Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!

  • rojane
  • 09:03 18 Tebax 2022
  • |
img
ENQERE - Nexweşê giran ê penceşêrê Ehettîn Kaynar ku bi hewldanên malbata xwe ji girtîgehê sewqî nexweşxaneyê hat kirin, 22 roj in tê dermankirin. Keça wî Sidîka Varli diyar kir ku ji ber ku nexweşiya bavê wê pir giran bûye êdî kemoterapî nayê kirin. 
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş jî giran dibe. Girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, bi raporên "dikarin di girtîgehê de bimînin" ên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
 
Bi taybetî piraniya girtiyan bi pençeşêrê ketine, piraniya rojên hefteyê li nexweşxaneyê ne, lê dîsa jî nayên berdan. Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku zêdetirî 2 hefte ye li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dişkapi ya Yildirim Beyazît a Enqereyê tê dermankirin jî nexweşê pençeşêrê ye. Di loba rastê ya kezebê wî de kîsta 12*16 cm heye û di encama biopsiyê de hat tespîtkirin ku hem li gor rapora patolojiyê hem jî li gorî rapora radyolojiyê nexweşê penceşêrê yê qonaxa 4’emîn e û penceşêra lê peyda bûye li organên wî yên dûrî kezebê belav bûye.
 
DU CARAN HATIYE GIRTIN
 
Kaynar ku di sala 2015'an de bi hinceta ku endamê "Komîsyona Edaletê" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê bûye hatiye girtin û di sala 2017'an de hatiye berdan. Nexweşê pençeşêrê Kaynar ê 73 salî, di Nîsana 2021'ê de ji ber cezayê muebedê lê hatibû birîn, dîsa hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'yê. Çendî nexweşîna tansiyona bilind, prostat, romatîzma, nexweşiya çerm, şekir û hwd. pê re heye cardin jî nayê berdan û niha ji ber pençeşêra kezebê li ber xwe dide. 
 
Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê muebeda giran ê li Kaynar hatibû birîn xera kiribû, parêzerên wî ji bo berdana wî serî li dadgeha li Îdirê dabûn. Lê belê hê jî dadgeha herêmî serlêdana parêzeran nebersivandiye. 
 
Kaynar ku 3 meh berê sirgûnî Girtîgeha Karabuk a Tîpa T'yê hatibû kirin, li vir nexweşîna wî giran bûye û nikaribûye rabe ser xwe. Kaynar ku nikaribûye bi telefonê jî bi malbata xwe re biaxive, rêvebiriya girtîgehê ew rakiriye nexweşxaneyê, lê belê bêyî ku bê dermankirin tenê serûmek lê hatiye xistin û cardin ew birine girtîgehê. Piştî ku malbata Kaynar serî li Serdozgeriya Karabûkê daye, di 27'ê Tîrmehê de sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazît a Enqereyê hatiye kirin. Dema ew rakirine nexweşxaneyê ewilî di qawîşa girtiyan de maye û paşê ew birine Beşa Gastroenterolojiyê. Niha di bin çavdêriya 5 gardiyanan de tê dermankirin.
 
PIŞTÎ JI NEXWEŞXANEYÊ DERKEVE DÊ CARDIN WÎ BIBIN GIRTÎGEHÊ
 
Kaynar ê ku bi hefteyan li nexweşxaneyê di bin tedawiyê de ye, tenê bi destûra dozgeriyê dikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike. Keça wî Sidîka Varli (41) ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Varli diyar kir ku gava bavê wê Jİ nexweşxaneyê derkeve wê neyê berdan dê wî bişînin Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê. 
 
Varliyê ku xwest bavê wî ji ber nexweşiyên xwe yên giran bên dermankirin û tavilê bê berdan diyar kir ku dema raporên nexweşxane û girtîgehê hatiye dirêjkirin. Varli got: "Bavê min di dawiya sala 2021'ê de tim û tim gazin dikir digot, 'ez nerıhet im.' Dema ku hevalên wî yên qawîşê telefon kirin, haya me ji nexweşiya wî çêbû. Hevalên wî yê qawîşê gotin, 'Rewşa bavê we gelekî xerab e, eger hûn di 2-3 rojan de bavê xwe xilas nekin wê bimire.'Me serî li dozgeriyê û Wezareta Dadê da. Em ne ji girtîgehê, ji nexweşxaneyê hîn bûn ku rewşa bavê min xerab bûye û ew rakirine nexweşxaneyê." Varli bilêv kir ku ji bo nexweşiyên din jî bavê wê li girtîgehê nehatiye dermankirin û got: “Ji ber nexweşiya şekir pêyê wî birîn bûbû. Dema ku ew li Edîrneyê bû, bi derziyê bi tiliya xwe lîstiye û ew jê kiriye. Piştî ku tiliya wî sax bû, pê hesiya ku nîvê tiliyê tune ye. Gava li Edîrneyê bûn em çûn serdana wî. Ji me re got, 'lingê min pir xerab e, ez bandê dixwazim',  lê band nedane wî. Bi maskeyê tiliya xwe pêçabû.”
 
‘KEMOPOTERAPÎ NAYÊ KIRIN'
 
Varli diyar kir ku dermankirina di van şert û mercan de nexweşiya bavê wê girantir dike û wan gelek caran serî li dozgeriyê daye. Varli di berdewama axaftina xwe de got: “Bavê min nikarîbû daxwaznameyekê jî binivîse, me dinivîsand. Rêveberiya girtîgehê her tim digot 'em pê re eleqedar dibin.' Dermanên ku bavê min dixwest nedidan wî. Bavê min nayê dermankirin. Tenê dermanên êşbiriyê didin bavê min, wekî din tu dermanan nadinê. Ji ber ku qonaxa penceşêrê pêşve çûye, kemoterapî jî ne pêkan e. Bavê min 10-15 roj in li nexweşxaneyê ye. Nexweşî ji kezebê dest pê kiriye. Bijîşk got, nexweşî gihaştiye pişikê jî. Bavê min derman nekirin û wî di wî halî de hiştin."
 
LI ODEYA NEXWEŞXANEYÊ 5 GARDIYAN
 
Varli destnîşan kir ku gelek nexweşiyên bavê wê hene û destûr nayê dayîn ku li nexweşxaneyê bi bavê xwe re hevdîtinê bike. Varli wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ji Stenbolê hatim Enqereyê ku bavê xwe bibînim. Li nexweşxaneyê, ez jî di nav de nehiştin xwişk û birayên min bi bavê min re hevdîtinê bikin. Ji bo birayê min tenê kaxeza refeqatê çêkirin û ew li cem bavê min ma. Dema em li nexweşxaneyê bûn, me di derî re li bavê xwe dinêrî. Gardiyan dihat dıgot 'hevdîtin qedexe ye' û derî digirt. Dema em ne li wir bûn, 2 gardiyan li wir bûn. Lê gava em çûn wir 5 gardiyan danîn wir. Em li ber nexweşîna wî bikin, li ber girtina wî an li ber van kirinan? Em dixwazin bavê min demildest bê berdan.”
 

Sernavên din

18/08/2022
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike