Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim

img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran êrişên pergala Îranê yên li dijî xwepêşandanan şermezar kir û wiha got: "Di serî de jinan, gelê Rojhilat û Îranê ku ji bo demokrasî, azadî û guhertinê li Îranê têdikoşin û bi rojan e li kolanan e silav dikim." 
 
Berdevka Meclîsa Jinan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran di civîna çapemeniyê ya li avahiya navenda giştî ya partiya xwe de geşedanên derbarê rojevê de nirxandin. Başaran, qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê "polîsên exlaqê" yên Îranê ve bi bîr xist û bal kişand ser kuştina jinan a li Tirkiyeyê. Her wiha Başaran da zanîn ku Gulistan Dokû hezar roj in winda ye û got: "Li Kurdistanê kes winda nabe tê windakirin."
 
Başaran, diyar kir ku di serî de Rojhilat li dijî êrişan li her derê dengê nerazîbûnê bilind dibe û berdewam kir: "Ji ber protestoyên li Îranê bi êrişên rejîmê herî kêm 83 kes hatin qetilkirin. Rejîm dixwaze gelê ku daxwazên rewa dike biçewisîne. Wekî gelek cihan, wekî Tirkiye û li Kurdistanê. Li wir bi pêşengiya jinê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' nerazîbûna civakê belav dibe. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li her derê bi yek dengî hatiye berzkirin. Çimkî li her derê dinyayê daxwazên jinan heman in, jin jiyaneke azad dixwazin. Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan. Rejîma Îranê jî wekî Tirkiyeyê dixwaze van daxwazan bi zext, bi zorê, komkujiyan asteng bike. Lê belê di serî de Jîna Amînî daxwaza hemû kesên nerazîbûnên xwe anîn ziman rewa ne. Em van êrişan şermezar dikin."
 
ÊRIŞÊN LI SER PDK-Î'YÊ
 
Başaran, bi lêv kir ku êrişên rejîmê tenê li Rojhilat û Îranê ne sînordar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di demên borî de li ser Hewlêr û Silêmaniyê li ser kedkarên şoreşger PDK-Î'yê jî û li ser baregehên PAK'ê jî êriş hatin kirin. Jineke ducanî jî di van êrişan de jiyana xwe ji dest da. Her wiha 13 kesan di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan. 58 kes jî birîndar bûn. Zihniyeta baviksalarî ji bo pergala xwe bidomîne êrişên wiha militarist dikin û polîtîkayên şer dixin meriyetê. Loma em li vir bang li Îranê dikin. Divê Îran ji bo çareserkirina meseleya kurd gavê biavêje. Divê dawî li zextên li ser jinan bînin."
 
'LI KURDISTANÊ MIROV TÊN WINDAKIRIN'
 
Başaran, da zanîn ku bi ser windakirina Gulistan Dokû re hezar roj derbas bûne û wiha pê de çû: "Em ê pirsa Gulistan Dokû li ku ye bidomînin. Wekî roja ewil em dibêjin; li Kurdistanê kes winda nabe tê windakirin. Di salên 90'î de dîsa bi dehan bi sedan kes ji aliyê hêzên tarî yên di nava dewletê de hatine windakirin. Îro jî hezar roj in em ji Gulistan Dokû xeberê nagirin."
 
Başaran, axaftina xwe wiha domand: "Geşedanên li Îranê di rojeva cîhanê de ye. Rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê jî ne cuda ye. Li wira avakirina şiî û fars heye. Li Tirkiyeyê jî tirk-suni yanî em avakirina rejîma zayendperest, netewperest, militarîst, faşîst dibînin. Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên desthilatê herî kêm rojê jinek tê qetilkirin. Li Bagcilara Stenbolê Havva Sayan a 58 salî ji aliyê lawê xwe ve hat qetilkirin, dîmen bi raya giştî re hat parvekirin. Em çiqas nexwazin bi van dîmenan êriş normal bibin jî di hafizaya me de ye. Zelîha Dûrmûş li Dîlokê ji aliyê mêrê pê re zewicî, Suleyman Dûrmûş ve hat qetilkirin. Dîlek Çamûr jî li Giresûnê ji aliyê mêrê dikira dev jê berda Nûrî Çamûr ve hat qetilkirin. Çamûr Ayşe Kiliç û Damla Çûbûkçû yên xwestin bûyerê asteng bikin jî qetil kir. 
 
Dema em li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin jin ji aliyê mêrê ku ji ber polîtîkayên dewletê tên sorkirin tên qetilkirin. Jin her roj bi tundiya mêr re rû bi rû dimînin. Ev polîtîkaya her roj hîn zêdetir belav dibin. Jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û desthilat bi daraz û medya, leşker û polîsên xwe tundiyê rewa dike. Bi taybet di demên dawî de polîtîkayên zextê li ser jinên muhalif pêk tên û ev me matmayî dihêle. 
 
ŞÛNA DESTHILAT PÊŞÎ LI ÇEKGIRTINÊ BIGIRE HÊZÊN PARAMÎLÎTER BERDIDE KUÇEYAN
 
28'ê Îlonê Roja Bêçekkirina Takekesî bû. Ez dixwazim bêjim çekgirtina takekesî pir talûke ye. Li gor rapora tundiya bi çek a Tirkiyeyê di sala 2021'ê de di bûyerên berdana çekan de du hezar 145 kesî jiyana xwe ji dest dan. 3 hezar 896 kes jî birîndar bûne. Herî zêde jî jin û zarok bi çekan tên kuştin. Ji 33 jinên di meha tebaxê de hatine qetilkirin 21 jê bi çekê hatine kuştin. Dewsa desthilat pêşî li çekgirtina takekesî bigire hêzên paramîlîter berdide kuçeyan û tundiya di nava civakê de sortir dike. 
 
EM DEST JI ÎDIAYA AZADIYA XWE BERNADIN
 
Li dijî tundî û êrişan em jî her roj têkoşîna xwe mezintir dikin. Bi taybet piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî, li Kurdistan û Tirkiyeyê û li her çar aliyên cîhanê refleksên bi hêz pêş ketin. Îro dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' ji devekî tê berzkirin. Çimkî li her derê cîhanê daxwazên jinan heman e. Jin êdî naxwazan li cihê ku mêran talûke kiriye bijîn. Jin daxwaza jiyaneke azad dikin. Em dîsa daxwaza xwe dubare dikin û em dibêjin em dev ji iddiaya xwe ya azadiya civaka xwe û azadiya xwe bernadin. 
 
LI ROJAVA ÊRIŞÊN LI DIJÎ JINAN HENE
 
Li Tirkiyeyê êrişên li dijî jinan gelek in û li gel vêya jî avakirina paradigmaya azad a jinê li Rojava heye. Em dizanin li Rojava dagirkirineke li dijî kurd û dijminên jina heye. Herî dawî bi SÎHA'yan êriş li ser Gundê Til Cemal ê navçeya Girkê Legê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Di êrişan de Hevserokên Buroya Edaletê Zeynep Muhammed û Yilmaz Şero jiyana xwe ji dest dan. Dîsa bi êrişên SÎHA'yan ên li ser gundê Mişervê yê navçeya Zirgana Hesekê Naif Abdulkadir û Rima Ahmet Siyavi jiyana xwe ji dest dan. Tevî zarok jî di nav de 5 welatî di van êrişan de birîndar bûn. AKP MHP bi van êrişan xwe xwedî dike. Em dizanin li dijî perspektîfa azadiya jinê ya li Rojava êrişek heye. 
 
Mixabin li Tirkiye û cîhanê li dijî êrişan bêdengiya hêzên serdest didome. Çimkî em dizanin ku hêzên kapîtalîst piştgiriyê didin êrişên li ser sîstema demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire. Ev sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe hedefa wan. Ew ê li dijî êrişên li ser jinan avakirina jiyana nû bidome. Em ê jin vê yekê bikin. 
 
EM Ê WEKE MECLISA JINÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE BIDIN
 
Em ber bi 9'ê Cotmehê ve diçin. 9'ê Cotmeha 1998'an bi komploya navneteweyî Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin. 24 sal bi ser 9'ê Cotmehê re derbas bûn. Tecrîdeke teqez û mutleq li ser Birêz Ocalan heye. Me gelek caran got ev tecrîd bi awayekî hiqûqî nayê qebûlkirin. Ji bo sîstema xwe ava bikin bi salan e tecrîdeke giran û sîstematîk li ser Birêz Ocalan pêk tê. Em ê wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê di pêvajoya pêşiya xwe de jî li dijî tecrîdê li ber xwe bidin. Çimkî tecrîd bingeha tundiya li ser jinê ava dike. Heta şert û mercên baş ji bo Birêz Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
EM Ê LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
 
Ev tecrîd bandoreke neyînî li ser girtîgehan jî dike. Semra Guzel ji gelê kurd ji jinên kurd bi milyonan deng girt û li parlamentoyê gel temsîl kir. Piştî polîtîkayên lîncê yên li hemberî wê ewil destnedayina wê rabû û pişt re hat girtin. Niha li Girtîgeha Sîlîvrîyê tê girtin. Ji ber polîtîkayên dijminatiyê yên desthilatê 23 rojan di bin tecrîdê de ma. Di hucreya yekkesî de hat hiştin. Tenê ne Semra Guzel. Îro malbatên girtiyan jî ji bo girtî bên berdan li Amed, Îzmîr, Stenbol, Wanê Nobedên Edaletê digirin. Emîne Şenyaşar ev 571 roj in Nobeda Edaletê digire. Li dijî vê bêedaletiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
JIYANEKE DIN PÊKAN E
 
Yek beşa vê têkoşînê Tifaqa Azadî û Kedê ye. Di rojên borî de hevparên tifaqê hatin gel hevdu. Her kesên li vî welatî alîgirê, aştî û demokrasiyê li Stenbolê li eywana deklarasyonê bûn. Em li vir careke din îfade dikin. Jiyaneke din pêkan e. Mînaka vêya jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em li Kurdistan Tirkiye û Rojhilata Navîn dikarin vê yekê pêk bînin. Ev ê bi pêşengiya jinê pêk were. 
 
SEDSALA 21'EMÎN WÊ BIBE SEDSALA JINAN
 
Dîsa hefta borî li Êlihê konferansa TJA'yê pêk hat. TJA'yê li Elihê konferansa 4'emîn pêk anî. Ev demek dirêj e li dijî TJA'yê êriş pêk tên û tê xwestin bê îlegalîzekirin. Ez jî wekî aktivîsta TJA'yê beşdarî vê konferansê bûm. Li dijî êriş û zextan li eywana konferansê coşeke mezin hebû. Di roja ewil de em li ser mijarên em ê çawa xwe bikaribin baştir bi rêxistin bikin em ê li dijî zayendperestî mîlîtarîzm û desthildatdariya mêr li berxwe bidin sekinîn. Gelek jin ji derveyî welêt jî beşdar bûn. Li eywanê dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat berzkirin. Çimkî li her derê dinyayê daxwazên jinan heman e, jin jiyaneke azad dixwazin. Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan.
 
Wê azadiya jinê bibe azadiya civakê. Ez konferansa TJA'yê ya bi vê baweriyê pêk hat dîsa silav dikim. Li her derê cîhanê azadiya jinê em ê ava bikin. Em ji bo hemû beşdaran spas dikin. Wê konferansa TJA'yê ji bo serdema pêşiya me bibe rêyeke vekirî."
 

Sernavên din

02/10/2022
16:27 'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê'
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan