Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Aras Îbrahîm, diyar kir ku erişa li ser Zaxoyê di çerçoveya plana Mîsak-i Mîllî de pêk hat û got: “Li dijî vê komkujiyê jî hikûmeta Iraqê tu parastinek ji bo welatiyan nekir û bêparastin hiştin. Di van hemû komkujî û êrişan de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re heye.” 
 
Tirkiyeyê di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji hewayî û bejahî êriş dan destpêkirin. Li herêmê şerê ku hatiye destpêkirin hêj didome. Di êrişên ku hatine destpêkirin de heta niha tu encam nehatiye girtin. Tirkiye û PDK heta niha li herêmê gavek pêşve neçûne. Li aliyê din gelek caran ji aliyê HPG’ê ve hat ragihandin ku di şer de çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de heta niha gelek endamên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Tirkiyeya ku li ser herêmê êrişên xwe didomîne di 20’ê tirmehê de qada seyrangeha li gundê Perex a girêdayî navçeya Zaxoyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de yek jê pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dabûn û 23 geştiyar jî birîndar bûbûn. 
 
Tirkiyeyê qetlîam qebûl nekir. Hê jî kujer nehatine diyarkirin. Di serî de li Kurdistan û Iraqê û li gelek welatên cîhanê bertek nîşanî Tirkiyeyê hat dayîn. Rojnameger Aras Îbrahîm komkujiya Zaxoyê û encamên wê ji ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
 
‘DI VÊ KOMKUJIYÊ DE JÎ HEVKARIYA PDK’Ê HEYE’
 
Rojnameger Îbrahîm, anî ziman ku komkujiya ku pêk hatî di bin çavderiya hin kesan de pêk hat û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker di 20’ê tîrmehê de li gundê Perexê yê girêdayî Zaxoyê bombebaran kir. Dewleta tirk ku Başûr dagir kiriye, qirkirina li ser gelên kurd, ereb, êzîdiyan berdewam dike. Komkujiya Zaxoyê jî encama dagirkeriya Tirkiyeyê bû. Di wê komkujiyê de dewleta tirk armanc kir ku sînorên xwe yên li başûr û Iraqê berfirehtir bike. Li dijî vê komkujiyê helwestên hikûmeta Iraqê û yên Herêma Kurdîstanê ji hev cuda bûn. Helwestên wan du alî bûn. Hem aliyek erenî hem jî ji aliyek neyînî ev helwest hatin nîşandan. Gava em aliyê neyînî dinêrin. Di demên berê de jî li ser welatiyên Başûrê Kurdîstanê û welatiyên ji beşeke Iraqê, dagirkerî û komkujî hebû. Lê belê li dijî êrişên dewleta tirk helwesteke cidî nehatibû nîşandan. Ji tebaxa 2015’an heta  niha 138 welatiyên sivîl ji ber êrişên dewleta tirk li ser axa Herêma Kurdistanê şehîd bûne. Lê belê li dijî van komkujiyan hikûmeta Iraqê tu parastinek ji bo welatiyan nekir. Weke êrişa herî dawî bêparastin hiştin. Di van hemû komkujî û êrişan de hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re heye.”
 
‘GEL NIKARE NEFES BISTÎNE’
 
Îbrahîm, diyar kir ku bi hevkariya PDK’ê gelek deverên Başûr ji aliyê MÎT’ê ve hatine girtin û wiha domand: “Li her çar parçeyên Kurdîstanê dagirkeriya dewleta tirk heye. Lê belê bi taybetî piştî berpirsyarê PDK’ê serdana Tirkiyeyê kir ew êriş berfirehtir û tundtir bû. Gava em ji aliyê erenî ve binêrin, eger hikûmetê Iraqê seknekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê nîşan bide wê êrişên Tirkiyê ewqas bi hêsanî nikare pêk werin. Hikumeta Iraqê li dijî êrişên Tirkiyeyê heya niha bêdengiya xwe parastibû. Hikûmeta Iraqê tenê ji bo komkujiya Zaxoyê daxuyaniyek weşandibû. Helwesta Fuad Hisen ji aliyekî ve erenî ji aliyekî ve neyînî ye. Fuad Hisen bi helwesta xwe da nîşandan ku ew planeke MÎT’ê ye. Têkilî û hevkariyên MÎT û PDK’ê ku tora wê li ser axa Başûr her diçe zêdetir dibe. Welatiyên herêmê ji ber wê sedemê nikarin nefesê bigirin. Li dijî vê Fuad Hesen helwesta xwe aşkere kir. Lewra di nav nûnerên Iraqê de keseke wisa ku li ser wan êrişan axiftin kir, ev yek xwedî wateyeke girîng bû.”
 
'48 CAR IN SIVÎLAN HEDEF DIGIRE'
 
Îbrahîm, bi lêv kir ku ev êriş bi zanebûn pêk hat, lêkolînên li cihê hatine kirin jî ev piştrast kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cihê komkujî pêk hat şandeyek hatibû ku lêkolînê bike, Fuad Hisên jî serdana wê şandeyê kiribû. Di encama lêkolînan de hatibû diyar kirin ku Tirkiye ji bo gelan xetereyek mezin e. Di destpêka bûyerê de Tirkiyeyê ew komkujî weke PKK’ê kiribe dabû nîşandan. Lê ne sînorên PKK’ê bi wê qadê re heye ne jî çekên ku hatiye bikaranîn di destê PKK’ê de hene. Di encama lekolînan de jî hatibû zanîn ku ew komkujî di encama êrişên Tirkiyeyê de çêbûye. Hikûmeta Iraqê û nûnerên wê dû re gihaştin armancê ku ew komkujî di çarçoveya planên Tirkiyeyê ya misak-i mîllî de pêk hatiye. Armanc di heman demê de ji bo dagirkirina Musul û Kerkûkê avakirina zemînekê bû. Welatiyên Iraqê li dijî van êriş û komkujiyan xwedî helwest in û li dijî vê dagirkeriyê disekinin. Berpirsê Serokê Îdarî yê Zaxoyê jî li ser vê mijarê daxuyanî dabû û gotibû ku ew komkujî di encama êrişên Tirkiyê de  çêbûye. Lêkolînên xwe jî ji bo wê bûyerê wek delîl nîşan dan. Tirkiye di vî şerî de sînoran binpê dike. Berpirsyarê Zaxoyê jî diyar kiribû ku divê Tirkiye xwe ji sînorên Iraqê vekêşe. Ev bombebarandin ne tenê carek bû ku çêdibû. Dewleta tirk li ser erdnîgariya Başûrê Kurdîstanê 48 caran sîvîl hedef girtine û  4 caran jî bombebaran kiriye. Tirkiyê di vê pêvajoyê de rê û rêbazên şerê xwe yê li ser herêmê guherand.” 
 
‘SIVÎLAN BIZANEBÛN HEDEF DIGIRE’
 
Îbrahîm, da zanîn ku Tirkiye di her êrişeke xwe ya li dijî sivîlan çekên kîmyewî bikar tîne û wiha berdewam kir: “CPT’yê jî derbarê komkujiya Perexê daxuyaniyek dabû û di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku, artêşa tirk ji baregeha xwe ya leşkerî ya Xatîrê ya li navçeya Zaxoyê çar caran devera geştiyarî ya gundê Perexê topbaran kiriye. Dewleta tirk di vê pêvajoyê de herî zêdê sîvîlan hedef digire û armanca wan bi van êriş û komkujiyan çavên gelê herêmê bitirsîne. Di mehên borî de dewletê tirk bi hevkariya PDK’ê gelek caran li herêmê çekên kimyewî bikar anî û hê jî bikar tîne. Di heman demê de bi wan êrişan dixwaze herêmê bike çol. Ji ber ku ne tenê  welatî di heman demê de jîngeh jî zirarek mezin dibîne. Ew talankirin û qirkirina li dijî jîngehê di her beşên Kurdîstanê de bi pêkanîna rêbazan cûr bi cûr û ketiye lûtkeyek jor.” 
 
‘NATO BI TEMAMÎ PIŞTGIRIYÊ DIDE’ 
 
Îbrahîm, bi lêv kir ku ev êriş bi erêkirina NATO’yê pêk tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ”Li dijî van êriş û komkujiyan divê pêşiya dewleta tirk a dagirker were girtin. Êrişên Tirkiyeyê ne tenê li dijî gelê kurd in. Di heman demê de tevahî gelên Rojhîlata Navîn dixe xetereyê de. Divê hêzên Amerîka û welatên Ewropî zextê li Tirkiyeyê bikin. Ji bo şerê Ûkrayna û Rûsyayê hem NATO û hêzên dewletan piştgirî dan Ûkraynayê û li dijî şer derketin. Lê piştî wî şerî Tirkiyeyê li dijî Kurdîstanê şerekî berfireh da destpê kirin û bi taybet NATO di wî şerî de bi temamî piştgiriyê dide Tirkiyeyê.”
 
 
 
 

Sernavên din

11/08/2022
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan