Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’

  • jin
  • 15:06 17 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Ji Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş diyar kir ku qeyûman peşkê li têkoşîna li dijî tundiyê daye. Ji Komeleya Mafê Mirovan a Jinan Zelal Ayman jî qeyûman şiband “waliyên mêtingehiyê” û banga têkoşîna li dijî vê kir.
 
Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mijara “Rûxandinên qeyûm di qada jinan de û avakirina xeta têkoşîna hevpar" li Şanoya Bajêr a Amedê panel li dar xist. Panel bi axaftinên panelîstan berdewam dike. 
 
‘DERIYÊN SAZIYÊN JINAN QIFLE KIRIN’ 
 
Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş di panelê de axivî û destnîşan kr ku qeyûman di qadên têkoşîna li dijî tundiyê de rûxandinên mezin çêkirine û got: “Bi ragihandina OHAL’ê re hemû şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin. Îro jî feraseta qeyûm li ser 45 şaredariyan berdewam dike. Li hemû şaredariyên qeyûm danîne ser, deriyê saziyên jinan hemû hatin qiflekirin. Hemû sazî û dezgehên çand û hunerê veguherandin kursên quranê. Veguherandin qadên di bin navê olî de. Navendên şewirê veguherandin kursên quranê. Ev sazî tên maneya girtinê. Her wiha stargehên jinan ên şaredariyan hatin girtin. Polîtîkayek taybet li dijî têkoşîna jinan hat li pêşxistin. Bi tayînkirina qeyûman re tundiya li ser jinan zêdetir bû. Qeyûman kirinên nebaş kirin. Cihek ku jin biçin serî lê bidin, nema û hemû qad hatin girtin. Polîtîkaya qeyûman ew e ku pergala hevserokatiyê dabeş bikin. Bi qeyûman xwestin peşkê li têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bidin. Lê me berevajî polîtîkayên wan torên xwe ava kirin û têkoşîna me berdewam dike.”  
 
‘JIN JI QEYÛMAN BAWER NAKIN’ 
 
Ûlaş behsa xebatên li dijî tundiyê ku dikin kir û ji rêjeya ji sedî 86 jinan û zilaman ji polîtîkaya qeyûman bawer nakin û piştî qeyûman cihek ku jin biçin serî lê bidin nehatin hiştin û jin diçin serî li baro û sendîkayan didin. Ûlaş destnîşan kir piştî tayînkirina qeyûman jin bi awayek cidî bi tengaviyan re rûbirû mane û qeyûm ji bo tevahiya civakê rûxandinek cidî ye. 
 
‘DIXWAZIN BI DESTÊ QEYÛMAN TÊKOŞÎNA JINAN LAWAZ BIKIN’ 
 
Ûlaş da zanîn ku hikûmet tundiya li ser jinan zêdetir dike. Ûlaş anî ziman ku bi destên qeyûman têkoşîna jinan a li dijî tundiyê hat tunekirin û got: “Fihûş û tiryak bi awayek cidî zêde bûye. Ev wek polîtîkayek dewletê bi taybetî li bajarên herêmê tê kirin. Biçin Rezanê û Sûrê hûnê dîmenên vê yekê baş bibînin û pê re rûbirû bimînin. Jinên ciwan dixin nava fihûşê, tiryakê. Leşker û polîs jî jinan dixin nava vê tora tiryak û fihûşê. Dixwazin îradeya jinan bixînin û têk bibin. Dixwazin civakê dejenere bikin. Êrişî her qadan dikin. Şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm de li Sûrê ‘Sûka Hanimeller’ ava kirin. Bi vê yekê dibêjin ‘karê jinan mitbex e, xanima malê ye ew dikare xwarinê çêke’. Dixwazin jinan di malê de tengav bikin.” 
 
‘QEYÛM WALIYÊN MÊTINGERIYÊ NE’ 
 
Ji Komeleya Mafê Mirovan a Jinan Zelal Ayman destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bi siyaseta giştî ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye û beriya qeyûman êrişên li ser îradeya jinan dest pê kirin û bi tayînkirina qeyûman re zext û êrişên li ser jinan zêdetir bûn. Ayman diyar kir ku qeyûm pirsgirêka hevpar a her kesî ye û divê li dijî vê têkoşînek hevpar bê dayîn. Ayman qeyûmên hatine tayînkirin şiband “waliyên mêtingehiyê” û wiha got: “Ev dewlet dibêje ‘ez mêtingeh im, ev der mêtingehiya me ye, ez walî tayînî ser we dikim’. Bi vî awayî waliyan tayin dike. Ev feraseta ‘tu tune yî, ez heme’ ye. Divê li dijî vê yekê zimanê kurdî bê parastin. Divê em ji bo zimanê xwe têbikoşin. Lazim e em kurdî zindîtir bikin. Divê em têkoşîna jinan a ji bo kurdî her tim derxin pêş. Lazim e em mafên çadnî û ziman her tim li pêş bigtirin. Em bi nirxên xwe dizanin. Ez di wê fikre de me ku jinên kurd dikarin li ser ziman û çanda kurdî kargehan li dar bixin.” 
 
Ayman da zanîn ku qeyûm di heman deme de polîtîkayên asimîlasyonê li ser kurdan disepînin û pêşniyazî HDP’ê kir ku li dijî polîtîkaya asimîlasyonê panel û civînan li dar bixe. 
 
Panel bi axaftina panelîstên din didome. 
 
 
 

Sernavên din

18/08/2022
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike