Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin

img
AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê diyar kir ku bi pratîka şer hêmanên ekolojîk tên tunekirin û bang li gelan kir ku tev li Meşa Cûdî ku dê di 17’ê îlonê de bê lidarxistin bibin.
 
Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, derbarê meşa di 17'ê Îlonê de bi dirûşmeya “Li dijî Tala Xwezayê û Hilweşandina Şer” ber bi Çiyayê Cûdî ve li dijî talana ekolojîk a li herêmê xistine dewrê li Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilat a li navçeya Yenîşehîr a Amedê, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Nacî Sonmez, Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Amedê Zeyat Ceylan û ekolojîst tev li civînê bûn. Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç bi kurdî Derya Akyol jî bi tirkî metna daxuyaniya hevpar xwendin. 
 
Bîlgîç, bal kişand ku li bajarên kurdan rêbazên qirêj û qirkirinê berdewam dikin û wiha got: “Erdnîgariya Kurdistanê, di hemû keliyên dîrokê de ji hela dagirkerên ku xwe weke serwer dibînin ve hatiye mêtin û xwezaya wê hatiye qetilkirin, lê îro qirkirin di asteke jortir de û bi rêbazên qirêjtir berdewam dike.”
 
ÊRIŞÊN SER ÇAND Û XWEZAYÊ GIHIŞTINE ASTA HERÎ HOVANE
 
Bîlgîç, da zanîn ku taybetî bi desthilata AKP’ê re faşîzm li her qadê belav bûye û wiha berdewam kir: “Qirkirin kûrtir bûye, êrîşên li ser dîrok , çand û xwezayê gihîştine asta herî hovane,  bi polîtîqayên ku armanca wan tunekirina bîrê ye, êrîşê gelê kurd dikin.”
 
EKOLOJÎ TÊ TUNEKIRIN
 
Bîlgîç, destnîşan kir ku weke encama pêkanînên polîtîqayên şer û bi pergalî berdewamkirina şewata daristanan, pergala ekolojîyê tê tunekirin û wiha lê zêde kir: “Tevî ku bi rojan şewata daristannan berdewam dike, ji bo tefandinê tu tiştî nakin, di ser re jî hemwelatiyên ku dixwazin vî agirî bitefînin  asteng dikin. Ji ber polîtîqayên nîjatperest, daristanên ku li Kurdistanê tên şewitandin di çapemenî û medya civakî de cih nagrin,şewata daristanên Kurdistanê ji hêla rêxistinên qaşo ekolojîparêz ve tê şolîkirin, ji ber vê yekê  dengekî xurt dernakeve.”
 
‘HÊMANÊN BINGEHÎN YÊN EKOLOJIYÊ LI BER ÇAVÊN ME TÊN TUNEKIRIN’
 
Bîlgîç, diyar kir ku piştî bi şewatê tunekirina daristanan, îro qirkirin gihîştiye astên cudatir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de li Şirnexê, bi giştî li seranserê Kurdistanê daran dibirin. Hebûnên ku hêmanên bingehîn yên ekolojiyê ne bi pêkanînên şer, her roj li ber çavên me tên tunekirin. Êrîşên tunekirinê yên bi dehsalan in berdewam dikin, îro bi nêrîna rantxwariyê, weke perçe ji laş jê bikin, daran tevî kokên wan ji axê vediqetînin û dibin bajarên cuda difiroşin.”
 
‘EM BANG LI HERKESÊ DIKIN KU BÊN CIZÎRÊ’
 
Bîlgîç, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em kesên ku li dîroka xwe, çanda xwe, nirxên xwe û li xwezaya xwe xwedî derdikevin; ji bo jiyan bi dawî nebe 17’ê Îlonê li Cizîrê tên cem hev. Ekoloji: bi civak, daristan, hewa, av û axa xwe heye. Em bi heqîqeta xwe ya civakî  ji bo jiyanê dengê xwe bilind dikin. Ji bo meşa ku bi şiyara ‘li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê’ ji Cizîrê ber bi Cûdî ve, jin, ciwan, komele, rexistinên civakî yên sivîl, sendîka, ode, partiyên siyasî… bi kurtasî em bang li hemû  gelên Kurdistan û Tirkiyê dikin ku bên Cizîrê.”
 
LI KURDISTANÊ DARISTAN TÊN ŞEWITANDIN
 
Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê yê HDP’ê Nacî Sonmez jî bal kişand ku demekî dirêj e li Şirnexê dar tên birîn. Sonmez, bêdengiya li dijî vê yekê rexne kir û wiha got: “Em her kesî vedixwînin meşa ku em dixwazin li Cizîrê pêk bînin. Em naxwazin kes li hemberî komkujiya xwezayê bêdeng bimîne. Îro li Kurdistanê daristan dişewitin, ez bang li çepgir-sosyalîstan dikim ku dengê xwe bilind bikin, heta ku dengê xwe li dijî qetilkirina xwezayê bilind nekin, ji xwe re nebêjin sosyalîst.”
 
POLÎTÎKAYA SEDSALÎ YA BÊMIROVKIRINÊ
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, destnîşan kir ku talan û hilweşandin hişmendiya mêtîngeriyê ye wiha axivî: “Ev hemû şer û hilweşandin bi rêya hiqûqa mêtingeriyê tê kirin. Talankirina dar û xwezayê ya îro li Botanê tê kirin, polîtîkayeke sedsalî ya bêmirovkirinê ye. Polîtîkayeke tunehesibandin û tunekirina kurdan e. Nuqteya ku Tirkiyeyê xwe gihandiyê ev e. Li hemberî vê yekê divê hemû beş li dijî komkujiya li erdnîgariya Kurdistanê dengê xwe bilind bikin. Ne tenê kurd; divê hemû ekolojîst, muxalîf deng derbixin. Ji ber ku di encamê de yên têk çûne wê ne tenê kurd bin, wê gelên Tirkiyeyê jî bin.”
 
DIJMINATIYA KURDAN DIDOME
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve erdnîgariya kurdan tê talankirin û got: “Her serdemekê Kurdistan hatiye talankirin û gelê me hatiye qetilkirin. Hesabê van komkujiyan tu carî nehat dayîn. Binêrin, qeymeqamekî li navçeyê zarokekî 13 salî kuşt, lê tu ceza nestand. Li Midyadê jî ciwanê 21 salî hate qetilkirin; dîsa me parastina walîtiyê dît. Ev mînakên şênber ên nêzîkatiya li kurdan e. Her roj bi SÎHA’yan êrişî Rojava dikin, me dît ku Efrîn hatiye talankirin, zeytûn hatine talankirin, ji bo talanê anîne û firotine. Her wiha êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî berdewam dikin. Ji bo hilweşandina axê serî li her şêwe polîtîkayên qirêj dide. Dijminatiya kurdan bi vî rengî dewam dike. Erdnîgariya Kurdistanê bi çekên kîmyewî tê talankirin. Ev yek ji bo pêşerojê hilweşîneke mezin diafirîne.”
 
‘DIVÊ HERKES SERÎ RAKE’
 
Ozturk da xuyakirin ku êrîşên di salên 1990’î de dest pê kirin di bin desthilata AKP-MHP'ê de zêde bûne û wiha domand: “Şewatên daristanan, mînaka birîna daran îro li Çiyayê Cûdî rû didin. Kî daran dibire, kî rantê bi dest dixe, ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve tê dîtin. Ev mêtîngeriyeke, lazim e her kes li dijî vê serî hilde. Naxwe qirkirina kurdan, ekolojiya Kurdistanê didomîne. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em ê li dijî van sûcan di 17’ê Îlonê de ber bi Çiyayê Cûdî ve bimeşin. Em ê li dijî mêtingeriyê, li dijî talankirina ekolojiyê dengê xwe bilind bikin.”
 
 

Sernavên din

08/09/2022
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin