Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?

img

ENQERE - Siyasetmedar Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de wiha got: “Di 7’ê Cotmehê de tu bûyer neqeqimîn. Di êvara 7’ê cotmehê de li Êlihê ciwanek hate qetilkirin û piştre jî bûyer dest pê kirin. Baş e lê çima navê vî ciwanî ji dosyayê hate derxistin?” 

Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja şeşan de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê,  parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din amade bûn. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
 
Piştî navberê, siyasetmedar Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û da zanîn ku ewraq ji wan re nehatine şandin. Piştre jî dozger mutalaaya xwe bi kurtasî vegot. Ata piştre mafê axaftinê girt û wiha got: “Me beriya niha jî gotibû ku di piştperdeya van bûyeran de hêzên cuda hene. Ev sê roj in hemû mekanîzmayên Tirkiyeyê dibêjin Tirkiye bi provakasyonên nû re rû bi rû ye. Vê êrişê têkiliya xwe bi êrişa par a li dijî Denîz Poyraz hatiye kirin re heye. Faîlên rast ên 6-8’ê Cotmehê li derve ne û dixwazin me jî ji ber Pêvajoya Çareseriyê ceza bikin û em di hundir de ne. Ji bilî îfadeyên şahidên nepen, tiştek di destê dozger de nîne. Di hizûra dadgehê de derket holê ku ev şahid derewan dikin. Lewma tiştekî rast nîne ku mutalaa li ser îfadeyên van bê amadekirin.” 
 
‘BI ÎFADEYÊN DEREW TÊN DARIZANDIN’
 
Bi domdarî Ata ev tişt anî ziman: “Armanca twîtê, provakasyon nebû. Wê demê ez li pêşiya partiya xwe rastî êrişê hatim. Heke min bixwesta dikariya her kesî rakim ser pêyan. Lê ez siyasetmedar bûm û min nekir. Dozger, îfadeyên îtîrafkarî têxe dosyayê. Hûn bi derewên hinek kesan me didarizînin. Bi îdiaya endamtî û rêveberiyê têm darizandin lê delîl tune ne. Di hemû daxuyaniyên min de banga aştiyê tê kirin. Min ji doza wan mitîngan beraet kir. Dema mijar dibe kurd, kesek li piştperdeya wê nanihêre. Yên ku niha ji bo cemxaneyan dibêjin ‘bila berpirsyar bên dîtin’, ji bo Denîz Poyraz heman tişt negotin. Wê demê me got; ‘em berpirsyaran dizanin’ lê ew got ‘hûn nikarin hesabê bipirsin, hûn tenê dikarin bibin berpirsyar.’ Mesele ne meseleya twîtekê ye, mesele krîmînalîzekirina partiyê ye. 
 
BILA ÎSTÎXBARAT KASETAN BIDE WE
 
Ji bo ku kesek bi sedema bûyerên 15’ê tîrmehê neyê darizandin, biryarname hate weşandin. Ji bo kesên di pêvajoya çareseriyê de cih digirtin jî neyên darizandin qanûn hat derxistin. Baş e lê ma ew qanûn derbasdar nîne? Heke agahiya dewlet û îstîxbaratê jê nebe gelo em ê çawa biçin giravê? Min tu kaset ji rêxistinê re neşandine. Kasetên ku şahidê nepen qala wan dike, dîmenên xebatên lijneya giştî ne. Wê demê wesayîta min li pêşiya avahiya partiyê hate dizîn û kaset di wê wesayîtê de bûn. Ez bi wezareta karên hundir re axivîbûm û wesayît dîsa dabûn min. Ew kaset li cem îstîxbaratê ne. Jê bixwazin dê ji we re bişînin. Wê demê dê bînin bê ka çi tê de heye. 
 
ÇIMA DOSYA NEHAT VEKIRIN?
 
Kesên wê demê ji Kobanê hatibûn li welêt hatin bicihkirin. Heta ji wan qismek jê li baxçeyê Dibistana Amadehî ya Fenê ya Pirsûsê hatin bicihkirin. Heta 7’ê cotmehê jî bûyerek derneket. Lê di şeva 7’ê cotmehê de li Êlihê ciwanek hate qetilkirin û piştre jî bûyer dest pê kirin. Baş e lê çima navê vî ciwanî ji dosyayê hate derxistin. Hûn jî dikarin vê pirsê bikin. Li gundê Alîzerê dibistaneke nû hatibû çêkirin. Midûrê dibistanê nifteya dibistanê da me da ku kesên hatin lê bicih bikin. Haya walîtiyê jê hebû. Wê demê sûc nebû lê niha bû sûc? Divê hêzên li pişt van bûyeran bên tespîtkirin. Heke hûn dixwazin ceza bidin me, bidin. Ma ji bilî me siyasetmedar nînin? Ev ne tişta ewil e û ne jî dê bibe ya dawî. Dibe ku siyasetmedarên niha ji rewşê memnûn bin. Cenaze diçin bajarên cuda. Dibe ku ew memnûn bin lê ez memnûn nînim û qebûl nakim.”
 
‘GOTINÊN HEV NAGIRIN ÇAWA ESAS TÊN GIRTIN?’
 
Piştre jî Dîlek Yagli, derheqê mutalaayê de axivî û wiha got: “Dozger dibêje girêdana wan bi hev ve heye lê li hêla din dibêje delîl tune ne. Gelo têkiliya wan bi îfadeyên şahidan hatiye danîn? Heke erê be, li gorî kîjan îfadeyî? Divê îdianame baş lê were vekolandin ji ber ku îfadeyên hev nagirin dikin bingeha wê.” Piştre jî Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê girt û got ku îdianame ji wî re nehatiye şandin û dê piştre biaxive. Fîgen Yuksekdag jî got ku îdianame 15 deqe berê jê re hatiye şandin û dê piştre biaxive. 
 
Şandeya dadgehê danişîna dozê da 4’ê tebaxê. 
 

Sernavên din

07/08/2022
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin