Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin

  • rojane
  • 13:25 3 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Derheqê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya “heqaret” li wezîrê karên hundir Suleyman Soylu û Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î kiriye, doz hatibû vekirin. Danişîna dozê dê sibe bê dîtin. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 574’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin. Malbatê di çalakiyê de pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” hilayîst.
 
Bi sedema axaftinên di dema nobetê de, derheqê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya “heqaretê” 15 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin. Ji van lêpirsînan 5 jê veguherîn dozan. Danişîna yek ji van dozan dê sibe bê dîtin. Hat îdiakirin ku di roja 85’emîn a Nobeta Edaletê (2’yê hezîrana 2021’an) de Şenyaşar ji bo Suleyman Soylu peyva “soysuz” bi kar anî ye û bi hinceta “ji ber peywira dike, heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” doz hatibû vekirin û danişîna dozê sibe tê dîtin. Doza ku di encama lêpirsîna derheqê Emîne Şenyaşar de hatiye vekirin û dosyaya bi hinceta “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz” kiriye hatiye vekirin û li 2’yemîn Dadgehên Cezayên Giştî hatiye vekirin, kiribûn yek dosya. 
 
‘DAXWAZA DAYILÊ DARIZANDINEKE ADILANE YE’
 
Ferît Şenyaşar ku tevî dayika xwe ev 574 roj in bênavber Nobeta Edaletê didomîne, ji bo tevlibûna danişîna doza dayika xwe bang kir. Şenyaşar, diyar kir ku Nobeta Edaletê di bin zilmê de didomînin û wiha got: “Dayikek ev 18 meh in li pêşiya edliyeyê daxwaza edaletê dike. Du kur û hevjînê wê li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. Ambûlansa ku birîndar vediguhestin rastî êrişê hat. Ambûlansa dewletê kete halekî wisa ku naxebite. Kurekê dayikê (Fadil Şenyaşar) zêdetirî 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Yên ku li nexweşxaneyê komkujî kirin, yên ku sûcê li dijî mirovahiyê kirin niha di nava civakê de dijîn. Daxwaza dayikê hiqûq û edalete. Dixwaze ku kurê wê yê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin were berdan. Dayik, dixwaze ku têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê darizandineke adilane çêbibe.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ
 
Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku dayika wî her roj li ber deriyê edliyeyê zemaran dike û wiha domand: “Ji ber van zemarên dayikê jî dozgeran 15 lêpirsînên cuda vekirin. Ev lêpirsîn vediguherin dozan. Ji ber zemarêke dayikê, dozger bi hûr û kûr ser fikirîne, peyvek jê girtine û bi hinceta ku ‘heqaret’ li wezîrê karên hundir û parlamenterê ku komkujî kiriye de doz vekir. Lewma dayik dê sibe derkeve pêşberî dozger. Ji bo ku ev bêedaletiye ji holê rabe, her kesê ji xwe re dibêje en insan im û xwedî wijdanim, bila sibe bên vê derê û tev li danişînê bibin. Werin bibînin bê ka dadger û dozger çiqas bêker in.”
 
‘EDALET LI KU YE?’
 
Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), DEVA û AKP’ê etîket kir û ev peyam parve kir: “15 lêpirsînên derheqê dayikê de hatibûn vekirin, vediguherin dozan. Dayik weke bersûc dê derkeve pêşberî dadger. Lê belê biryara nepeniyê ya li ser komkujiya di 2018’an de li nexweşxaneyê hatiye kirin hêj didome. Edalet li ku ye?” 
 

Sernavên din

05/10/2022
13:23 Taxên Geverê di dorpêçê de ne: 4 kes hatin binçavkirin
13:17 Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin
12:49 Cenazeyê endamê HPG’ê Arslan hat veşartin
12:46 Davûtoglû dest ji giliya xwe ya derbarê Demîrtaş de berda
12:25 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin ku tedawiya wan li derve bikin
12:10 Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin
12:08 Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin
11:13 Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc
10:57 Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin
10:46 Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî
10:33 Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin
10:16 Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir
09:57 Hat îdiakirin li Amedê ciwanekî xwe kuştiye
09:28 Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir
09:06 Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne!
09:05 Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan
09:03 Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin
09:02 Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:21 Kesên di şermezarkirina Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/10/2022
23:49 Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:00 Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin
20:02 Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin
18:41 'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'
17:35 Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin
17:12 Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin
17:02 Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin
16:58 Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye
16:56 ‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’
16:23 Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan
16:22 Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken
16:22 Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê