ENQERE - Di roja destpêka meha Muharemê de ji êrişkarên 5 saziyê elewiyan Çagdaş Can B. û Baver G. bi hefsa malê hatin cezakirin, Ahmet Ozan K. jî hat girtin.
Li Enqereyê 30’ê tîrmehê di destpêka meha Muharemê li Komeleyên Elewiyên Demokratîk a Tûzlûçayir (DAD), Cemxaneya Ana Fatma, Komeleya Gundê Gokçebel, Komeleya Elewî Bektaşiyên Tirkmen bi awayekî hemwext rastî êrişan hatin. Piştî êrişên Çagdaş Can B., Baver G. û Ahmeh Ozan K. hatin binçavkirin û ji bo temamkirina karûbarên îfadeyan wan sewqî Edliyeya Enqereye hatin kirin.
3 kesên ku hatine binçavkirin bi sûcdariya “bi eşkereyî gel bi kîn û dijmintiyê sor kirin e”, “xesar dane perestgeh û goristanan”, “astengkirina azadiya bawerî, fikir û qinyatê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulhê hatin kirin.
HEFSA MALÊ
Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya 1'emîn piştî îfade girtinê derbarê Çagdaş Can B. û Baver G. biryara hefsa malê da û derbarê Ahmet Ozan K. jî bi heman sûcdariyan biryara girtinê da.