji vî mafî bêpar hatiye hiştin, nîşana wê yekê ye ku hiqûqeke cihêkar hatiye pêkanîn û wiha domand: “Dijminatiyeke bi vî rengî nabe. Ev ne bersivek e. Ev yek kûrkirina şer û pirsgirêkan e. Tu nikarî heta hetayê kesekî di girtîgehê de bihêlî. Ev dijminatiyeke mezin e, zilmeke mezin e.”
 
‘HETA KU TECRÎD WERE ŞIKANDIN DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
 
Ocalan, diyar kir ku divê gelê kurd li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serî de gelê me yê Ewropayê, gelê Kurdistanê û dostên wan divê dengê xwe derxînin. Kesê ku 24 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin Birêz Ocalan e. Kesê ku 19 meh in hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê re tê astengkirin Birêz Ocalan e. Ji bo vê jî yekitiyeke mezin û xurt lazim e. Ji bo vê jî berxwedan û têkoşîn lazim e. Heta ku tecrîd neyê şikandin, hevdîtin pêk neyê û birêz Ocalan nêrînên xwe ji hemû gel re neragihîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

30/10/2022
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike