Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin

  • rojane
  • 11:36 24 Tebax 2022
  • |
MÊRDÎN - Malbatên kesên li navçeya Dêrikê jiyana xwe ji dest dan bertek nîşanî daxuyaniya Serokkomarê AKP’î Erdogan ku wê pere ji malbatan re bê dayîn dan û wiha got: “Ev êş ne bi pereyan tê nixumandin ne jî bi pereyan dilê mirov xweş dibe. Daxwaza me ew e ku li vê derê rêyeke derdorê were avakirin.”
 
Hate aşkerekirin ku têkildarî 21 kesên di qezaya li navçeya Dêrika Mêrdînê û 16 kesên li Dîlokê jiyana xwe ji dest dane de wezareta malbat û xizmetên civakî dê dê Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî di bin navê “piştgiriyê” de 50 hezar lîre bide xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di daxuyaniya ku têkildarî her du qezeyan dabû de wiha gotibû: “50 hezar lîreyan dê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, li gel vê 250 hezar lîre jî bi piştgiriya fîrmayan em ê bidin malbatên kesên ku di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.” Ev daxuyaniya Erdogan weke “Pereyê xwînê” hate nirxandin. 
 
‘ÊŞ BI PEREYAN NIKARE WERE NIXUMANDIN’
 
Dotmama Îsa Ayebe ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da, Hêlîn Ayebe (38) bûyer wiha vegot: “Îsa û hevjînê min di înşaetê de dixebitîn. Dema qezaya ewil çêdibe pismamê min bi hevjînê min re ji bo alîkarî bikin diçin cihê bûyerê. Piştî demekî kurt TIR’a duyemîn tê û dikeve nava gel. Di wê kêliyê de pismamê min di bin TIR’ê de dimîne û jiyana xwe ji dest dide.” Ayebe, ku qala daxuyaniya Erdogan a “Pereyê xwînê” kir wiha got: “Xema me ne pere ye. Canên me çûn. Dilê me dişewite. Agir bi her malê ket. Tu peyv nikare vê êşê vebêje. Ev êş ne bi pereyan tê nixumandin û ne jî bi pereyan dilê mirov xweş dibe. Daxwaza me ew e ku di zûtirîn demê de li vir rêya derdorê bê çêkirin. Dilê me şewitî bila dilê kesekî din neşewite. Em edaletê dixwazin. Ewqas mirov hatin kuştin. Bila heqê wan li erdê nemine. Bila ji bo mafên wan rê çêkin. Em naxwazin sibe jî heman tişt dubare bibe.”
 
‘QALKIRINA WAN A PEREYAN HOVÎTÎ YE’
 
Dotmama Îsa Ayebe, Behiye Ayebe jî diyar kir ku ji ber îhmalê 21 mirovan jiyana xwe ji dest da û destnîşan kir ku îhmala herî mezin nebûna rêya derdorê ya li navçeyê ye. Ayebe, bi lêv kir ku ji ber piştî qezaya ewil pêk hat bergirî nehatin girtin bobelateke mezintir pêk hat û wiha axivî: “Li gel ewqas windahiyên me çêbûn, niha qala dayîna pereyan dikin. Armanc dikin klu gel bi pereyan bêdeng bikin. Qalkirina wan a pereyan hovîtiyeke mezin e. Mirovan careke din dikujin. Jiyana mirovan dikare bi pereyan re bê muqayesekirin? Buhayê vê nikare bibe pere. Em pere naxwazin. Em tenê rêya derdorê dixwazin. Agir bi mala me ket lê bila agir bi mala kes din nekeve.”
 
Ayebe bal kişand ser zirara Etî Bakir a di heman demê de li tenduristiya mirovan bûye û got: “Em van li vir naxwazin. Bi pereyan dixwazin navê vê şîrketê ji vê bûyerê derxînin û dozê bigirin. Em ê destûrê nedin ku ev şîrket ji vê bûyerê bireve.”
 
‘HEWL DIDIN CENGÎZ HOLDÎNGÊ FIHÊL BIKIN’
 
Xizma malbatê Fîgen Ayebe jî bi lêv kir ku tişta li Dêrikê qewimiye ne qeza cînayet e û wiha axivî: “Dixwazin îhmalkariya mezin a şîrketa Cengîz Holdîngê bi pereyan nixûmînin. Em dixwazin kesên di vê bûyerê de berpirsyartiya wan heye derkeve holê. Heke edalet hebe bila derkeve holê. Kesên di vê bûyerê de berpirsyartiya wan heye tên veşartin. Can tu caran nikare bi pereyan ra bê mûqayesekirin. Em tenê dixwazin edalet derkeve holê. Pereyê ku tê pêşkêşkirin ji bo girtina bûyerê ye. Em vê qet qebûl nakin. Çi dibe bila bibe em ê şopdarên vê bûyerê bibin.” Ayebe, diyar kir ku daxwaza wan ji holê rakirina îhmalan, wergirtina bergirtiyan û cezakirina berpirsyaran e û got: “Ji xwe zirarê didin tenduristiya me. Em dixwazin Etî Bakir were girtin. Axa me jehrî dikin. Niha qadên şînkahî yên li herêma nêz ziwa bûne. Mirov welidînên astengdar dikin.”
 
‘BILA BERPIRSYAR DERKEVIN HOLÊ’
 
Sevîm Tanrisever (42) a di qezayê de du biraziyên xwe winda kirin jî bi lêv kir ku naxwazin TIR li navenda bajêr derbas bibin. Tanrisever, da zanîn ku bi taybetî di mehên dawî de derbasbûna van TIR’an zêde bûye û anî ziman ku jiyana zarokên wan di xetereyê de ye. Tanrisever, diyar kir ku her sal dema wesayîtên giran  ji navenda navçeyê derbas dibin qeza çêdibin, mirov jiyana xwe ji dest didin û got ku bûyera dawî “ne qeza ye komkujiyek e”. Tanrisever, bertek nîşanî daxuyaniya ku dê pereyan bidin malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîne da û wiha got: “Em tenê dixwazin berpirsyar derkevin holê. Em dixwazin rêya ku ji navçeyê re derbas dibe derxînin derveyî navçeyê.”
 
MA / Omer Akin
 
 

Sernavên din

25/08/2022
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:15 Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn
15:13 TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin
14:43 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
12:57 ÎHD bi malbata Şenyaşar re nobetê digire: Vê qêrînê bibihîsin
12:16 4 endamên ESP’ê hatin girtin
11:48 Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
11:44 Operasyona leşkerî ya li Zozanên Şênê didome
11:13 Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir
10:59 Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin
10:28 Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt
09:06 Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?