* Di salên dawî de li Şirnexê û herêmê bûyerên xwe kuştinê zêde bûne. Di 22 mehên dawî de 32 kesan hewl daye xwe bikuje û ji van kesan 27 kes jiyana xwe ji dest dane. Derûnnas Îsrafîl Bulbul diyar kir ku li herêmê şert û mercên pevçûnan metirsiya xwekuştinê zêde dike û wiha got: “Piştî sala 2019’an welatê ku herî zêde nexweşiyên derûniyê lê zêde bûne Tirkiye ye."
* Abdulhamît Balik ku piştî 30 salên girtîgehê di 29’e Îlonê de hat berdan anî ziman ku wî di girtîgehê de xwe naskiriye.
* Nivîskar û weşanger Azad Zal destnîşan kir ku hemû ziman hem xwedî avantaj û hem jî xwedî dezavantaj in lê tu rabî bi zimanekî biyanî bingeha perwerdehiyê deynî, tu yê nikaribî xwe jê xelas bikî û wiha got: "Divê her kurd wexta çû malê tirkî, erebî û farisiya xwe deyne aliyekî û serê xwe vala bike.”
* Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku Tirkiye berxwedana Kobanê ranagire û wiha got: “Her ku DAIŞ qels dibe, Tirkiye dikeve navberê û naxwaze tune bibe.”
* Wezareta Karên Navxweyî, teqîneke di sala 2004'an de xistiye stuyê A.D. yê ku di navbera 1996-2010'an de di girtîgehê de bûye. Her wiha wezaretê 92 hezar tazmînata daye malbata kesê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest daye jî, ji A.D. xwestiye.
* Di dema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek topên hawanê li Nisêbîn û Qoserê ketibûn. Ji ber van topan 14 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Di ser mirina 14 kesan re 3 sal derbas bûne, lê heya niha tenê hevokek li lêpirsînê hatiye zêdekirin.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 584’an de berdewam dike.
* Tê payîn ku cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel piştî kar û barên otopsiyê li Taxa Golyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê bê definkirin.
* Danişîna doza Rojnameger Bêrîtan Canozer de dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09-00-17.00)
* 6’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina DBP’a Wanê bi tevlibûna Hevseroka Giştî Saliha Aydenîz dê li Eywana Dawetan a Mavî Plazayê bê lidarxistin. (11.00)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Ame û Îzmîrê ku bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin hatibû destpêkirin, didome. (11.00-16.00)
* Şaxa OHD’a Mêrsînê dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (12.30)