Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e

img
ENQERE - Endama MYK’a HDP’ê ya berê Dîlek Yagli ku di Doza Kobanê de tê darizandin, destnîşan kir ku banga li dijî hovitiya DAIŞ’ê kiribûn ne sûc e û got: “Me li dijî DAIŞ’ê bang kiriye lê di îdianameyê de têkildarî DAIŞ’ê tu tişt nîne.”
 
Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja sêyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Gelek parêzer û temaşevan tev li dozê bûn. 
 
Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan, bi xwendina zêdekirina evraqên nû ya li dosyayê dest pê kir. Di danişînê de endama MYK’a HDP’ê Dîlek Yagli parastin kir. 
 
Yagli, xwest ku şandeya dadgehê biryarên bi wijdan bigire û got: “Rexneyên li darazê baş tên zanîn. Hêvî dikim ku xwediyê hestên êşê bin. Em bi pêkanînên kesên ku êşê hîs nakin û jê sûd werdigirin li vir in. Parêzerên me rewşa darazê danîn holê.”
 
DESTNÎŞANKIRINA DARAZA SERBIXWE
 
Yagli, diyar kir ku wê pergal were guhertin û dadger û dozgerên ji bo raya giştî dixebitin wê ji nû ve li ser wan koltixan rûnin û wiha berdewam kir: “Ez ne di wê fikrê de me ku bi awayekî adil têm darizandin. Ji bo ku em li welatî behsa azadiyê bikin, qanûnên ku azadiyê garantî bikin têrê nake. Divê di serî de kesên welat bi rêve dibin û endamên darazê li gorî qanûnan tevbigerin. Şerta din a azadiyê jî serxwebûn û bêalîbûna dadgeran e. Hebûn û pêşeroja demokrasiyê bi darazeke serbixwe ve girêdayî ye.”
 
TÊKILDARÎ DAIŞÊ TIŞTEK TUNE YE
 
Yagli, destnîşan kir ku “Sûcê bê faîl nînin” û bi lêv kir ku di pêvajoya darizandina ku 2 sal in berdewam dike de sûcê pêdankirinê ku faîl tune ye nîqaş dikin. Yagli, anî ziman ku mafê herî xwezayî yê welatiyekî ye ku li dijî pêkanînên derveyî mirovahiyê yên DAIŞ’ê bang bike û wiha berdewam kir: “Me li ser twîtterê bangek kiriye; me ev jî bi fermanê kiriye. Ma em ji mirovahiyê evqas dûr ketine. Em nikarin li dijî hovitiya DAIŞ’ê bi vîna xwe bangekê bikin? Hewceyî fermanê heye. Me ev bang li dijî DAIŞ’ê kiriye lê di îdianameyê de têkildarî DAIŞ’ê tiştek tune ye. Em dizanin vesayeta siyasî ya li ser dosyayê dixwaze çi bike lê ev rewşa darazê cihê şermê ye. Banga twîtterê ku tê qalkirin hêj jî di malpera me ya fermî de cih digire ji ber ku ne sûc e.”
 
Yagli, da xuyakirin ku girtina wê ya 2 salan li ser tu sedemên şênber nîne û destnîşan kir ku biryarên girtin û dewamkirinê yên ji hemû siyasetmedarên tên darizandin re hatine dayîn, yek e.
 
Yagli, destnîşan kir ku tu welatî ji ber îfadeyên şahidên nepen nikarin bên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eşkere ye ku li Tirkiyeyê saziya şahidên nepen tê îstîsmarkirin. Ez dikarim der barê vê de bi dehan gotaran pêşkêşî dadgehê bikim. Gelek şahid ji bo ku bibin materyal ji bo kampanyayên siyasî yên hikûmetê bi hev re ketine pêşbaziyê.”
 

Sernavên din

01/09/2022
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê
09:00 ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:43 Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin
07:33 Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
30/08/2022
22:23 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
20:18 Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin
19:58 Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir
19:08 Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin
18:08 Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da
17:35 Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye
16:38 Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
16:08 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan
16:07 Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye
15:59 Li Wanê mirina biguman a jinekê
15:48 YBŞ: Di êrişê de 2 şervanên me birîndar bûn
15:09 Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî
14:59 Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
14:38 Daristanên gundê Marûnisê 3 roj in dişewitin
14:12 Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
13:24 Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
12:54 Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye
12:53 Malbatên girtiyan: Bila girtiyên me nemirin
12:44 Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê
12:13 Li Kampa Holê operasyon didome: 23 kes hatin girtin
12:09 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar
11:58 Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn
11:52 Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan
11:29 Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!
11:28 Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê
11:08 Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin
10:44 Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan
09:00 Jinên hezexî 5 sal in naçin şaredariyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2022'YAN
29/08/2022
22:51 4 roj in tu xeber ji girtiyê ku gardiyanan lêxistiye nayê girtin
22:20 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:20 Piştî 7 salan cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya Polat di roja 29'an de ye
18:41 Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin