Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?

img
MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê ji bo Adem Kara ê polîsan kuştibû daxuyaniya “Lingê polîs li kevirê peyarêyê ket û gule ji demanceyê derçûye” kir. Kesên bûbûn şahidê bûyerê vê yekê derewandin û hat destnîşankirin ku qeydên kamerayê jî hene. 
 
Hat îdiakirin ku li Mêrdînê ciwanê bi navê Adem Kara (21), di 1’ê îlonê de dema ji polîsan direviya ji pişt ve gule berdanê. Kara ji patika xwe birîndar bû û di nexweşxaneya ku biribûnê jiyana xwe ji dest dabû. Walîtiya Mêrdînê piştî 3 rojan bi vê daxuyaniya xwe bûyerê parastibû: “Li gel ku şexs bazdana xwe domandiye personelê me dest bi teqîbê kiriye. Di wê kêliyê de lingê personelê me li kevirê peyarêyê ketiye û Adem Kara birîndar bûye. Kara rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û li gel hemû mudaxileyan nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.”
 
ŞAHIDÊN BÛYERÊ VEGOTIN
 
Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê ne rast e. Şahidê ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe diyar nekir, anî ziman ku cihê ku bûyer lê qewimiye bazar hatibû danîn, qelebalix bû û got: “Pêşî me dît polîsan dabû pey 2-3 kesan û 2-3 gule berdan hewayê. Dema ku ciwan bazdidan yekî xwe xelas kir, reviya û yê din girtin. Pişt re me dît ku ew Adem e. Digotin ku 2 kes li aliyê hember tiryakê dikêşin û polîsan piştî ku wan girt birin ber erebeya polîsan. Lê pişt re ev ciwan (Adem Kara) ji destê wan filîtî û reviya. Dîsa dest bi bazdanê kirin. Pişt re dîsa dengê çekê hat û me dît li cîwanî xistine, ambûlans hat û wî birin.” Şahidê bûyerê ji bo daxuyaniya Walîtiyê ev nirxandin kir: “Çîrok e, min tiştek wisa nedît, lingê wî li kevir ketiye, ketiye xwarê, tiştekî wisa nîn e.”
 
Şahidekî bûyerê yê din jî derbarê bûyerê de wiha axivî: “Ji taxa Suryanan 2 ciwanan baz didan. Piştî wan 2 polîs hebûn 3 caran gule berdan hewayê. Yek ji wan reviya lê yê din li gor texmîna min westiya û hate girtin. Pişt re tîmeke polîsên din jî ji bo mudaxileyê ber bi aliyê BÎM’ê ve çûn. Em jî li ber derî rûniştibûn. Di navberê de 5 deqe derbas bû, min dît yeke din jî baz dida. An ku heman ciwan bû. Ji destê polisan direviya, ez wê nizanim, li pêşiya min dolmîş hebû.  Bi dengê teqîna guleyê ez beziyam. Me dît ku ew ciwanê miriye Adem e, li erdê ye, gule ji aliyê piştê yê rastê lê ketiye û aliyê pêş ve derketiye. Gelek xwîn jê çûbû.” Şahidê bûyerê anî ziman ku dema wî Kara li erdê dîtiye bi polîsan re ketiye nîqaşan û wiha gotiye wan: “We çima gule berneda lingê wî, we çima kir?” Piştî vê gotina şahidê bûyerê polîsan bi gotina ‘Tu gel sor dikî’ ji cihê bûyerê xwestine dûr bixin. Li gel vê yekê şahidê bûyerê wiha gotiye: “Her tişt berçav e, we zarok înfaz kir.” Pişt re ambûlans hat û zarok birin. Şahidê bûyerê anî ziman ku dema bûyer qewimî di navbera wî û polîsan de dolmîş hebû û baş neditiyê bê ka polîsan ji ber çi gule berdane ciwan û got: “Bazdida, pişt re ji ber dolmîşê dîmen çû. Ji xwe dema ku dengê demanceyê hat em ber bi wê derê ve beziyan.” 
 
QEYDA KAMERAYA MOBESEYÊ
 
Li aliyê din di cihê bûyer lê qewimî de 4 kamerayên ewlehiyê yên dikanan û kameraya MOBESE ya ku bi 360 derece li derdorê dinêre û qeyd digire hene. Hat gotin ku qamereyek ji ber ku li pêşiya wê dar hebû, qamerayek ji ber ku sîwana zebaşfiroş dikeve pêşiyê, qemerayek jî tenê pêşiya dikanê dikêşe bûyer qeyd nekirine. Hat destnîşankirin ku 3 qemera jî bûyer aşkera nedîtiye û dîsa jî cendirmeyan dest daniye ser qeydên qamerayan. Hat destnîşan kirin ku kameraya Mobeseyê her tiştî qeyd kiriye û tu agahiya dîmenên MOBESE’yê ketine dosyayê yan neketiye nehat zanîn. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

08/09/2022
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin