Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin

img

AMED - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku êrişên li ser êzidiyan didomin û got: “Êzidiyan tu carî li ber vê zîhniyetê serê xwe netewand.” 

 
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Amedê bi armanca salvegera 8’emîn a Şengela Qetlîamê li Parka Xezal a navçeya Yenîşehîra Amedê daxuyanî da. Aktîvîstên TJA’yê, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, rêveberên DBP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Jin bi laçikên spî tev li bûn û pankarta “Komkujiya jinên Êzidî, komkujiya mirovahiyê ye. Em ji bîr nakin” vekirin. 
 
Berdevka Meclsa Jinan a HDP’a Amedê Yasemîn Uçer di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew êrişa li dijî êzidiyan êrişa li dijî mirovahiyê hat kirin bû û hê jî ew birîna Şengalê baş nebûye û wek êşa xwe dibînin. Uçer anî ziman ku DAIŞ’ê 6 hezar û 417 kesan revandine û 3 hezar û 518 ji wan jin bûne û ew ê tu carî wê rojê û qetlîamê ji ber nekin û hesabê wê bipirsin. 
 
ÛCA: ROJEK REŞ E 
 
Parlamentera HDP’ê ya êzidî Feleknas Ûca jî destnîşan kir ku 3’yê Tebaxê wek roja reş derbasî rûpelên dîrokê bûye û wiha got: “Bi êrişên DAIŞ’ê re êzidî li Şengalê tenê hatin hiştin. 8 sal derbas bûn. Bi sed hezaran êzidî neçar man koç bikin. Qetlîamek wiha li tu devera dinyayê nehatiye dîtin û neqewimiye. Lê ev qetlîam di 3’ê Tebaxê de bi serê êzidiyan ve qewimî. Jin hatin zincîrkirin û li bazarên koletiyê yên Mûsilê hatin firotin û li gelek deverên Rojhilata Navîn ev rewş qewimî. Jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn digotin ku ew rojê çend caran dihatin firotin. Di şexsê jinên êzidî de jinên kurd bi qetlîamê re rûbirû man.” 
 
AQÛBETA 2 HEZAR Û 700 JINÊN ÊZIDÎ NAYÊ ZANÎN 
 
Ûca anî ziman ku li gel 8 sal bi ser fermanê re derbas bûye jî 2 hezar û 700 jinên êzidî winda ne û aqûbeta wan nediyar e û got: “Qedera Şengalê wisa ye. Ev qetlîam li ber çavê hemû dinyayê pêk hat. Lê mixabin Şengal bi birînê xwe re bi tena serê xwe ma. 12 siwarên azadiyê li Şengalê korîdor vekirin û pêşî li fermanek mezintirîn girtin. Yên ku birîna Şengalê wek birîna xwe dibînin, dibêjin ‘Şengal namûsa Kurdistanê ye’, ‘jinên êzidî namûsa kurdan e’, 8 sal derbas bûn lê çiqas xwedî li namûsa Şengalê derketin? Yên ku pişta xwe dan Şengalê, dilopek av nedan dayik û zarokên êzidî. Yên duh Şengalê bi tenê hiştin wê dîrok wan efû neke. Bi sedan jin ji bo nekevin destê DAIŞ’ê xwe di zinaran de avêtin.” 
 
‘ŞENGAL XWEDÎ LI SIBEROJA XWE DERDIKEVE’ 
 
Ûca diyar kir ku li dijî êrişên DAIŞ’ê berxwedanek mezin li Şengalê deng veda û got: “Li Şengalê jiyanek nû hat avakirin. Divê me xwedî li vê berxwedanê derkevin. Wê tu êriş û planên li ser Şengalê bi ser nekevin. Wê kes nikaribe li ser Şengalê biryaran bide. Êzidiyan tu carê li dijî vê zîhniyetê serê xwe û serê xwe netewand. Êzidî ango Şengal her tim xwedî li dîrok, ziman, çand û siberoja xwe derketin.” 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û paşê çalakî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

05/08/2022
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn