Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan

  • rojane
  • 14:40 10 Tebax 2022
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê da zanîn ku nexweşiya penceşêrê ya Ehettîn Kaynar di merhaleya 4’an de ye û xwest ku Kaynar were berdan. Komîsyonê, da zanîn ku êdî tiştekî xizmên Kaynar û bijîşk bikin nema ye û wiha got: “Qet nebe bila rojên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike.”
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî girtiyê penceşêrê Ehettîn Kaynar (73) ku nexweşiya wî di merhaleya 4’an de ye daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de malbata Kaynar û parastvanên mafên mirovan jî amade bûn. Ji endamên komîsyonê Umîtcan Akbûlût da zanîn ku Kaynar di sala 2007’an de hatibû berdan û wiha got: “Lê belê di sala 2011’an de dîsa hate girtin. Ji ber temenê wî, gelek nexweşiyên kronîk lê peyda bûne. Dema girtî, birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê lê tetkîkên pêwîst nehatin kirin û nexweşiya wî pêş ket.”
 
SERÛM DAN Û ŞANDIN
 
Bi domdarî Akbûlût anî ziman ku Kaynar ji ber nexweşiyê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û ev agahî parve kirin: “Lê serûmek girê dan û piştre dîsa şandin girtîgehê. Nêzî 3 hefteyan her tiştê dixwar dîsa verişandiye. Bijîşk got ku ji ber girika li ser kezeba wî derketiye vereşiyaye. Piştî ku rewşa wî xerab bûyî, malbatê serî li dozgeriyê da û di roja duyemîn a cejnê de hîn bûn ku girikeke mezin li ser kezeba wî heye. Ehettîn Kaynar ê li Karabûkê êdî kete nav cihan, êdî nikare li ser telefonê jî bi malbata xwe re biaxive. Di 27’ê tîrmehê de rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazit a Enqereyê. Di roja ewil de li qawîşa girtiyan hat ragirtin û piştre jî derbasî Beşa Gastroenterolojiyê. Di encama biyopsiyê de li gorî raporên patalojî û rayolojiyê; xuya bû ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye û penceşêr heta metastasê anku kezebê jî belav bûye.”
 
GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE
 
Akbûlût, bi bîr xist ku beriya teşhîs penceşêrê jî gelek nexweşiyên giran ên Kaynar hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ehettîn Kaynar dema li derve, ji ber ku dilê wî zeîf bû rakiribûn nexweşxaneyê û anjiyo bûbû. Stent xistibûn dilê wî du hefte piştî emeliyatê jî şandin girtîgehê. Her wiha nexweşê qelewiyê ye ji ber qelewiyê jî gelek birîn di laşê wî de çêbûne. Rihên wî xitimî ne, tansiyona wî bilind e, prostat, helîna hestiyan, ba, bazinê stû şikiyaye, nexweşiyên çem, dest û piyên wî ditevizin, destên wî diricifin, nexweşiya guatrê û ya gurçikan pê re heye. Her wiha ev 15 sal in di poza wî de lezyonên xwînî hene.” 
 
Akbûlût xwest ku girtiyê nexweş Kaynar di zûtirin demê de were berdan. 
 
‘GUH NEDAN SERLÊDANAN’
 
Piştre jî xwarziya Kaynar, Hîdayet Akay axivî û got ku beriya niha bi gelek caran ji bo tedawiyê serlêdan kirine lê ev serlêdanên wan hatine paşguhkirin. Akay bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di vê meseleyê de xemsariya Wezareta Tenduristiyê heye. Ev yek di heman demê de nîşaneya têkçûna pergala tenduristiyê ye. Nexweşek gelek caran diçe nexweşxaneyê lê belê bêyî ku tedawî bibe dîsa dişînin girtîgehê.”
 
‘LI GIRTÎGEHÊ NIKARE BIJÎ’
 
Kurê Kaynar, Mesût Kaynar jî diyar kir ku rewşa bavê wî giran bûye û ev tişt anî ziman: “Bavê min nikare di girtîgehê de bimîne. Êdî tiştekî ku bijîşk bikin nema ye û dibêjin ku dê tabûrcû bikin. Heke bavê min ji nexweşxaneyê derkeve, dê bikeve girtîgehê û nikare li wir bijî.” Keçên Kaynar, Ferah Kaynar, Sidika Barli û Hîcran Cîga jî wiha gotin: “Rewşa bavê min giran e û divê were berdan. Nikare bimeşe, biaxive û xwarinê bixwe. Ma dê ev mirovê 73 salî çi bike? Bila were berdan. Tekane daxwaza me ew e ku azad bibe.” 
 
Birayê Kaynar, Selahattîn Kaynar jî wiha bang kir: “Qet nebe bila rojên xwe yên dawî li mala xwe, bi malbata xwe re derbas bike. Bijîşk dibêjin ku êdî tiştekî ji destê wan bê nema ye. Em nikarin wî bibînin. Divê di zûtirin demê de bê cem malbata xwe.” 
 

Sernavên din

11/08/2022
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan