Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan

img
ENQERE - Zanyarê Siyasetê Ahmet Mûrat Aytaç diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ji ber feraseta "vîna neteweyî ya tekparêz" e û ji bo Tifaqa Miletê ku dibêje polîtîkaya "serdestiya vîna neteweyî" jî got, siyaset dê nikaribe bibe projeya demokrasiya rasteqîn. 
 
Maseya şeşmendî ku bi banga CHP'ê li hev kom bû, civîna xwe ya 6'an di 21'ê Tebaxê de li dar xist. Di daxuyanî û deklerasyona maseya şeşalî de ya piştî civînê hat belavkirin, derbarê pirsgirêkên Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd de tu tiştek tune bû. Zanyarê Siyasetê Ahmet Mûrat Aytaç siyaseta maseya şeşalî nirxand.
 
Zanyarê Siyasetê Ahmet Mûrat Aytaç
 
'SIYASETEKE NÛ DIVÊ'
 
Aytaç diyar kir ku li Tirkiyeyê çareserî bi reformên ku li qadên pevçûnên civakî lê diqewimin bên çêkirin pêkan e û got: “Armanca sereke ya destûra bingehîn misogerkirina aştiya civakî ye. Li cihê ku nakokî lê hene, pêdivî bi aştiya civakî heye. Destûreke bingehîn ku pirsgirêkên mezin ên siyaseta Tirkiyeyê ji nedîtî ve bê, dê nikaribe zêde bijî. Meseleya sereke; ji ber xalên destûra bingehîn ên tê gotin nayên guherandin, yanî ji ber pergala vîna neteweyî û awayê wê yê sêwirîner e. Divê mantiqê serweriya li Tirkiyeyê bê çareserkirin, feraseteke siyasetê ya nû li ser bingeha gel û mafên mirovan bê pêşxistin. Divê ev bernameya herî mezin a siyaseta azadî û demokrasiyê be.”
 
HEVSENGÎ DI MASEYA ŞEŞALÎ DE
 
Aytaç anî ziman ku armanca Tifaqa Miletê pêkanînan pergala parlementeriyê û çareserkirina krîza di warê destûra bingehîn de ye û got, maseya şeşmendî li gorî tiştên ku nayên xwestin li hev kom bûye. Aytaç bilêv kir ku ev yek jî dibe sedema nelêhûrbûna li ser pirsgirêkên mezin û got, divê rojeva sereke ya vê tifaqê çareseriya pirgsirêka kurd, cihêkariya di navbera elewî û suniyan û nakokiya di navbera ked û sermayeyê de be. Aytaç got: "Siyaseta ku li gorî daxwazên gelê kurd pêş ket, îro xwedî hêzeke dengdaran a ji sedî 11-12'an e. Yanî meseleya kurd meseleyeke siyasî ye ku gihaştiye vê astê. Ev yek çima ji aliyê Tifaqa Miletê ve tê paşguhkirin? Cewhera wê ev e; ji ber hevsengiya navxweyî ya Tifaqa Miletê, divê koz nedin destê Erdogan, girseya dengdêran a sereke netirsînin. Ji bo vê wiha dikin." 
 
'BERHEMA MANTIQA EHWEN-Î ŞER 
 
Aytaç destnîşan kir ku çendî maseya şeşmendî li ser pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê hûr nabe jî, lê pirgsirêka sereke tercîhkirina wê ye û wiha berdewam kir: “Pêkhateyên Tifaqa Miletê, helbet di warê dînamîkên siyasî yên demkurt de, ji bo pêşketina maf û azadiyên demokratîk hin tiştan wead dike. Ji lew re rejîma ku îro hatiye çêkirin bi tevahî qanûnê binpê dike û ne li gor tu rejîmeke qanûnî yên heyî ye û lewma bi navekî wekî 'Pergala Serokkomartiyê ya Bi Usûla Tirk" hatiye pênasekirin. Ji ber vê yekê, li dijî vê pergalê, hemû pêkhateyên ku bi kêmanî be jî serweriya hiqûqê diparêzin û dem bi dem behsa standardên hiqûqa gerdûnî û mantiqa destûra bingehîn dikin dikarin bên tercîhkirin. Lê jixwe pirsgirêk ji ber tercîhkirinê ye. Polîtîkayên ku îro tên meşandin, xizanî, buhabûn û rejîma neqanûnî, mirov xistiye nava lêgerîna ji xiraban ê baş (ehwenî şer). Li Tirkiyeyê dînamîka sereke ya siyasetê jî berê xwe daye vê lêgerînê. Pêkhateyên Tifaqa Miletê jî wekî berhemeke mantiqa ehwenî şer derketine holê. Dema ku mirov ji vê perspektîfê lê mêze bike, dibe ku Tifaqa Miletê wekî ku hin tiştan dide ber gel xuya bike. Qet nebe soza restorekirina pergala parlementeriyê dide. Lê ev jî sînorkirina wê nîşan dide.”
 
'PROJEYA DEMOKRASIYÊ NABE'
 
Aytaç destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ew e ku pergala parlamenteriya demokratîk derketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên bingehîn ên demokratîk ên Tirkiyeyê tenê ne guhertina pergala hikûmetê ye. Tew ez wisa difikirim ku ev encamek e. Rejîma yekzilamî ji asîman nehatiye. Ji nava rejîma berê, ji qelsiyên rejîma parlementeriyê û ji mantiqa polîtîkaya piraniyê derket. Piranî ku em jê re dibêjin majorîtarîanîsm jî, dibêje piranî mafê her kesî ye, demokrasiyê wekî vîna piraniyê dihesibîne û ji hemû sînordarkirinên li ber vîna piraniyê re dibêje weseyetî. Dema mirov ji vî aliyê ve lê binere, polîtîkayên di bin navê 'vegera pergala parlamenteriyê' de tên pêşxistin, di warê rojekirina fikira desthilata sînorkirî de, heya radeyekê xwedî fazîlet û nirxekê ye. Lê ev nêzîkatiya çareseriya demkurt, li Tirkiyeyê nikare bibe projeya demokrasiya rastteqîn."
 
'NE ÇARE YE'
 
Aytaç destnîşan kir ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ji ber feraseta 'vîna neteweyî ya tekparêz" in. Aytaç bal kişand ser polîtîkaya "serdestiya vîna neteweyî" a maseya şeşmendî û wiha pê de çû: "Kiliçdaroglû dibêje, îro ro wesayeteke sivîl heye. Lê halbûkî derdê Erdogan ne wesayetî ye, piranî ye. Dibêjin 'Em ê rejîma yekzilamî ya Tayyîp Erdogan hilweşînin û vîna neteweyî bikin serdest.' Lê pirsgirêka li Tirkiyeyê ji fêmnekirina vîna neteweyî tê. Tê fikirîn ku welêt bi vîna ku ji komên piraniyê û li dora mantiqa sermayeyê birêxistinkirî û dibêje unîtarîsîtîn bi tekparêzî, yek ziman û yek alayê pêk tê, dê demokratîk bibe. Ez wisa difikirim ku vîna neteweyî ya ku li dijî vê hatiye avakirin wê gelek Erdoganan biafirîne. Yanî ev ne çareserî ye. Ne azamî, lê bernameya herî asgarî ya siyaseta azadiyê ya Tirkiyeyê divê cardin avakirina rejîma parlementeriyê be." 
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ
 
Aytaç diyar kir ku partî û pêkhateyên siyasî yên ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de hatine cem hev ji bo tevgera demokrasî û azadiyê ya Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêgezên ku pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ew diparêzin û pirsgirêkên siyasî yên anîne rojevê, pirsgirêkên piranîya Tirkiyeyê ne. Ango pirsgirêkên gelên xizan ên bi keda xwe debara xwe dikin, pirsgirêkên gelên li Tirkiyeyê yên tahde li wan tê kirin û vîna wan hatiye binpêkirin û paşguhkirin, tîne zimên. Li gel vê jî ew li van aliyan nabin biresera tercîhên dengdêran. Ji ber vê yekê bilêvkirin û siyaset tenê têrê nakin. Lê belê di nava van de yên rojevkirina yên karibin bên pêkanin û li gor van avakirina hin tifaqan pir girîng e. Bingeha sîyaseta li ser bingeha gelan û demokrasiyeke azadîxwaz, hembêzkirina pergaleke piralî û derdorên cuda, bi şiyana ragirtina li cem hev a cudahiyan pêkan e. Bandora bîrdozî û sembolîk a van pêkhateyan di warê siyaseta demokrasî û azadiyê de, ji bandora wan a rayan zêdetir e. Rêgez û prensîbên ku ew tekez dikin, pirsgirêkine xwedî wê wesfê ne ku siyaseta berbelav nikare wan ji nedîtîve bê."

Sernavên din

03/09/2022
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin