Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne

  • rojane
  • 12:06 24 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyan diyarkirin ku mirinên li girtîgehan bi zanebûn û plankirî ne û wiha gotin: "Sê hevrêyên me biplan hatin qetilkirin."
 
Girtiyên nexweş bi neberdanê terkî mirinê tên kirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Berdana girtiyên nexweş û ku her diçe rewşa wan giran dibe bi raporên Saziyên Tiba Edlî (ATK) tên astengkirin. Di encama van polîtîkayên desthilatê de di 8 mehên ewil ên salê de 44 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Tenê di navbera 14 û 18'ê tebaxê de 3 girtiyên ku berdana wan hate astengkirin hatin qetilkirin. Girtiyên PKK'î û PAJK'î têkildarî komkujiyên li girtîhan diqewimin, bi rêya Denîz Kaya daxuyaniyek weşandin. 
 
Denîz Kaya, di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û wiha got: "Di serî de berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana bêeman-bênavber a gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê û Şervaniya Rûmetê ya li zindanan, çeteya AKP-MHP'ê ku rêxistiniya faşîst a NATO'yê ya li Kurdistanê ye tengav dike . Rejîma faşîst a ku tengav bûye, ji bo xwe ji vê hilweşînê rizgar bike, bêhtir êrîşkar bûye û êrîşî gelê kurd û gelên herêmê dike. Rejîma AKP-MHP'ê ya mêtinger-dagirker û faşîst ku qirkirina fîzîkî û çandî ya kurdan ji xwe re kiriye armanc, ji bo vê armanca xwe pêk bîne hemû nirxên mirovahiyê binpê dike, ji zarokan heta ciwanan, ji jinan heta bi extiyaran, ji xwezayê heta bi çandê bi temamî dixwaze kurdan îmha bike. Tecrîda giran û îşkenceya li Rêber Apo tê kirin, astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re, bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ên li dijî gerîla, hovîtiya li cenazeyên şehîdan û goristanan tê kirin, zext û zordariya li ser gel a ji bo tepisandinê, bêrûmetiya teslîmiyetê ya li zindanan tê ferzkirin, êşkence û îzolasyon, talankirina xwezaya Kurdistanê rûyê rast ê çeteya AKP-MHP'ê ya faşîst radixe pêş çavan."
 
'ATK ŞIRÎKÊ VAN SÛCÊN HOVANE NE'
 
Kaya, diyar kir ku desthilata AKP-MHP'a faşîst ku ji aliyê çandî, civakî, siyasî û leşkerî ve têk çûye, ji ber ku xwe li têkçûnê ranagire mîna li her qadê, li zindanan jî polîtîkayên hovane dimeşîne û wiha dewam kir: "Ji bo vê jî her rê û rêbazê dixe dewrê. Ji bo vê jî çeteyên faşîst-nijadperest ên di bin sîwana Wezareta Edaletê de hatine perwerdekirin û dûrî ji edaletê ye, rêveberiyên girtîgehan ava dike û bi rêya van rêbazan êrîşî şoreşgeran dike. Asta êrîşê ne tenê li nava girtîgehan dimîne, her wiha nexweşxane jî weke amûrek ji şerê taybet re tên bikaranîn û tedawiya şoreşgeran bi bêrûmetiya tê ferzkirin tê astengkirin. Her wiha saziya jê re Saziya Tiba Edlî tê gotin, li gorî fermanên ji qesrê werdigire, ji bo şoreşgerên bi nexweşiya giran ku rapora 'nabe li girtîgehê bêne hiştin' heye, bi rapora 'dikare bimînin' fermana mirinê dide û dibe şirîkê vî sûcê hovane.
 
Di nava sala 2022'an de gelek hevrêyên me ji ber kiryarên hovane yên çeteya AKP-MHP'ê ya faşîst şehîd bûn. Herî dawî di 14'ê Tebaxê de li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya li Xarpêtê Îbrahîm Yildirim, di 15'ê Tebaxê de li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê Mehmet Candemîr û di 18'ê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Rihayê Bazo Yilmaz hatin qetilkirin. Di nava 5 rojan de 3 hevrêyên me ji aliyê çeteya AKP-MHP'a faşîst ve bi zanebûn û biplan hatin qetilkirin."
 
Kaya, destnîşan kirku berpirsyarên bingehîn ên van komkujiyan; desthilata faşîst a AKP-MHP'ê, Wezareta Edaletê, Saziya Tiba Edlî, hevkarên AKP-MHP'ê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT ne.
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Denîz Kaya, daxuyaniya xwe wiha domand: "Di serî de malbatên girtiyan divê hêzên şoreşger-demokrat-sosyalîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê li ber vê hovîtiyê bêdeng nemînin, li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî hesab ji berpirsyaran bipirsin û rola xwe ya dîrokî-civakî pêk bînin. Serhildan û berxwedaneke topyekûn wê hem derba dawî li çeteya faşîst a AKP-MHP'ê bixe û hilweşîne, hem jî bibe gaveke mezin ji bo xwedîderketina li hevrêyên li zindanan li ber xwe didin. Êdî her kes dizane ku sîstema tecrîd û êşkenceyê destpêkê li Îmraliyê kete meriyetê û li tevahiya civakê hate belavkirin. Em bang li gelê xwe yê bi rûmet û sazî, hêzên şoreşger-sosyalîst-demokrat dikin ku ji bo bidawîanîna li vê hovîtiya li zindanan, bi dengekî bilind li ber êşkence û tecrîda li ser Rêber Apo rabin û li her qadê têkoşînê geş bikin."
 
'BI RÛMETÎ LI BER XWE DAN, TESLÎM NEBÛN'
 
Kaya, daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Hevrêyên me Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz li dijî tecrîd û êşkenceya giran a li zindanan, li gel nexweşiyên xwe yên fîzîkî jî bi rûmetî li ber xwe dan û teslîmî rêxistina çete ya faşîst a AKP-MHP'ê nebûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta serketinê ya şehîdan meşa têkoşîna bi rûmet dewam bikin. Di şexsê hevrêyên xwe Îbrahîm, Mehmet û Bazo de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêz û minet bi bîr tînin."

Sernavên din

25/08/2022
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:15 Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn
15:13 TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin
14:43 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
12:57 ÎHD bi malbata Şenyaşar re nobetê digire: Vê qêrînê bibihîsin
12:16 4 endamên ESP’ê hatin girtin
11:48 Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
11:44 Operasyona leşkerî ya li Zozanên Şênê didome
11:13 Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir
10:59 Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin
10:28 Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt
09:06 Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?