Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?

  • rojane
  • 09:01 12 Cotmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Şaredar Mehmet Zirig bertek nîşanî mihrîcana muzîkê ya ku dê bi hevkariya qeymeqamtî û qeyûmê şaredariyê li Cizîrê bê lidarxistin da û ji hunermendên ku dê beşdarî konserê bibin jî pirsî û got: "Wê bi kîjan rû, exlaq û wijdanî werin û li ser cenazeyên gelê kurd bistrên?"
 
Qeyûmê Şaredariya Cizîrê hewl dide li ser birînên şêniyên navçeyê mîhrîcanekê li dar bixe. Di qedexeyên derketina derve de ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeyê hatibû ragihandin û 79 rojan dewam kiribûn, 177 jê di "jêrzemînên wehşetê" de bi giştî 288 kes hatibûn qetilkirin. Çendî ku 7 sal derbas bûne, hê jî cenazeyên 14 kesan nehatine dîtin. Piştî qedexeya derketina derve qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin û şaredarî ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibû standin. Îcraata ewil a qeyûmê hatibû tayinkirin jî ew bû ku xirbeyên avahiyên ku li bajêr hatibûn hilweşandin li qiraxa Çemê Dîcleyê vala kiribûn. Di nava xirbeyên li qeraxa çem hatibûn rijandin de, hin parçeyên cenazeyên kesên ku di qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn dîtin. Pişt re qeyûm cihê ku xirbe lê hatibûn rijandin, kiribû park û navê Mem û Zînê lê kiribû. Piştî 7 salan vê carê jî Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Cizîrê û qeyûmê Şaredariya Cizîrê dixwazin li vir mîhrîcaneke muzîkê li dar bixin. Li gor daxuyaniyan “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî" dê di 30'yê Cotmehê de bê lidarxistin û tê derpêşkirin ku dê hunermend Xêro Abbas, Tara Mamedova, Sefo û Kûrtûlûş Kûş & Bûrak Bûlût derkevin ser dikê. 
 
Piştî ku Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Cizîrê û qeyûmê Cizîrê daxuyandibûn ku dê mîhrîcan li Parka Mem û Zînê bê lidarxistin, şêniyên bajêr bertekek mezin nîşandan. 
 
Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, destnîşan kir ku ev mîhrîcan heqareta li nirxên gelê kurd e.
 
‘DÊ XWE BIHEJÎNIN'
 
Zirîg diyar kir ku cihê ku dê mîhrîcana muzîkê lê bê lidarxistin bi zanebûnî hatiye hilbijartin û wiha got: “Di navbera salên 2015-2016’an de faşîzma AKP-MHP’ê bi tang û topên xwe Cizîrê wêran kir. Di wê pêvajoyê de bi sedan welatiyên Cizîrê hatin qetilkirin. Wê demê bi taybetî di 3 jêrzemînan de bi dehan kes şewitandin. Xirbeyên taxên hatin xerakirin li qeraxa Çemê Dîcleyê vala kirin û ev der kirin park. Belkî hê jî di binê vê parkê de gelek cenazeyên welatiyên me yên bi destê AKP-MHP'ê hatin qetilkirin hebin."
 
Zirîg da zanîn ku li Cizîrê bi dehan park û qad hene ku çalakî lê bên lidarxistin û wiha got: “Lê Parka Mem û Zînê bi taybetî hatiye hilbijartin. Sedema vê ya bingehîn jî ew e ku ev der ji bo gelê Cizîrê cihekî hestiyar û xwedî nirx e. Hestiyên zarokên gelê me di bin vê parkê de ne. Ji aliyê Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Cizîrê û qeyûmê Cizîrê ve li vir lidarxistina konseran heqaret e  li vî gelî. Ji aliyekî ve dibêjin 'Me bi tank û topan Cizîrê hilweşand. Me bi sedan sivîl qetil kirin. Me hemû di binê vê parkê de veşartin' û ji aliyê din ve jî dibêjin 'em ê werin li ser cenazeyan konseran li dar bixin û xwe bihejînin.' Yanî ev park bi taybetî hatiye hilbijartin. Dixwazin li ser cenazeyên zarokên gelê Cizîra Botan kêfê bikin. Ji ber vê yekê ev park hatiye hilbijartin."
 
‘GELÊ ME DIVÊ HIŞYAR BE'
 
Zirig axaftina xwe wiha domand: "Divê gelê me ji bo van hesasiyetan û li hember armanca êrişkar ên walîtiyê yên li ser nirxên gelê kurd hişyar be. Divê her kes zanibe ku armanca Walîtiya Şirnexê çi ye. Heger armanca wan moral bûna, dê ev konser li cihekî din li dar bixistana. Armancên wan ên sereke cuda ne. Armanca wan a sereke êrişa li dijî nirxên gelê Cizîrê ye. Qeymeqam û walîtî bûne yek, di bin navê 'konsera moralê' de dixwazin pê li hestiyên zarokên gelê Cizîrê bikin. Divê tu kes rê nede wan ku ev li ser hestiyên zarokên wan xwe bitepisînin."
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ NIRXÊN GEL
 
Zirig destnîşan kir ku konsera ku dê bê lidarxistin polîtîkaya şerê qirêj e û wiha dewam kir: “Hikûmeta AKP-MHP’ê bi hemû saziyên dewletê li Kurdistanê şerê qirêj dimeşîne. Her kê hêza wan a desthilatdariyê qels dibe, êrişên xwe hîn zêdetir dikin. Sûr ji bo gelê kurd yek ji cihên herî hestiyar bû. Dixwestin li wir jî tiştekî wisa bikin. Di demên pêş de wê bixwazin vê planê li Nisêbînê jî bixin meriyetê. Ji aliyekî ve şerê taybet dimeşînin, ji aliyê din ve jî dixwazin di warê çandî de asîmlasyonê pêk bînin. Li hemberî van lîstikên AKP'ê hişyar bin. Armanca wan ew e ku ber bi hilbijartinê ve propagandaya xwe bikin. AKP îro li cihên wekî Cizîr, Silopiya û Amedê nikare du kesan bîne cem hev. Armanca wan ew e ku bi rêya walîtî û qeymeqamtiyê propagandaya xwe bikin.”
 
BANG LI XÊRO ABBAS Û TARA MAMEDOVA KIR
 
Zirig bang li hunermendên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin jî kir û wiha got: “Dixwazin kesên ku bi saya nirxên gelê kurd hatine astekê daxilî lîstikên qirêj ên li ser hesasiyetên gelê kurd bikin. Tê gotin ku Xêro Abbas û Tara Mamedova jî dê beşdarî 'mîhrîcana' ya navbirî bibin. Ev hunermend bi têkoşîna gelê kurd dizanin. Ew bi nirxên gelê kurd dizanin û baş dizanin ku hikûmeta AKP’ê çawa êrîşî van nirxên gelê kurd dike. Heger beşdarbûna wan rast be, nexwe wê Xêro Abbas bi kîjan rûyî, bi kîjan exlaqî û bi kîjan wijdanî were û li ser cenazeyên gelê kurd bistirê? Tara Mamedova dê çawa li cihekî wisa êşbar bistrê? Ma wijdanê wan rê li ber tiştekî wiha vedike? Tê wateya ku ev kesên ku gelê kurd ew hembêz kirine, berbayî lîstikên qirêj ên AKP'ê ketine. Banga me ji bo wan ev e; Eger bi qasî serê derziyê jî qîmeta nirxên gelê kurd li cem wan hebe dê berbayî vê lîstikê nekevin." 

Sernavên din

13/10/2022
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan