Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e

  • rojane
  • 12:44 28 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan dan zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê li dijî binpêkirinan, di 30’ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û çalakî hêj didome. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfazkirina Ceza de (CÎSST) têkildarî serdana xwe ya di 14’ê cotmehê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê raporek amade kir û parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku bi girtî Nevzat Ozturk, Marûf Turkan, Erdal Tuncel û Hayatî Kaytan re hevdîtin kirine. Bi domdarî hat gotin ku li girtîgehê 170 girtiyên siyasî hene û ji van girtiyan 4 jê li hucreyên yekkesî û yên din jî di hucreyên 3 kesî de tên ragirtin. Her wiha hat ragihandin ku piştî guherandina midûrê girtîgehê, êdî hefteyê du caran bi ser hucreyan de tê girtin.  
 
BI SER HUCREYAN DE TÊ GIRTIN
 
Di raporê de nêrînên girtiyan jî hatin parvekirin û ev agahî hatin dayîn: “Ev lêgerîn mîna talanê tên kirin. Alavên me tên belavekirin û dest danin ser mûçing, meqes, pênûs û firaqên ku em ji kantînê dikirin. Di nava hefteyekê de 4 caran lêgerînê dikin. Di dema lêgerînan de dibêjin; ‘ev rojên we yên herî baş in.’ Gotinên provakatîf tên kirin. Tevî ku li dijî usûlê ye jî, di dema lêgerînan de me ji hucreyan derdixînin.” 
 
ÇALAKIYAN ASTENG DIKIN 
 
Bi domdarî hat gotin ku ev nêzî 3 sal in çalakiyên weke spor û atolyeyê bi awayekî keyfî tên qedexekirin û ev agahî hatin parvekirin: “Rêveberiya girtîgehê bi hinceta pandemiyê van çalakiyan asteng dike. Mafê sihbetê yê girtiyan tê astengkirin. Bi hinceta ku zivistan dest pê kiriye, saetên derketina hewadariyê jî kêm kirine. Ji ber ku girtiyên cezayê muebbeta giran nikarin di dema derketina ro yê derkevin, sûdê ji royê nagirin.” 
  
JIYAN BISÎNOR KIRINE! 
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku rojane tenê 150 lîtreyên ava germ û 300 lîtreyên ava sar tên dayîn û wiha domiya: “Rêveberiya girtîgehê bi hincetên cuda dest dane ser alavên girtiyan. Her wiha bi hinceta ‘dibe ku şewat derkeve’, dest dane ser pirtûkan û hejmara wan bisînor kiriye. Hatiye bisînorkirin ku girtî ji 4 tîşort, 2 fanêle, 3 sol, şimikek û 2 pêcameyan zêdetir tiştan li cem xwe bigirin. Girtî jî dibêjin; ‘avhewayê Boluyê ji ya girtîgehên din cuda ye, bisînorkirina hejmara fanêleyan a bi 2’yan me dide zorê û bisînorkirina şimikan jî dike ku em bi şimikekê hem bikevin serşokê û hem jî di nava rojê de bi kar bînin. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser jiyana me dike.’” 
 
‘LIJNEYA KEYFÊ’
 
Di raporê de hat gotin ku ji bo hucreyên yekkesî mehê 200 lîre fatûre tê birîn, tenê cureyekê xwarinan derdikeve û nebaş in, bihayê kantînê zêde ye û bal kişand ser binpêkirinên ji ber Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê. Rapor wiha bi dawî dibe: “Lijne, bêyî ku bangî girtiyan bike înfazên wan dişewitîne. Bi hincetên weke li gorî pergala xewê tevnagere, hindik pirtûk xwendine, di bikaranîna ceyran û avê de biteserûf tevnegeriyaye, biryarê didin ku rewşa wî baş nîne. Tevî ku li dijî van biryaran ji bo dadgeriya înfazê û dadgeha cezayên giran serlêdan tên kirin jî, encamek nayê bidestxistin. Bi vî awayî mafê berdana bi şertê kontrola edlî tê astengkirin. Heta niha li girtîgeha Boluyê 6 kes bi van sedeman nehatine berdan û girtiyên ku cezayê wan kêm maye jî bi fikarê dijîn. 
 
LI DIJÎ BINPÊKIRINAN KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Li girtîgehê 50 girtiyên nexweş hene û ji van girtiyên nexweş rewşa 20’an giran e. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê rastî ‘miameleyeke provakatîf’ tên. Li dijî van binpêkirinan, girtiyan di 30’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kir. Girtî kom bi kom dikevin grevê û komên ku ji 5 kesan pêk tên her 10 rojan carekî çalakiyê dewrî koma dikin dike. Di heman demê de girtiyan di 17’ê cotmehê de ji bo du hefteyan biryar dan ku dernekevin hevdîtina li ser telefonê. Her wiha çalakiya lêxistina li derî pêk anîne. Ji ber çalakiyan, derheqê 136 girtiyan de lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin. Ji bo ku binpêkirinên heyî bi dawî bibin, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin hatin kirin lê bersiveke erênî nehat dayîn. Bi vê yekê re neçareseriyê ferz dikin.” 
 

Sernavên din

30/10/2022
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin