Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne

AMED - Zimannas Zana Farqînî anî ziman ku nêzî 30 sal in ew nêçîrvaniya peyvan dike û got: "Ziman raboriya civakê ye. Bi mehan ketim pey peyvekê da ku ez wê peyvê li ferhengê zêde bikim. Divê tevahiya pêşengên kurdan bi giraniyê bidin axaftina bi kurdî.”  
 
Zana Farqînî ku nêzî 30 sal in zimanzaniyê û xebata amadekirina ferhangên kurdî dike çend roj berê ji bo danasîna çapa berfirehkirî ya Ferhenga Kurdî-Tirkî a hat Amedê û fergengê bo dildarên ziman îmze kir. Farqînî serpêhatiya xwe ya ji bo xebata ziman ango berhevkirina peyvan wek nêçîrvaniya peyvan pênase dike ji ajansa me re nirxand. 
 
 
'ZIMAN RABORIYA CIVAKÊ YE'
 
Farqînî destnîşan kir ku di kurahiya peyvên zimanekî de raboriya wê civakê derdixe holê. Farqînî bal kişand ser arkeolojiya ziman û wiha got: "Mirov bi arkeolojiya ziman dikare bibêjê bê ka ew civak jî kijan merhaleya derbas bûye, bi çi re mijûl bûye. Bi çandinî bi ajaldarî, bi hunerî bi zanistî bi kîjan beşa zanistê re mijûl bûbe tu dikarî şopa wê di ziman de bibînî. Wek mînak; di civaka me de ji kesê ku naxebite re dibêjin, ‘ma qey ji kulekê tê ji te re’. Em vê îdyomê bifikirin, bê ka çima wisa dibêjin. Dema ku em didin pey em dê bigihin Noel Baba ku ew ji kulekê berê diyariyan berdide holê. Di nava êzidiyan de goreyekî rîs heye ku di cejnan de ji kulekê berê wê didî nava malê û jê re dibêjin dolîdank. Başe dolîdank ji çi tê? ‘Dank” ji cihê ku tiştek tê danîn e. Mînak xwelîdank, şekirdank, kevçîdank. Dimîne dolî, lê dolî çi ye tu li dû dikevî. Li hin herêman ji dergûşê re dibêjin dolî. Lê dema ku tu bixwazî wateya wê peyvê nas bikî. Bi min re ev qenaet çêbû; dolî tê wateya diyariyê. Dema dibû cejn me ji banê malê goreyên xwe ji kulekê dişande hindûr û wisa digot, ‘Donî monî mal ava Xwedê kurê we bike zava’."
 
FELSEFEYA ZIMAN 
 
Farqînî têkildarî nîqaşên feqîrî an jî dewlemendiya zimanan jî diyar kir ku divê tu hiyerarşî nekevin nava zimanan û ev yek wek bi dewlemendî an jî ji feqîriya ziman bêhtir wekî bi statû-bidewlet an jî bêdewlet-bêstatûbûna ziman divê bê nirxandin. Zana derbarê pêşketina ziman de wiha got: "Helbet divê di serê her tiştî de kesê bi ziman re eleqedar e û dixwaze geşe li ziman bide, ziman standardîze bike term, têgehên nû biafirîne divê zimanê xwe nas bike. Ew çi ye? Divê morfolojiya zimanê kurdî bizanibe, peyvên ziman çawa çêdibin ji raveka dema niha çêdibe yan ya demê borî çêdibe, pêşgir û paşgirên wê çi ne, bi kîjan gire, qertaf navdêrê çêdike hokerê çêdike divê tu bizanibî û li gora wê tu bi awayekî îradî û li gorî mantik û felsefeya zimanê xwe mudaxileya zanistî bikî û peyvên nû li wî zimanî zêde bikî."
 
BI MEHAN KETIYE PEY PEYVEKÊ
 
Farqînî da zanîn ku ziman ji bo wî dişibe pazilekê û divê cihê kêm maye tim were temamkirin. Farqînî bi bîr xist ku ew zimanê xwe bi tirkî hîn bûye û dema xwestiye ferhengê amade bike ketiye dû peyvên ku hîn bûye û wiha got: "Carnan bi mehan diketim pey peyvekê da ku ez kurdiya wê bi dest bixim. Wek mînak; peyva pey 40 rojên ku jin zarokekê tîne re bi Yewnanî dibêjin ‘lahusa’, li hinek deverên me dibêjin ‘çilî’, hinek dever dibêjin ‘distanî’, hinek dibêjin dixiskanî, hinek dibêjin zixiskanî û hinek jî dibêjin zêhistanî. Aha me qefalt! Çi ye? Zêhistan zayîn e. Di hinek deveran de zayîn tenê ji bo ajalan tê bikaranîn. Tu rabî li hinek deveran bêjî  'zaye' dibe ku xelkê wê deverê rabin li te bixin. Ev yek wekî din tu ji zarokê ku xweha meriv an jî ji xwîşka meriv bin çima ji wan re dibêjin xwarza. Yên ku ji bira be çima dibêjî biraza. Ew ‘za’ya li wir çi ye? Eleqeya wê bi zayînê re heye. Piştî ku tu lêdikolî li Bedlîs û Hîzanê dibêjin 'bûka me za'. Tu dibêji va heye hem jî tê bikaranîn. Ziman ne tiştekî sekinandî ye. Ji ber wê ji ziman re dibêjin organîzmayekî zindî ye. Tim digûhere û ev gûherîn jî du alî ye. Aliyek teşe aliyek jî wate diguhere. Ji ber wê dikare deng ji peyvê bikeve, kîte ji peyvê bikeve, wate biguhere."
 
'EM HÊ DI DESTPÊKÊ DE NE’ 
 
Farqînî da zanîn ku ilmên zanistê ji metodên hev îstîfade dikin û ziman jî metoda arkeolojiyê bikar aniye. Farqînî bi lêv kir ku bi metoda Karbon-14 emrê madeyên bi metoda Zimannasê Meksîkî Swedish emrê zimanan tên tespîtkirin. Farqînî derbarê diyarkirina emrê zimanan de wiha axivî: "Zimanek bi taybetî di nava bêjeyên bingehîn de di nava hezar salan de ji sedî 20’ê wê diguhere. Eger ji sedî sed guherî be ew ziman 5 hezar salî ye. Eger hindik hindik guherîbe emrê wê derdixin. Li ser emrê zimanan bê bîra we çend zanîngehên Ewropayê lêkolîn kirin da ku emrê zimanan derbixin. Mînak gotin emrê zimanê kurdî herî hindik hezar û pênc sed sal e. Lê beriya wê em pê nizanin. Di zimanê kurdî de kurmancî heye, zazakî heye, hewramî heye, soranî heye, lekî heye welhasil dayika van kîjan bû. Em hê nizanin. An jî em bibêjin zimanê kurdî jî zimanekî Îranî ye, farisî, sohtkî, lezkî, tacîkî ji zimanên Îranî ne lê dayika van zimanan kîjan ziman e hêj jî kes nizane. Em hê di destpêkê de ne."
 
STANDARTÎZEKIRINA ZIMAN 
 
Farqînî diyar kir ku ziman bi awayekî dualî guherîn û veguherînê pêk tîne û got “Yek ji van devkî ya din jî nîvîskî ye.” Farqînî bal kişand ser ferqên zimanê devkî û nivîskî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Standartbûn di nivîskî de heye di devkiyê de nîne. Carna devok tên li hemberî hev û şer û pevçûn an jî henek, tinazî di navbera wan de çêdibe. Devoka her kesî lê şêrîn e û ev yek tiştekî subjektîf e. Vêca ka dê standartbûn çawa çêbibe. Metoda herî baş a ziman ew e ku tu qaîdeyên zimanê xwe tespît bikî. Ne ku tu ji zimanê xwe re rêzik, qaîde û metodan deynî. Tu zimanê xwe dikolî qaîdeyan nas dikî, li gorî wan qaîdeyan zimanê xwe yê nivîskî diedilînî, reng û rûçikekî baştir didiyê. Her devok li gorî xwe kêmasiyên wê hene. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê deverên me yên zêde asîmîle bûne hene. Îro piranî rexne li devokên kurdên me yên li Meletî , Dîlokê û Sêwazê tê kirin. Ji wan re dibêjin hûn zêde asîmîle bûne, peyvên tirkî ketine zimanê we. Mînak ez ji Farqîna Amedê me û di devoka me de ergatîvî tune ye û ev qaîdeyek zimanê kurdî ye. Û di devokên mirovên me yên Meletî, Dîlok û Sêwazê de ergatîvî heye û ji ya min saxlemtir e. Ez wekî wan asîmîle nebûme lê ergatîvî di devoka wan de xurt e. Mînak hin mirovên me tinazên xwe bi devokên Toriyan dikin. Devoka Toriyan ji devoka Agiriyan jî ji ya Qersiyan jî ya Amed û Mêrdîniyan jî ji aliyê ergatîviyê ve saxlemtir e. Tu divê li gor qaîde û felsefeya zimanê xwe mudaxile li zimanê xwe bikî, tahdeyê li zimanê xwe nekî, bi navê sadegeriyê tu zimanê xwe divê teng jî nekî. Tu zimanekî xwerû li cîhanê nîne."
 
'HER KES JI ZIMANÊ SERDESTÊ XWE ACIZ E'
 
Li gor Farqînî di nava hemû zimanên tên axaftin de ji hev peyv girtin çêdibe û ev yek normal e. Farqînî eşkere kir ku tu ziman ji sedî sed xwerû nîn in û wiha got: " Îro îngilîzî di hemû qadên jiyanê de zimanê cîhanê ye. Dibên îngilîzî ji sedî 60’î latînî ye û ji hemû netewan peyvan digire. Tu kompleksên wan jî nîne. Nabêje em ê ilehî îngilîzî bi kar bînin. Îngilîzek peyva ‘yogurtê’ bi kar tîne û ne xema wî/wê ye. Lê dema ku em li bakur peyvekî tirkî bi kar tînin qiyametê radikin. Dibêjin tirkî ye, em erebiyê bikar bînin. Tu diçî başûr dibêjin bila erebî nebe, peyvên tirkî bikar tîne, li rojhilat dibêjin bila farisî nebe, erebî û tirkî bikar tînin. Her kes ji zimanê serdestê xwe aciz e. Ziman di bin tesîra hev de ne, ev normal in. Di şertên danûstendinê de ev peyv dayîn û ji hev stendin normal e. Ya ku em bêjin zimanek di bin asîmîlasyonê de ye lê em behsa wê nakin. Îcar ez ji her kesê re dibêjim peyvên her devokê jî axaftina her devokê jî bi qasî hev bi qedr, qîmet û şêrîn e. Lê ev heye dema mirov derbasî zimanê nivîskî bû qaîde hene û divê tu li gor van qaîdeyan ziman bikar bînî."
 
PEYVA HERÎ XWEŞ: NIZANIM
 
Farqînî diyar kir ku ew ji nava peyvên kurdî herî zêde ji peyva 'nizanim' hez dike û ji bo sedema wê jî ev nirxandin kir: "Peyva ku ez herî zêde jê hez dikim ‘nizanim’e. Dema ku ez peyvekê rast nizanibim dibêjim ez pê nizanim. Nezanîn ne eyb e. Ne hewce ye tu şîrove bikî an jî texmînî bibêjî. Fikrekî te hebe û tu beraqil bî bibêje. Piranî kesên ku di warê xwe de pispor nebûbe, kûr nebûbe zûbizû peyva ez nizanimê bikar nayne. 'Nizanim' nefs biçûkî ye. Ez her tiştî dizanim nefs mezinî ye. Ne pêkan e ku tu her tiştî bizanibî. Tu di mijarek teng, spesîfîk de jî çiqas kûr jî bibî nayê wê wateyê ku tu her tiştî dizanî. Gotina aristo xweş e. Tiştekî ku ez pê dizanim hebe, ew jî ez nizanim e."
 
'DIVÊ PÊŞENGÊN ME GIRANIYÊ BIDIN KURDÎ’ 
 
Farqînî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser keda xebat û girîngiya ziman û wiha got: “Tu ziman bi hêsanî derneketine holê. Ev ziman bi hêsanî çênebûye. Li gor zimanzanekî Zelandaya Nû di çêbûna her zimanekî de keda milyarek însan heye. Divê ev ziman winda nebe. Her ku diçe hejmara axaftina bi kurdî di navbera zarok û mezinan de kêmtir dibe. Her wiha kesên ku xwende û asta wan a xwendinê zêdetir e, ew bêtir asîmîle ne. Ew serkêşiya vê civakê dikin, ew rewşenbîrên vê civakê bin divê ku ji zimanê tirkî bêhtir qedr û qîmetê bidin zimanê xwe. Bi gelê xwe re bi vî zimanî bidin û bistînin. Nebin sedema otoasîmîlasyonê; bibin rol û modelekî baştir ku ev ziman ne tenê zimanê gundiyan, nexwende û pîra ye. Ev ziman di heman demê de zimanê xwenda, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, serkêşê civakê ye, rêberên civakê ye. Heke ku ew li vî zimanî xwedî dernekevin û hînî zarokên xwe nekin, yek ji me nikare vê yekê bike. Ziman wê bimire û here. Ji bo ku em karibin li dijî vê asîmîlasyonê bisekinin, lazim e berxwedanekî me hebe û em doza xwe têkoşîna xwe ya ji bo maf, azadî û rizgariya xwe dimeşînin bila qet nebe bi giranî bi kurdî be."
 
ZANA FARQÎNÎ KÎ YE?
 
Zana Farqînî di sala 1967'an de li navçeya Farqînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Farqînê, zanîngehê jî beşa civaknasiyê (sosyolojî) li Stenbolê xwendiye. Farqînî di sala 1991'an de di bin navê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dibe ji yek damezrînerên Koma Çiya. Piştî çend dozên li ser hin stranên wan vedikin Farqînî di sala 1993'yan de di nava Desteya Nivîskarên Kovara Rewşenê de cih digire û giraniya xwe dide nivîskariyê. Bi dorê li rojnameya Welat, Welatê Me rojnamevaniyê dike lê ji ber dozên ku lê hatine vekin li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) tê darizandin. Farqînî heya danişîna yekem di girtîgehê de dimîne û parastina xwe jî bi kurdî dike. Piştî ku qanûnên çapameniyê guherîn doza Farqînî ket û cezayên li wî hatibûn birîn hatin paşxistin. Piştî ku rojnameya Azadiya Welat vebû Farqînî bû gerînendeyê rojnameyê. Ji ber dozekî di sala 1997'an dest ji rojnamevaniyê jî berdide û berê xwe dide xebata peyvên kurdî û amadekariya ferhengan dike. Farqînî di sala 2004'an de bi tomarkirina 131 hezar medeyan Ferhanga Kurdî ya herî berfireh di bin banê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê de dide çapkirin. Farqînî piştî 18 salan bi zêdekirina 44 hezar medeyên nû, bi 175 hezar madeyan (peyvan) Ferhenga Kurdî - Tirkî dide çapkirin.
 
MA / Racî Abî - Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

05/08/2022
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn