Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike

  • rojane
  • 16:09 12 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Parêzer Bulent Dûran ji bo roja 600’emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bang li dozgeran kir û wiha got: “Em bang li dozgerên ku deriyên xwe ji me re girtin û faîlan diparêzin dikin; em ê wê rojê bi 600 parêzeran re li vir bin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 583’yemîn de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibê de hate ber deriyê edliyeyê û li qada ku weke “Quncikê malbata Şenyaşar tê binavkirin” dest bi nobeta xwe kir. Serdanên piştgiriyê yên bi malbatê re jî didomin. Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Riha û Dîlokê, parêzerên malbatê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê nû hate hilbijartin û rêveberiya wî tevî astengkirina polîsan jî li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Pêşiya parêzerên ku ji qada malbat nobetê digire ber bi avahiya edliyeyê ve meşiyan, li ber deriyê bexçe yê avahiya edliyeyê ji aliyê polîsan ve hate birîn. Polîsan îdia kirin ku di baxçeyê edliyeyê de qedexeye ku daxuyaniyê bidin û diyar kirin ku destûrê nadin daxuyaniyê. Parêzeran jî bi lêv kirin ku dayîna daxuyaniyê ya li ber edliyeyê qedexe nîne û xwest in polîs têkildarî qedexeyê kaxizê nîşanî wan bidin. Polîsên ku nekarîn qanûneke nivîskî nîşan bidin bi binçavkirinê gef li parêzeran xwarin. Her çiqas polîsan îdia kiribe ku heta niha tu komele an partiyên siyasî li ber edliyeyê daxuyanî nedane jî, parêzeran belgeyên ku AKP’ê û saziyên nêzîkî wê li wir daxuyanî dane nîşanî polîsan dan. 
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bi bîr xist ku dema serdema serokatiya wî ya baroyê de li ber avahiya edliyeyê gelek daxuyanî dane û bi lêv kir ku kesên ku mudaxile bikin wê sûc bikin. Polîsan li ser vê yekê gotin ku çalakiya malbata Şenyaşar “meseleyeke şexsî ye” û îdiakirin ku ji ber daxuyaniyên beriya niha parêzer û baro eleqedar dikirin destûr hatiye dayîn. Parêzeran bertek nîşanî hewldana polîsan ya li dijî nobeta malbatê dan û bi lêv kirin ku têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar rayagiştî, parêzeran û baroyê eleqedar dike. 
 
TEVÎ ASTENGKIRINÊ JÎ DAXUYANÎ DAN
 
Parêzeran diyarkirin ku tevî astengkirinê jî wê daxuyaniyê bidin û pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” vekirin. Li ser vê yekê tîmên polîsan ên cuda hatin vexwendin. Polîs li dijî sekna bi biryar a parêzeran bêyî ku mudaxile bikin li ber edliyeyê veqetiyan. Yek ji parêzerê malbatê Bulent Dûran ê piştî hewldanên astengkirinê axivî wiha got: “Tevî ku malbat tenê bi rûniştinê daxwaza edaletê kir jî her roj cihê nobeta wan hate tengkirin, derxistin derveyî avahiya edliyeyê û cihê lê rûniştin bi bariyeran hatin dorpêçkirin. Hewldan dengê malbatê bibirin. Ev lêpirsîn li gorî hiqûqa desthilat û serweran dimeşe. Dosyayê ji me vedişêrin û lêpirsîn pêş ve naçe.”
 
‘DOSYAYÊ JI ME DIREVÎNIN’
 
Dûran, bi bîr xist ku piştî komkujiyê 4 salan di 2’yê nîsana 2022’yan de têkildarî dosyaya nexweşxaneyê 4 kes hatin girtin û wiha berdewam kir: “Di lêpirsîna veşartî hate kirin de dest nedan faîlan. Ji ber delîl ji holê hatin rakirin, 4 kes girtin û 2 kes van rojên derbasbûyî bi awayekî bêdeng berdan. Beyanên şahidan hatin pirsîn lê ji parêzerên malbatê re lêpirsîn bi sînore. Kesên komkujî pêk anîn nehatin girtin. Rayagiştî wê vê bizane. Em weke parêzer bi israr û înat daxwaz dikin ku divê lêkolîna li îstînafê demildest bê kirin, Fadil Şenyaşar bê berdan, faîl demildest bên girtin, di dosyaya nepen û sînordar de herkesên ku sûc kirine bên cezakirin.”
 
‘EM Ê BI 600 PARÊZERAN LI VIR BIN’
 
Dûran, bang li kesên xwedî wijdan, parazvanên mafên mirovan û baroyan kir ku tev li roja 600’emîn (28’ê cotmehê) a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû parêzerên xwedî wijdan divê li cem malbatê bin. Em di 28’ê cotmehê de di roja 600’emîn de bi 600 parêzeran re li vir bin. Bila ew dozgerê îro bi me re hevdîtin nekir baş bizane. Em ê di 28’ê cotmehê de bi 600 parêzeran bikevin vê edliyeyê. Em bang li dozgerên ku deriyên xwe ji me re girtin û faîlan diparêzin dikin; em ê wê rojê bi 600 parêzeran re li vir bin. Em ê ji bo edaletê têbikoşin. Em ê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”
 
ŞENYAŞAR: EM HERKESÊ VEDIXWÎNIN VIR
 
Dû re Ferît Şenyaşar mafê axaftinê girt û wiha got: “Di 14’ê hezîrana 2018’an de di nava Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de 3 mirov bi lînckirinê hatin qetilkirin. 4 sal derbas bûn hêj di dozê de biryara nepen didome. Kesên ku komkujî kirin li meydanan diğerin. Ev ne sûc in lê daxwaza me ya edaletê ya li vir sûc e. Nobeta me heta ku edalet pêk were wê bidome. Heke baro, parêzer bêdeng bibin welatî nikarin bêhnê bistînin. Em li vir têkoşîneke maf didin. Em di roja 600’emîn de hemû serokên baroyan, parêzeran û her kesên ku dibêjin ez parazvanê mafê mirovan im vedixwînin vir. Wezîrê Dadê dibêje ‘Deriyan ji welatiyan re negirin’. Deriya Edliyeya Rihayê ya girêdayî Wezaretê niha ji me re girtî ye. Daxwazên me yên hevdîtinê nayên qebûlkirin. Serdozger ji me direve, vê bêhiqûqiyê hemû cîhan dişopîne.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

13/10/2022
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan