'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'

img
ÎZMÎR - Nûnerên saziyên sivîl xwestin ku daxwazên girtiyên nexweş ên li girtîgehan li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirine bên qebûlkirin û gotin neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin."
 
Grevên birçîbûnê yên girtiyan ên li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Li Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê girtiyên nexweş nivîskar Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ji 28'ê tebaxê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê girtiyê nexweş Ekîm Polat jî 38 roj in di greva birçîbûnê de ye.
 
Li Girtîgeha Sîncanê  Sîbel Balaç a 263 roj in û li Girtîgeha Sîlîvriyê jî Îlker Kizilaltûn 24 roj in bi daxwaza "darizandineke adil" di rojiya mirinê de ne. Gokhan Yildirim ê di Girtîgeha Tekirdagê ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê de 257 rojan di rojiya mirinê de mabû jî di 5'ê îlonê de înfaza wî hatibû taloqkirin û berdan. 
 
Rêvebirên saziyên sivîl ên têkildarî girtîgehên li Îzmîrê dixebitin, xwestin ku binpêkirinên mafan ên bûne sedema grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bibin.
 
'TECRÎD BERBELAV BÛ'
 
Rêvebira Komeleya Piştevaniyê ya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Hediye Tekînê diyar kir ku hemû mafên girtiyan hatine binpêkirin û li dijî vê girtiyan jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Tekînê destnîşan kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan berbelav bûye û got: "Girtî her tim rastî pêkanînên kêfî yên rêvebiriya girtîgehê tên. Şev nîvê şevê, bi hinceta lêgerînê bi ser odeyên wan de tê girtin. Beşa hewadariyê bi têlan hatiye girtin. Aktivîteyên wan ên sosyal hatine sînordarkirin. Girtiyên ku nikarin li dijî van pêkanînan dengê xwe ragihînin, ji bêgavî li dijî polîtîkayên tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin."
 
ÇALAKIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Tekîn bibîr xist ku li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên nexweşên ên rewşa wan giran li dijî binpêkirinên mafan ketine greva birçîbûnê û wiha got: "Divê her kes, ji bo van grevên birçîbûnê xwe berpirsyar bibîne û li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe bilind bike. Hema bibêje her hefte girtî dimirin. Ger girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê greva birçîbûnê bidomînin, dibe ku ev li girtîgehên din jî pêk bên. Ev yek jî metirsiya ku li girtîgehan mirin zêde bibe li me peyda dike. Lewma tenê ne malbatên girtiyan an jî sazî, divê her kes li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bike."
 
BINPÊKIRIN BÛN SEDEMA ZÊDEBÛNA MIRINA GIRTIYAN
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî bal kişand ser rewşa Girtîgeha Kiriklarê ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye û grevên birçîbûnê lê dewam dikin. Çîçek bibîr xist ku li vir girtî gelek caran ji bo mafên xwe yên tenduristiyê çalakiyên bi vî rengî pêk anîne û gelek caran pirsgirêk bi awayekî qismî hatine çareserkirin. Çîçek anî ziman ku lê belê çareseriyeke mayînde tune ye û ev yek binpêkirina mafan zêde dike.
 
Çîçek li gel binpêkirinên mafan bal kişand ser zêdebûna mirinên li girtîgehan jî û destnîşan kir ku hikûmet hewl dide van mirinan asayî bike. Çîçek îşaret bi bi çêkirina girtîgehên ewlehiya bilind kir û got: "Êdî di alfabeyê de tîp neman. Bi hinceta pandemiyê aktivîteyên sosyal û sporê yên girtiyan tên astengkirin û girtî tên tecrîdkirin. Ev yek bandorê li derûniya girtiyan dike.Girtiyên ku nikarin pêwendiyê bi kesî re deynin xwe dikujin. Asayîkirina van mirinan, dê bibe sedema zêdebûna mirinan."
 
ASTENGÎ
 
Çîçek diyar kir ku niha herî kêm li 12 girtîgehan grevên birçîbûnê hene û got, pirsgirêkên li hemû girtîgehan hevpar in. Çîçek destnîşan kir ku ji pirsgirêkên herî girîng yek jê jî astengkirina xwegihandina mafê dermankirinê ye û li girtîgehan bi hinceta pandemiyê gelek maf hatin astengkirin û sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyê jî bi hincetên cur bi cur tên astengkirin. 
 
'ÎŞKENCEYA LI GIRTÎGEHAN'
 
Rêveberê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TAYAD) Ûmît Akdûman jî diyar kir ku mirov ji ber fikrên xwe tên girtin û ji bo ku girtî dest ji fikrên xwe berdin, bi îşkenceyên cur bi cur re rûbirû tên hiştn. Akdûman pêkanînên li girtîgehan wekî "îşkenceyê" wesifandin û got: "Pirtûk û dermanên girtiyan nadin wan. Sewqên nexweşxaneyê bi hincetên cuda snayên kirin an jî bi derengî tên xistin. Ser hewadariya ku 7-8 metrekare ye bi têlan tê girtin. Li her derê kamerayan bi cih dikin. Ji bo girtiyan her der vediguherînin îşkenceyê."
 
TALOQKIRINA ÎNFAZÊ
 
Akdûman anî ziman ku li girtiyên ku li dijî binpêkirinên mafan radibin cezayên cur bi cur tên birîn û girtî jî ji bêgavî li dijî van pêkanînan serî li greva birçîbûnê didin. Akdûman got: "Sîbel Balaç, Gokhan Yildirim û Îlker Kizilaltûn ji ber tecrîda li ser girtiyan û şert û mercên girtîgehê ketin rojiya mirinê. Daxwaza wan darizandineke adil e. Divê em bibin dengê girtiyan. Desthilata AKP'ê mafê taloqkirina înfazê dide bazirganên tiryakê ên wekî Çevîk Bîr. Lê ji bo girtiyên şoreşger û derdorên muxalif vî mafî binpê dike. Pratîkeke dualî heye. Divê mafê taloqkirina înfazê ji bo her kesî bê pêkanîn." 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

08/09/2022
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin