Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!

  • rojane
  • 09:01 17 Tebax 2022
  • |
img

WAN - Dema ku kiryarê sûcan esker û polîs bin, kamerayên ku li seranserê welêt 24 saetan dixebitin an qeyd nakin an jî xerabe ne. Bi vî awayî kesên sûc dikin tên fihêtkirin û doz jî bi bêcezakirinê bi dawî dibin.

Delîlên di cînayetan de yên ji aliyê peywirdarên dewletê ve hatine kirin bi lez û bez tên windakirin. Kamerayên ku li seranserê welêt 24 saetan dixebitin jî an xerabe ne an jî dîmenên wê kêliyê negirtine. Ev rêbaz dike ku dosyeyên hemû kiryarên bi vî rengî bi bêcezakirinê bi dawî bibin. Ev yek herî dawî li gundê Kiratî yê navçeya Elbakê ya Wanê di bûyera H.E. (12) de ku ji ber teqîna cismekî bi giranî birîndar bûbû, rû da.  Hat îdiakirin ku kameraya ku kêliya H.E. birîndar bûye, dîmen negirtine. Bi vî rengî delîlên herî girîng ên bûyerê ji holê hatin rakirin û polîtîkaya bêcezakirinê hat meşandin.
 
Berê jî di bûyerên bi vî rengî de yên  tiliya peywirdarên dewletê tê de hene, heman rêbaz hatibû ceribandin. Ji wan hincet û rêbazan hin jê ev in: 
 
‘KAMERA JI BER ERDHEJÊ XERA BÛNE'
 
Mehmet Denîz ku di meşa 8'ê Adara 2008'an de li navçeya Erdîşê ya Wanê di encama mudaxeleya polîsan de birîndar bûbû, li qereqolê jiyana xwe ji dest dabû. 13 sal in pêvajoya darazê ya derbarê mirina Mehmet Denîz de bi dawî nebûye û midûriyeta polîsan jî derpêş kiriye ku hemû kamerayên li derdorê xerabe ne û ji ber vê sûcdar nayên dîtin. Dozgeriyê jî paralelî midûriyeta polîsan gotiye, "Ji ber ku avahiay têkildar di erdhejê de hilweşiyayeyê nehatiye tespîtkirin bê ka kamerayên avahiya têkildar xerabe bûne yan na û her wiha wisa tê texmînkirin ku kamerayên avahiya midûriyeta polîsan a Erdîşê jî dibe ku di dema erdhejê de xera bûbin." Dosye bi vî awayî bi bêcezabûnê bi dawî bû. 
 
Di 9'ê hezîrana 2017'an de piştî êrişa bi roketan a li hemberî Midûriyeta Polîsan ya Navçeya Westanê ya Wanê, 4 gundiyên ku ji berhevkirina kuvarkan vedigeriyan hatibûn binçavkirin û li qereqola polîsan bi saetan rastî îşkenceyê hatibûn. Paşê gundiyên ku hatibûn berdan polîsê bi navê O.Ş. teşxîs kiribûn û giliyê wî kiribûn. Lê polîs O.Ş. beraet kiribû. Dadgehê wekî hincet jî derpêş kiribû ku dîmenên kamerayan ji ber derdor baş neronî bûye serçavê kiryaran xuya naka. Lê belê wêneyên dema îşkenceyê yên her çar gundiyan li ser medyaya sanal berbalav bûbûn û bi salan bûbûn rojev. 
 
KAMERA NEXEBITIYE!
 
Li Wanê Lutfullah Tacik ê 17 salî di 16'ê gulana 2014'an de dema ji Îdirê derbasî Tirkiyeyê bûbû hatibû binçavkirin. Tacîk ku ew biribûn Midûriyeta Polîsan a Îdirê, ji wir jî  şandibûn Navenda Paşvegerînê ya Wanê û li vir di 27'ê Gulana 2014'an de ji aliyê polîs S.O. bi lêdanê hatibû kuştin. Şahidên ku piştî mirina Tacîk îfadeyên wan hatibûn girtin diyar kiribûn ku polîs S.O. şelmaq li Tacîk xistiye û di dema bûyerê de polîs H.O. li wir bûye. Lê polîsan sûc qebûl nekiribû û ji ber ku kamerayên li cihê bûyerê "xerabe bûne" dîmenên îşkenceya li Tacîk hatiye kirin derneketibûn holê. Şîrketa ku ji kamerayên GGM'ê berpirsyar diyar kiribû ku tenê kamerayek qeyd nekiriye û di rapora cendirmeyan de jî hatibû îdiakirin ku roja bûyerê tu kamera qeyd negirtine. Di encama dozê de polîs S.O. tenê 5 meh ceza girtibû. 
 
‘KAMERAYÊN LI HERÊMÊ JÎ DÎMEN NEGIRTINE'
 
Di dema protestoyên li taxa Xaçort a Wanê de maşîneya zirxî ya bi tîpa akrep li zarokê 12 salî A.O. qelibîbû  û bi giranî birîndar bûbû. Piştî bûyerê dîmenên kamerayan nehatibûn dîtin. Dîsa di 24'ê Tîrmeha 2016'an de Taha Kiliç ê 4 salî ku li ber avahiya Midûriyeta Polîsan ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di bin panzera polîsan de mabû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku kamerayên li herêmê dîmen negirtine derbarê polîsan de ku bûbûn sedema mirina Taha tiştek nehatibû kirin. 
 
KAMERAYA WESAYÎTA ZIRXÎ JÎ XERABE BÛYE!
 
Efe Tektekîn ê 5 salî ku di 11'ê îlona 2019'an de li Cadeya Emek a navçeya Rezan a Amedê gava hewl dabû derbasî wî aliyê rê bibe wesayîta zirxî ya polîsan lê qelibîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Polîs Î.A.'yê ku ji sala 2017'an ve heman wesayîta zirxî bi kar aniye îdia kiribû ku kamerayên wesayîta zirxî naxebitin. 
 
POLÎSAN KAMERA GIRTIN
 
Dîsa ji 30 kamerayên ku di qetilkirina Alî Îsmaîl Korkmaz de ku di dema berxwedana Geziyê de polîsan bi lêdanê ew qetil kiribû, 16 kamera xerabe bûne. Pişt re hatibû îdiakirin ku di kameraya Otêla Beşîkê de 20 deqeyên qeydên kamerayê û dema polîsan êrişî Korkamz kiriye 76 saniye dîmenên kamerayên winda ne. Xwediyê otêlê Erdogan Gozseçen derpêş kiribû ku ji ber ku wê demê şantêr girtî bûye ev dîmenên navborî tune ne. Lê belê di heman dîmenan de hatibû dîtin ku 2 polîs bi cil û bergên sivîl ketine hundirê otêlê û ev yek dibe cîhê wê gumanê ku dibe ku van polîsan kamera girtibin. 
 
Mert Mehmet Tilev di 6'ê cotmeha 2014'an de li Stenbolê li nava kolanê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Hatibû îdiakirin ku di dîmenên rapora Saziya Tiba Edlî de diyar nebûye bê kê gule berdane. Di CD'yê de ku piştî dîmenên rapora Tiba Edlî derketibû holê, dîmenên dema gulebaranê hebûne û ev dîmen beriya ku bigihên saziyê zelal bûne, lê paşê hatibû îdiakirin ku ev dîmen jî xerabe bûne.
 
Di otopsiya Resûl Îlçîn ê 52 salî de ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê li midûriyeta polîsan jiyana xwe ji dest dabû, derketibû holê ku li serê wî û gelek cihên laşê wî şopên lêdanê hene. Walîtiya Şirnexê îdia kiribû ku Îlçîn ketiye erdê û bi vî awayî miriye. Walîtiyê daxuyanî dabû û gotibû, "Kamerayên ewlehiyê dema Resûl ji ser kursiyê ketiye qeyd nekirine û heger qeyd hebûna ji xwe me yê nîşan bida."
 
KAMERAYÊN DEWLETÊ TIM XERABE NE!
 
Ji bilî van Mustafa Dûman (17) ku di 30’ê tebaxa 2016’an de li Wanê dema li ber mala xwe rûniştibû ji aliyê wesayîta zirxî ve hatibû gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest dabû û Samî Uçan jî li Wanê di sala 2017’an de wesayîta zirxî pêl wî kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Di 4'ê gulana 2017'an de li Şirnexê wesayîta zirxî ya polîsan li xaniyê malbata Yildirim xistibû û ketibû hundir û Muhammed ê 7 salî û birayê wî Furkan Yildirim ê 6 salî yên ku wê demê di hundir de di xew de bûn kuştibû. Di vê bûyerê de jî kamera qeyd negirtine!

Sernavên din

18/08/2022
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike