‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'

  • rojane
  • 09:00 24 Tebax 2022
  • |
WAN - Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan diyar kir ku ji ber ku xwîn ji desthilatdariyê diçe êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Armanca bingehîn a  van êrişan kurd û destkeftiyên wan in."
 
Tirkiyeya ku di polîtîkayên şer de li çarserkirina meseleya kurdî digere, li Herêma Kurdistana Federe encama ku dixwest bi destê wê neket. Piştî vê vê carê jî cardin berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku ji bo van êrişan li Tehran û Soçiyê destûr negirt, êrişên xwe yên suîqestî yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di navbera 19'ê Tîrmeh û 19'ê Tebaxê de bi SÎHA'yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39 kesan jiyana xwe ji dest da.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan Işik êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û got, destkeftiyên gelê kurd hedef tên girtin.
DESTHILAT QELS DIBE
 
Orhan bilêv kir ku ev êriş berdewama dijminatiya li hemberî kurdan e û got: “Li Tirkiyeyê her ku krîz kûr bibe û xitimandine çêbibe û gelên Tirkiyeyê dengê xw ebilind bikin, hewl didin di ser gelê kurd re bi polîtîkateke şer civakê bitepisînin. AKP ne tenê îradeya kurdan, îradeya gelên Tirkiyeyê jî nas nake û tenê polîtîkaya parastina desthilatdariya xwe pêk tîne. Hilbijartin nêzîk dibe û xwîn ji desthilatdariyê diçe. Di nava civakê de pirsgirêkeke cidî ya baweriyê heye û desthilat hewl dide ku cardin rûxandina xwe bi polîtîkayên şer bi xelasê bixe."
 
HEDEFA WAN DETSKEFTIYÊN KURDAN E
 
Orhan diyar kir ku Tirkiye bi feraseta dagirkeriyê êrişê dibe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gotina Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîkê ku gotibû “Li aliyekî Hêzên Çekdar ên Tirk û li aliyê din jî Artêşa Azad a Sûriyeyê hewl didin ku pêşî li ber avakirina dewleteka kurd bigirin" bibîr xist û got: "Yanî dibêje, li wir ji xeynî kurdan her kes dikare bijî. Ji ber vê yekê jî dewlet ji no tunekirina hebûna kurdan serî li her rêyê dide. Dixwazin bêyî kurdan siyaseteke têkildarî Sûriyeyê bimeşînin. Kurdan li wir statuyek bi dest xist û berxwedaneke ku hemû cîhanê ew ji xwe re mînak girt da der. Kurdan pergalek ku gel bi çand, ziman û baweriya xwe bi awayekî azad bi hev re dijîn ava kir. Lê belê di polîtîkaya 'Bila kurd dayika xwe nebîne' de israr dikin."
 
POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ
 
Orhan anî ziman ku êrişên li ser kurdan tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne sînorkirî ne û got: “Dema ku li Başûr û Rojava operasyon tên kirin, li aliyê din jî welêt bi polîtîkaya tecrîdê tê birêvebirin. Hemû girtîgeh mexdûrên van polîtîkayan in, binpêkirina mafan di asta herî jor de ye, siyasetmedarên kurd dîl tên girtin, girtiyên nexweş nayên dermankirin. Rewşa Aysel Tûglûkê diyar e, yanî polîtîkayeke ku hebûna kurdan di her aliyî de dike hedef heye. Ev berdewamiya polîtîkayên înkarkirina kurdan e ku bi sedan sal in didomin."
 
DIVÊ KURD BIBIN YEK
 
Orhan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan jî rexne kir û got: “Li vir jî dem bi dem ji ber berjewendiyan bêdengî rû dide û Tirkiye jî ji vê yekê cesaretê digire. Divê kurd li hemberî vê rewşê bibin yek. Ger gelek nikaribe yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne, helbet wê li hemberî van pêkanînan bêparastin bimîne û nikaribe pêşî li ber van pêkanîna bigire. Divê hemû gelên cîhanê, hemû kesên ehlê mirovahiyê bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de bin." 
 

Sernavên din

25/08/2022
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:15 Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn
15:13 TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin
14:43 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
12:57 ÎHD bi malbata Şenyaşar re nobetê digire: Vê qêrînê bibihîsin
12:16 4 endamên ESP’ê hatin girtin
11:48 Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
11:44 Operasyona leşkerî ya li Zozanên Şênê didome
11:13 Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir
10:59 Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin
10:28 Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt
09:06 Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?