Azad Huseyîn: Hêza tu kesî têrê nake ku îradeya li Rojava bişkîne

  • rojane
  • 09:04 29 Tebax 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Huseyîn diyar kir ku armanca êrişên li ser Rojava zindîkirina DAIŞ’ê ye û got: “Ev êriş li dijî projeya Netewa Demokratîk in, lê hêza tu kesî têrê nake  ku îradeya ku li Rojava hatiye afirandin bişkîne."
 
Piştî civîna Tehranê ya 19'ê Tîrmehê û civîna Soçiyê ya 5'ê Tebaxê, êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Êriş li Til Rifat, li gundê Sêgirka, Qamişlo, navenda bajarê Kobanê, navçeya Zirganê, gundê Bênê yê navçeya Şêrawa û gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temir hatin bombebarankirin. Di encama van êrişan de 8 zarok hatin qetilkirin û 24 zarok jî birîndar bûn. Li dijî êrişan di qada netewî de jî bêdengiya Netewên Yekbûyî (NY) berdewam dike. 
 
Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Huseyîn derbarê êrişên li ser Rojava û bandora wê ya li ser Şengalê ji ajansa me re axivî. 
 
 
'TIRKIYE JI HIN HÊZAN HÊZ DIGIRE'
 
Azad Huseyîn anî ziman ku dewleta tirk van êrişan bi awayeke plankirî pêk tîne û ne bi tena serê xwe dike û got: “Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê demeke dirêje hene û berdewam dikin. Gelê Rojava ku îradeyek ava kiriye, dewlet tirk êrişî wê dike. Êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê jî bi piştgiriya Tirkiyeyê pêk hat. Roja îro jî her ew DAIŞ e. Dibe ku ne bi wî navî be, lê belê ew fikr û pergal e. Îro tişta ku tê serê gelê Rojava li cîhanê tu kesî tiştek wiha nedîtiye. Xelkê Rojav bi rojne bi bombebaranan û êrişên Tirkiyeyê re rûbirÛ mane. Zarok dibin hedefa êrişên dewleta Tirkiyeyê. Bêgûman ji bo mafê mirovahiyê ev êriş cihê şermezariyê ye. Bi rastî jî êdî hiqûq tenê weke nav maye. Hiqûq di koka xwe de pûç bûye. Her roj cihên pîroz ê wê axê kirin hedef. Li Efrînê, Serêkaniyê jî heman tişt diqewimin. Li Efrînê jî weke Şengalê mirov hatin kuştin, jin hatin revandin, serê mirovan hatin jêkirin. Her tişt bi serê xelkê wir ve qewimî. Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê dixwaze ku xwe bi xwe bi rê ve bibe. Dixwaze ku di bin wê desthilatdarî û qirkirina bi salane tê meşandin de rêveberinê pêk tîne. Dewleta tirk a dagirker vê yekê qebûl nake û êriş dike. Naxwaze ku xelkê Rojavayê Kurdistanê xwe bi xwe rê ve bibe. Cihên ku projeyên Rêveberiya Xweser tê hene dikin hedef. Gelek hewl dane ku êrişên bejahî jî pêk bînin, lê bi hewayî êrişên xwe  didomînin. Dewleta tirk ne bi tena serê xwe ye. Hin dewletên ji bo berjewendiyên xwe yên pêşerojê piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Tirkiye jî ji wan hêz digire û van êrişan pêk tine. Lê li dijî van êrişan jî Rojavayê Kurdistanê li ser pêya ye. Ew bedelên ku hatine dayîn ne bedelên ji rêzê ne. Her canek ku hatiye dayîn felsefeyek e, dîrokek e. Tu kes wê nikaribe vê înkar bike." 
 
'NIKARIN ÎRADEYA ROJAVA BIŞKÎNIN'
 
Huseyîn di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî her êrişeke Tirkiyeyê berxwedaneke bêhempa tê dayîn û wiha axivî: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG'ê li dijî êrişeke gengaze ya li ser herêmê amadekariyên xwe kirine. Ji ber ku her roj êriş dikin û gef dixwin. Dibe ku zirarek hebe lê li dijî vê jî berxwedanek tê meşandin. Hin kes dixwazin hevsengiyekî çêbikin. Li wir hem Rûsya heye, hem Amerîka heye. Sedemê piraniya van êrişan jî ev e. Dibin sedem ku li herêmê nakokî çêbibin. Heger Amerîka û Rûsya ji dil bixwazin dikarin projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûrî van êrişan bike. Dewleta tirk ne ji bo perçeyeke axekî êriş dike, tenê naxwaze kurd xwe bi rê ve bibin. Naxwazin ku kurd bibin îradeyek, hêzek. Ji dema Osmaniyan heta niha xwe rêveberina kurdan qebûl nekirine. Heger êrişeke berfireh çêbibe jî wê li dijî wê jî berxwedanek mezin hebe. Bi rojane ji hêla dewleta tirk û hevalbendên wê ve êriş çêdibin lê nikare wê îradeyê bişkîne. Tu hêz nikare ew îradeya ku li Rojava hatiye afirandin tune bike."
 
'DIXWAZIN DAIŞ'Ê BI RUH BIKIN’ 
 
Huseyîn da zanîn ku Tirkiye bi van êrişan armanc dike ku tişta ku DAIŞ'ê temam nekirî ew temam bike û wiha got: “Heta roja îro jî Tirkiye ji aliyê lojîstlik ve alîkariyê dide DAIŞ'ê. Dema ku DAIŞ li Rojava şikest ev ji Tirkiyeyê re derbeyek bû. Ji bona wê îro Tirkiye bi vî rengî êriş dike. Ji ber ku ew hêzên Tirkiye perwerde kirine û xwestine vê civakê tune bikin di Rojavayê Kurdistanê de bin ketin û negihiştin armanca xwe. Ji ber ku negihiştin armanca xwe niha Tirkiye berdewamiya wê dike. Dixwaze wan hêzan careke din bi ruh bike. Bi van êrişan dixwaze ku bibêje, 'we em xelas nekirine em hene.' Yê ku êriş li ser wî gelî kirin di wir de bi ser neketin. Ji ber wê jî Tirkiye dixwaze ku careke din êriş bike."
 
'KOKA JIYANA BI HEV RE ŞENGAL E'
 
Huseyîn destnîşan kir ku bandora êrişên li ser rojavayê Kurdistanê li ser Şengalê jî dike û wiha domand: “Bi sedsalane gelek caran qedera Rojava û Şengalê bi hev re hatiye girêdan. Gelek caran dijmin xwestiye ku destê wan ji hev bike. Di sala derbas bûyî de sînor di navbera Rojava û Şengalê de hat çêkirin. Cihê ku danûstandina Şengal û Rojava heye, ev sînor hat çêkirin. Lê heger êrişek berfireh li ser Rojava çêbibe ev wê li ser Şengalê jî pêk bê. Ew bi xwe jî wisa tarîf dikin û navnîşana wê jî dan. Gelek caran Mexmûr, Şengal û Rojava bi hev re hatine bombardimankirin. Cihên ku projeyên Rêveberiya Xweser hatiye avakirin di hedefê de ne. Ji bo dewleta tirk Şengal, Rojava û Mexmûr yek e. Baweriya vê civakê êdî bi tu kesî nema ye û dixwaze xwe bi xwe bir ê ve bibe. Me doza kursiyên kesekî nekiriye û me negotiye ku, 'em ê bibin desthilatdarê Iraqê’. Em dixwazin bi hev re jiyan bikin. Koka jiyana bi hev re Şengal e. Em dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Dewleta tirk jî vê naxwaze."
 
'ÊRIŞÎ NETEWA DEMOKRATÎK DIKIN'
 
Azad Huseyîn diyar kir ku ew ê destûr nedin ku Tirkiye bi van êrişan bigihîje armanca xwe û got: "Bêguman Tirkiye hêza xwe ji NATO digire. Ji ber ku yek ji endamê NATO ye. Nikarin weke berê tehekûma xwe li van deran bike. Nikarin weke dema Osmaniyan fermanên xwe pêk bînin. Îro êzidiyan xwe bi rêxistin kiriye. Di her qadê de xwe birêxistin kirine û xwe bi rê ve dibin. Dixwazin pêşiya van êrişan bigirin. Ji ber wê jî êrişî projeyên Rêveberiya Xweser û Netewa Demokratîk dikin. Piştgiriyê didin ku Tirkiye van êrişan pêk bîne. Me sozek ji bo gelên xwe daye. Me bedelên giran dan. Tişteke ku em winda bikin nema ye. Me her kes jî nas kir. Em dizanin ku kî li gorî berjewendiyên vê civakê jî tevdigere.”
 
 

Sernavên din

29/08/2022
17:47 Li Sakaryayê êriş birin ser karkerên demsalî: 2 kes birîndar bûn
17:21 Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Behreva yê Şengalê
17:18 Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin
16:16 Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir
15:09 Leşkeran agir berdan daristana gundê Marûnisê
14:38 Piştî birîna daran û çêkirina kuleyên leşkeri rê hate asfaltkirin
14:03 Demîrtaş: MHP gefan li dozgerên ku guhdariya fermanên wan nakin dixwe
13:57 Beşa ewil a klîbên ‘Konserên Tamarayê’ hat weşandin, dê xebat bidome
13:04 Tirkiyeyê Mexmûr bombebaran kir
12:18 Polîsan rojnamevanên Nobeta Edaletê dişopînin asteng kirin
11:47 Li Wargeha Holê 12 kes hatin binçavkirin
11:45 Ava ku 10 sal şûnda hatiye berdan negihişt zeviyê!
10:59 Hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî hatin kirin
10:49 Xelkê Wanê: Qesra ku lêçûnên wê ji berîka gel diçe bila hilweşe
09:09 Parêzera Ocalan: Nikarin felsefeya Ocalan tecrîd bikin
09:05 Botan dê li dijî şer aştiyê biqîre
09:04 Azad Huseyîn: Hêza tu kesî têrê nake ku îradeya li Rojava bişkîne
09:03 Omer Ocalan: Qedexekirina konser û festîvalan bingeha xwe ji tecrîdê digire
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'YAN
28/08/2022
20:22 Şeva piştevaniya bi rojnamevanên girtî re: Em ê her deynê xwe bidin
20:10 Mele Sidik Turhalli hat bibîranîn
17:01 HDP’ê li Xelfetiyê gel vexwend çalakiya 1’ê Îlonê
16:43 Meha 128’emîn a komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye
16:43 Li Kampa Holê unîformayên bi alên tirk hatin dîtin
15:36 Li Dêrsimê îşkenceya sîstematîk a leşker û polîsan heye
15:10 Polîsan gule berdan drona li ser miduriyeta polîsan digeriya
14:51 Endamê Tevgera Azadiyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin
14:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kir, li ser kesên bertek nîşan dan jî gule barandin
14:26 Derbarê midurê polîsan Zengîn ê êrişî rojnamevanan kir de lêpirsîn hate destpêkirin
13:55 Jin wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê
13:48 AKP nikare li Zapê pêş bikeve, PDK jê re rê çêdike
13:21 Li ser axa ku jê hatiye dinê jiyaneke nû: Armanc gundekî komîn e
11:50 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag pirsî: Malbata vê dayikê kê qetil kir?
11:36 Salih Muslim: Hevdîtinên Enqereyê û Şamê ne çareserî ye
10:58 Ceyran tune, xwarinê li ser kuçikî çêdike
10:23 HABER-SEN wê li dijî bêhiqûqiyan ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:04 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû: Heman xetere ji bo hemû navçeyan derbasdar e
09:03 Di dema sewqa ji bo ATK'ê 4 rojan xwarin nedane Bazo Yilmazê hat qetilkirin
09:02 Ji bo mafê xwe yê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye, dayika wî jî li ber girtîgehê ye
09:01 Rêgeza 'bingehîn' a Tifaqa Ked û Azadiyê: Çareseriya meseleya kurd
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'YAN
27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê