Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû

img
ENQERE - Karîkaturîstê Îtalyayî Gianluca Constantini yê Hakan Arslan ê ku cenazeyê wî di tûrikekî de radestî bavê wî hate kirin li ser dîwarekî li Stenbolê xêz kir wiha got: “Ez ji helwesta desthilatê û tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bi fikar im.”
 
Ciwanê kurd Hakan Arslan dema qedexeyên derketina derve di sala 2016’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin. Cenazeyê Arslan sala borî di 7’ê sibatê de li taxa Hasirli ya navçeyê hatibû dîtîn û radestî Saziya Tiba Edlî ya Amedê (ATK) hatibû kirin. Piştî 7 salan di 29’ê tebaxê de hestiyên Arslan li Edliyeya Amedê di tûrikekî de radestî bavê wî hatin kirin. Cenazeyê Arslan di heman rojê de li gundê Çawûş ê Qereyaziya Erziromê hate veşartin. 
 
Costantini karîkatura xwe li ser medyaya dîjîtal bi vê peyamê parve kir: “Dadgeheke bajêrê Amedê yê li başûrrojhilatê Tirkiyeyê piştî ku Hakan Arslan di operasyoneke leşkeri ya li bajêr de jiyana xwe ji dest da piştî 7 salan cenazeyê wî di tûrikekî de bê merasim radestî malbatê kir.”
 
Karîkaturîst û aktîvîstê Îtalyayî Gianluca Constantini ku demeke dirêj e li ser mafên mirovan û pirsgirêka kurd karîkaturan xêz dike, ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
ÇALAKIYÊN KOLANAN ARASTEYÎ HUNERÊ KIRIN
 
Constantini ku bi qasî 15 sal berê dest ji karê xwe berda û berê xwe da hunerê, çîroka ku ew ber bi vê rêyê ve bir wiha vegot: “Di hin deman de min hîs kir ku divê ez hunereke ku bi rastiyê re têkildar e çêbikim. Şêweyeke hunerê ku deng dide rastiyê. Piştî vê biryarê, min dest bi bûyerên mezin ên kolanan ên wekî Bihara Ereb, Occupy Wall Street û Hong Kongê kir. Di vê pêvajoyê de min binpêkirina mafan a di dema protestoyên Gezî û qedexeyên derketina derve yên piştî sala 2015’an de jî xêz kirin. Ji vê derê rê ez ber bi çîrokên takekesî û binpêkirina azadiya ramanê ve birim.”
 
Constantini, anî ziman ku piştî 2015’an bi navberên rêkûpêk hat Tirkiyeyê û di vê pêvajoyê de kurd nas kir û pirsgirêka kurd lêkolîn kir û wiha got: “Li ser vê nasbûnê min bi saziyên cuda yên ku li Ewropayê li ser pirsgirêka kurd dixebitin re hevkarî kir. Min ji bo banga serbestberdana hunermend û rojnamevana Kurd Zehra Dogan xêz kirin. Piştî komkujiyên di sala 2016’an de li Cizîrê hatin kirin, bala min li ser vê mijarê zêdetir bû.” 
 
KETINA WÎ YA TIRKIYEYÊ HATE QEDEXEKIRIN
 
Constantini bilêv kir ku ji ber ku bala wî li ser pirsgirêka Kurd zêde bû ji aliyê Tirkiyeyê ve bi "terorê" hate sûcdarkirin û ketina wî ya welat hate qedexekirin û wiha berdewam kir: “Çend roj piştî hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê di sala 2016'an de rûpela min a înternetê ji aliyê Tirkiyeyê ve hate sansurkirin. Xêzkirina min a weke sedem ji bo vê yekê hat nîşandan, portreyeke Erdogan bû ku bi ala tirk a bi xwîn a li ser rûyê wî hatibû boyaxkirin. Lê sedema rastîn ew bû ku ez li ser protestoyên Geziyê û pirsgirêka kurd xebitîm û xebata min bi rêya Twîtterê bi berfirehî belav bûbû. Tevî ku wê demê ez bi xwe neçûm Cizîrê jî, gelek aktîvîstên ji wir agahî û wêne ji min re dişandin, ev jî têrê dikir ku hovîtî û şîdeta li wir bi rengekî gelekî aşkere diqewime bibînim. Tiştên di wê demê de li wir qewimîn tirsnak bûn.”
 
WENEYEKÎ ZINDÎ
 
Constantini, bi lêv kir ku piştî wêneyê bavê Hakan Arslan ê di tûrikekê de hestiyên kurê xwe dihilgirt dît, fikiriye ku divê tiştekê bike û wiha pê de çû: “Mîna wêneyekî zindî bû. Gelekî bi tevger bû, trajîk bû, di heman demê de tund û tûj bû. Di destê wî zilamî de hestiyên kurê wî hebûn! Di destê wî zilamî de kurê wî hebû.”
 
Constantini, diyar kir ku gelek sazî û aktîvîstên li Îtalyayê dixebitin ji bo tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bên agahdarkirin hene, lê belê binpêkirinên mafan ên hewl tê dayîn ji aliyê van şexs û saziyan ve bên ragihandin di medya bingehîn de cih nagirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez difikirim ku hikûmeta tirk hemû mafên mirovan ên bingehîn binpê kiriye û ne ber bi demokrasiyê ve ber bi dîktatoriyê ve diçe. Ez ji tiştên li Tirkiyeyê diqewimin û helwesta hikûmetê bi fikar im.”
 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose
 

Sernavên din

01/09/2022
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê
09:00 ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:43 Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin
07:33 Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
30/08/2022
22:23 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
20:18 Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin
19:58 Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir
19:08 Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin
18:08 Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da
17:35 Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye
16:38 Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
16:08 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan
16:07 Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye
15:59 Li Wanê mirina biguman a jinekê
15:48 YBŞ: Di êrişê de 2 şervanên me birîndar bûn
15:09 Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî
14:59 Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
14:38 Daristanên gundê Marûnisê 3 roj in dişewitin
14:12 Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
13:24 Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
12:54 Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye
12:53 Malbatên girtiyan: Bila girtiyên me nemirin
12:44 Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê
12:13 Li Kampa Holê operasyon didome: 23 kes hatin girtin
12:09 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar
11:58 Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn
11:52 Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan
11:29 Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!
11:28 Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê
11:08 Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin
10:44 Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan
09:00 Jinên hezexî 5 sal in naçin şaredariyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2022'YAN
29/08/2022
22:51 4 roj in tu xeber ji girtiyê ku gardiyanan lêxistiye nayê girtin
22:20 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:20 Piştî 7 salan cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya Polat di roja 29'an de ye
18:41 Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin