'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'

  • rojane
  • 09:01 29 Cotmeh 2022
  • |

AMED - Di ser koça dawî ya kedkarê çapemeniya azad Mamoste Qedrî re 4 sal derbas bûn. Rojnameger Rêdûr Dîjle ku behsa wî kir got: "Bi rastî mamoste bû. Bi keda xwe, bi helwesta xwe rênîşanderekî mezin bû û navenda çareseriyê bû." 

 
Kadrî Kaya, bi navê xwe yê dîtir Mamoste Qedrî li gundê Dêrsilavê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Demeke dirêj di saziyên perrwedehiyê de karmendî kiriye û piştî ku teqawîd bûye derbasî çapemeniya azad bûye. Ji sala 1999'an heya sala 2016'an bênavber di qada çapemeniyê de xebitiye. Kaya ji ber nexweşîna pençeşêrê di 29’ê cotmeha 2018’an de li Fakulteya Tibê ya Egeyê jiyana xwe ji dest da. Kadrî Kaya di çapemeniya azad de wekî "mamoste" tê binavkirin û her sal ji aliyê malbata xwe, hevalên xwe û hevpîşeyên xwe ve li ser gora xwe tê bibîranîn. 
 
Mamoste Qedrî, piştî ji karmendiyê teqawid bûye, di sala 1999'an de li Rojnameya Ozgur Bakişê xebitiye. Piştî ku rojname di 27'ê gulana 2000'î de hatiye girtin, vê carê li Amedê bûye nûnerê Rojnameya Yenî Gundemê. Gava Yenî Gundem jî di 31'ê Adara 2001'ê de hatiye girtin vê carê di Rojnameya Yedîncî Gundemê ya heftane de xebitiye û herî dawî jî li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku di 4'ê Nîsana 2002'yan de dest bi weşana xwe kiriye xebitiye û bûye nûnerê wê yê Amedê. Mamoste Qedrî heya DÎHA di 29’ê Cotmeha di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin jî li vir xebitiye. 
 
Rojnamevan Rêdûr Dîjle di 4'emîn salvegera koça dawî ya Mamoste Qedrî de behsa wî kir. 
 
‘BERNAVÊ MAMOSTE TAM LI GOR WÎ BÛ’
 
Rojnameger Dîjle anî ziman ku ew di dawiya 2015’an de li Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kiriye û li vir Mamoste Qedrî nas kiriye. Dîjle got: “Dema min ew nû nas kir hemû kesî jê re digot, ‘Mamoste’. A rast, min meraq dikir ku çima jê re dibêjin 'mamoste'. Lê her ku çû min fêm kir ku çima wiha jê re dibêjin. Bi rastî jî mamoste bû. Ji ber ku ev bernav an jî peyv, ne tiştekî barsivik e ku mirov ji her kesî re bibêje." 
 
Dîjle bilêv kir ku Mamoste Qedrî xwedî çend xisûsiyetên berbiçav bû û wiha got: "Berî her tiştî ehlê duristiyê bû. Ji bo wî ked tiştekî bivê nevê bû. Her wiha li gor vê jî tevdigeriya. Kedkarekî mezin bû. Li gel kedkariya xwe afirîner bû jî. Diafirand. Lewma dikarim bibêjim bernavê mamoste tam li gorî wî bû." 
 
‘NAVENDA ÇARESERIYÊ BÛ’
 
Rojnamevan Dîjle anî ziman ku yek ji taybetmendî û xisûsiyetên Mamoste Qedrî jî ew bû ku ji zimanekî gilîker hez nedikir û got: “Mamoste Qedrî, geh tamûrker bû, geh nûçegihan bû, geh edîtor bû û geh rêvebir bû. Bala wî li ser her tiştê ajansê bû. Gava tu diketî odeya wî, te didît tim bi tiştekî re eleqedar dibe. An bi kamerayeke xerabûyî an jî wênegirekê. Ew amûrên ku hin hevalan hêviya xwe ji wan dibirî û digotin êdî bi kêrî tiştekî nayê, ew bi hûgulî li ser disekinî, teşxîsa arîzeya wê datanî û ew çareser dikir. Nedihişt ew tişt berhewa biçe. Ev jî xisûsiyeta wî ya dijîsrafî dide der."
 
Dîjle destnîşan kir ku Mamoste Qedrî bi her awayî navenda çareseriye bû û wiha domand: "Heke pirsgirêkek rû bidana qet bi gilî û gazin nêz nedibû. Çimkî gilî û gazîn ne li gorî wî bûn. Her tim alternatîfên wî hebûn. Navenda çareseriyê bû. Ji bo her pirsgirêkê reçeteyek wî hebû." 
 
‘TEKOŞÊR BÛ’
 
Dîjle axaftina xwe wiha domand: "Mamoste Qedrî, tenê ne xebatkarekî çapemeniyê, di heman demê de parastvan û têkoşerekî wê bû jî. Kesekî heya tu bibêjî durist û rast bû. Bi vê hesasiyetê nêzî kedê dibû. Tiştekî ku ked di nav de tune bûye, ew ne ehlê wî tiştî bû. Ji lew re gava ked tunebûya jî gere bihata afirandin. Bi qasî min ew nas kir, her li gor vê bîr û baweriyê tevgeriya." 
 
‘EM Ê KEDA WÎ YA AFIRÎNER BILINDTIR BIKIN’
 
Dîjle bilêv kir ku kêfxweş û şanaz e ku Mamsote Qedrî nas kiriye û got ku Mamoste Qedrî ji bo wan hem hevrêyek hem jî rênîşanderekî mezin bûye. 
 
Dîjle, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mamoste Qedrî bi her awayî, bi helwesta xwe, bi liv û tevgerên xwe rênîşanderekî mezin bû ji bo me û ez wisa yeqîn dikim ku ji bo hemû kesên ew nas kirine û pê re xebitîne. Ji tişta ku yeqîniya xwe pê dianî,tawiz nedida. Helbet bi koça wî ya fîzîkî em êşbar in, lê bi wî ruhê xwe yê ji me re hişt hê jî zindî ye. A ku dikeve ser milê me jî ew e ku wê keda wî, keda wî ya afirîner û têkoşeriya wî bilindtir û xurttir bikin."
 
MA / Mahmût Altintaş 

Sernavên din

30/10/2022
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin