Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike

  • rojane
  • 09:54 30 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê KNK'ê Adem Ûzûn bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Kurdistanê û got: "Li gel delîl û bangên raya giştî ya navneteweyî jî OPCW hîn tiştek nekiriye. Ev yek teqez cotstandartî ye."
 
Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 14'ê nîsanê de li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Dewleta tirk a li Zap, Avaşîn û Metînayê her cûre çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û gazên qedexekirî bi kar tîne. Lê tevî vê yekê jî hêzên navneteweyî bêdeng in. Bi taybetî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) xemsar e, ku ev rêxistin li qada navneteweyî muxatabê sereke yê mijarê ye. Endamê Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn, têkildarî şerê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê didome û bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. 
 
Ûzûn, bi bîr xist ku di serî de Komîteya Dijberê Bikaranîna Çekên Kîmyewî ya li Başûrê Kurdistanê, gelek saziyên herêmî û navneteweyî rapor li ser mijarê amade kirin, lê belê OPCW û enstîtuyên din ên çekên qedexekirî kontrol dikin bersiv nedan van raporan û wiha got: "Çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîlayên azadiyê yên kurd têne bikaranîn, di heman demê de li hemberî gelê sivîl jî têne bikaranîn."
 
Endamê KNK'ê Adem Ûzûn
 
'ENSTITU BI ERKA XWE RANEBÛN'
 
Siyasetmedarê kurd Ûzûn ragihand ku li gorî sala derbasbûyî di sala 2022'an de bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk, di asta dramatîk de zêde bûye û wiha berdewam kir: "Çapemeniya navneteweyî gelek caran mijar xiste rojevê, lê mixabin enstîtuyên ku divê lêkolînê li ser bikin bi erka xwe ranebûn, lewma encam bi dest neketin."
 
Ûzûn bi bîr xist ku malbatên endamên HPG'ê û YJA-STAR'ê yên bi çekên kîmyewî hatin kuştin bi dehan name ji saziyên erkdar re şandin, her wiha saziyên kurdan ên navneteweyî jî di vê mijarê de rapor ji meqam, dewletên cuda û enstîtuyên pêwendîdar re şandin û têkildarî karên dîplomasiyê yên di vê mijarê de têne kirin ev agahî dan: "Heta niha hin dewletan bersiv dan. Mînak, di bersiva ji Elmanyayê de hate gotin, 'Belê haya me ji îdîayên li ser êrîşên kîmyewî heye, lê belê OPCW'ê hîn delîlek bi dest nexistiye'. Brîtanyayê jî bersiveke bi heman rengî da û got, 'Belê haya me ji rewşê heye, lê belê dema ku delîl bi destê OPCW'ê ket, em ê hingî pê re eleqedar bibin'."
 
'EV YEK NENASKIRINA QANÛN Û PÎVANAN E'
 
Ûzûn, diyar kir ku OPCW delîlên hin kes û saziyên serbixwe qebûl nekiriye û wiha lê zêde kir: "Belge û delîlên ji herêmê hatin, qebûl nekirin. Done û parçeyên ji herêmê hatin anîn qebûl nekirin. Di ser re, komên xebatê û komîsyonan ji bo lêkolînkirinê naşînin herêmê."
 
Ûzûn, anî ziman ku ji bo OPCW li herêmê lêkolînan bike divê di asta dewletê de daxwaz jê bê kirin û wiha domand: "Îdîayên gelekî cidî hene, dîmen hene, çalakiyên protestoyî têne lidarxistin, raya giştî ya navneteweyî bang dike. Lê belê tevî vê yekê jî OPCW nakeve nava liv û tevgerê. Ev yek cotsandartî ye. Ev yek nenaskirina qanûn û pîvanan e. Di heman demê de hewldanek ji bo manîpulekirina raya giştî ya navneteweyî ye."
 
'DEWLET Û OPCW PÎVANÊN XWE NAS NAKIN'
 
Ûzûn, da zanîn ku 193 dewlet endamên OPCW'yê ne, dewletên endam jî hevkariyê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li OPCW'ê nûnerên dewletan, li dewletan jî nûnerên OPCW'ê hene. Di nava mekanîzmayên van dewletan de komîsyon hene ku bi çekên qedexekirî re mijûl dibin. Ev dewlet jî, OPCW jî bi tu awayî nakevin nava liv û tevgerê. Ev tê vê wateyê; ev dewlet û OPCW pîvanên xwe nas nakin, dinixumînin."
 
'ÇEKÊN WEKE NAGAZAKÎ Û HÎROŞÎMA TÊN BIKARANÎN'
 
Ûzûn, bal kişand ser raporan ku nîşan didin bê êrîşên bi çekên kîmyewî bandoreke çawa neyînî li xelkê xwecihî dike û wiha bi lêv kir: "Tirkiye endameke NATO'yê ye û çekên taktîk nukleer, bombeyên taktîk nukleer bi kar tîne, ku teqez qedexekirî ne. Rast e dibe ku bi qasî bombeyên li Nagazakî û Hîroşîma hatine bikaranîn ên ewqasî mezin bi kar neîne, lê belê çekên niha têne bikaranîn heman çek in. Hîn biçûktir jî bin ev çek heman zirara mayinde dide hawirdor û mirovên li Kurdistanê."
 
NATO ENDAMA XWE YA SÛCDAR DIPARÊZE
 
Ûzûn, diyar kir ku li gel hemû delîl û ispatan jî tu endamên NATO'yê nerazîbûn nîşanî dewleta tirk nade ku çekên kîmyewî bi kar tîne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Lewma em neçar in bibêjin ku ev yek stratejiyeke NATO'yê ye, NATO sûcên şer ên endamên xwe diparêze, dema ku endameke wê çekên kîmyewî bi kar bîne û qanûnên navneteweyî binpê bike jî wê endama xwe diparêze."

Sernavên din

03/09/2022
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin