Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin

ENQERE - Feleknas Uca ya HDP’î da zanîn ku êrişên ser Şengalê di 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de jî berdewam in û wiha got: “Gelê êzidî xwe li dijî Fermana 74’an birêxistin kir, xweparastina xwe bihêz kir û dibêje; ‘Ez li vê derê me û xwedî li vîna xwe derdikevim.’” 

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir û “Fermana 74’an” pêk anî. Bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn. Bi hezaran kes hatin qetilkirin û zarok û jin jî di nav de bi hezaran kes jî hatin revandin. Gelek welatan ev komkujî weke “Qirkirin” nas kirin û piştî Komkujiya Şengalê, gelê Şengalê rêveberiya xwe ya xweser ava kir, hêza xwe ya parastinê ava kir. Lê dîsa jî hêj niha jî rastî êrişan tê. 
 
Di korîdorên hatine vekirin de bi hezaran êzidî hatin rizgarkirin û ji wan gelek derbasî Tirkiyeyê bûn. Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a êzidî Feleknas Uca serpêhatiyên wan ji wan guhdar kir û pê re eleqeder bû. Uca, bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê bi ajansa me re axivî. 
 
Feleknas Uca, ji ewil qurbaniyên êrişa DAIŞ’ê bi bîr anî û wiha got: “Bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn lê hêj niha jî êş û elemên wê berdewam in. Xelkê êzidî beriya Fermana 74’an, bi 73 fermanan re rû bi rû ma. Lê ya DAIŞ’ê êşên gelek mezintir çêkirin. Cara ewil bû ku jinên êzidî di bazarên koleyan de hatin firotin. Di vê komkujiyê de tenê jîngeh nehatin valakirin, ne tenê komkujî hatin kirin, bi hezaran jinên êzidî hatin dîlgirtin. Li pêş çavên zarokan bavên wan hatin qetilkirin. Jinên êzidî ji bo ku nekevin destê DAIŞ’ê xwe kuştin û li ber xwe dan.”  
 
 
‘ÇEKÊN ÊZIDIYAN JÊ HATIBÛN STANDIN’
 
Bi domdarî Uca destnîşan kir ku di dema komkujiyê de wan tevî HDP, DBP û KCD’ê komîsyoneke rêxistina sivîl ava kirine û wiha domand: “Wê demê me li Silopiyaya Şirnexê ku êzidî dihatin wê derê xebatên xwe domandin. Me êzidiyên dihatin li Êlih, Mêrdîn, Cizîr û Amedê bi cih kirin. Me yekser şahidiya rewşê kir. 3’yê Tebaxê Cejna Êzidiyan bû. Dema ku haziriyên cejnê dikirin rastî êrişa çeteyên DAIŞ’ê hatin. Yên ku karîn birevin xwe spartibûn Zaxo û Dihokê. Yên ketin destê DAIŞ’ê hebûn, yên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didan hebûn. Beriya Fermana 74’an PDK’ê got; ‘em ê êzidiyan biparêzin’ û çekên wan ji dest girt. Hemû şahidên wê demê vê yekê piştrast dikin. Dema DAIŞ’ê êriş pêk anî jî hemû kesî dît bê ka kî revî û kê li ber xwe da.”
 
Di berdewamê de Uca got ku civaka êzidî bi qirkirinê re rû bi rû hatiye hiştin û wiha dom kir: “Civaka êzidî rêxistinkirî nebû, hêzên wan ên parastinê tunebûn lewma bi tenê hatin hiştin. Jinên êzidî li pêş çavên cîhanê hatin revandin û li bazaran weke koleyan hatin firotin. Cil û bergên reş li wan hatin kirin, destên wan zincîr kirin û li Mûsilê di bazaran de hatin firotin. Ev wêne, di sedsala 21’an de ji bo hemû gelên cîhanê şerma herî mezin bû. Ne tenê li Mûsilê, li gelek welatên Rojhilata Navîn hatin firotin. Li Urdun, Misr û Erebistana Siûdî hatin firotin. Hêj niha jî 2 hezar û 700 jinên êzidî winda ne. Niha li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê jin û zarokên êzidî tên dîtin. Dewlet tiştekî nake lewma malbatên wan ên li ewropayê neçar dimînin ku keçên xwe bi pereyan bistînin. Ev trajedî nayê vegotin.” 
 
‘DAIŞ’Î LI ENQEREYÊ ÇAWA EWQAS REHETIN’ 
 
Uca, têkildarî jinên li Enqereyê derdikevin holê û li ser înternetê tên firotin jî ev agahî dan: “Dê wêneyên DAIŞ’iyan û leşkerên tirk ên li ser sînorê Kobanê bê bîra we. Ew wêne di sala 2014’an de hate kişandin. Emîrên DAIŞ’ê li nava sînorên Tirkiyeyê yan tên girtin an jî kuştin. Ev tiştekî rasthatî nîne. Ji Êlihê heta Amedê sê noqteyên lêgerînê hene. Pir zehmetiyan derdixînin. Lê emîrên DAIŞ’ê ji sînorên Tirkiyeyê heta Enqereyê bi rehetî diçin û li wir dijîn. Ji Şengalê heta Enqereyê çawa bê kontrol tên? Gelo haya îstîxbaratê jê nîne? Ma haya dewletê ji taxên DAIŞ’iyan ên li Enqereyê nîne? Me li Meclisê gelek caran xwest ku ev rewş were vekolandin lê AKP-MHP’ê red kir. Tirkiye ji hêlekî ve Şengalê bombebaran dike li hêla din DAIŞ jinên êzidî li Enqereyê difiroşe. DAIŞ pire rehet tê û diçe. Xuyaye ku têkiliyekê wan heye. Tişta ku dixwestin bi destê DAIŞ’ê bikin niha Tirkiye bi xwe dike.”
 
‘ÎRO JÎ ÊRIŞ HENE’
 
Feleknas Uca bi lêv kir ku tevî ewqas êş û komkujiyan jî qirkirina êzidiyan bi ser neketiye û wiha pê de çû: “Dayikên êzidî di şexsê jinan de di Komkujiya Şengalê de çek rakirin û keç û malbatên xwe li dijî DAIŞ’ê parastin. Jinên êzidî yên li Çiyayê Şengalê ku nedixwestin bikevin destê DAIŞ’ê xwe kuştin û li ber xwe dan. Xweziya zimanê Çiyayê Şengalê hebûya û bikariya ew êş, trajedî û berxwedan vegota. Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn lê hêj jî gorên komî nehatine vekirin. Piştî fermanê jî civaka êzidî li Şengalê jiyaneke demokratîk ava kirin. Civaka ku rastî ferman û komkujiyan hatibû ji bo têkoşîna azadiya xwe hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Dayikên 70 salî ji bo parastina Şengalê ketin eniyên şer. Jinên êzidî yên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin ketin çeperên şer. Ji tenduristiyê heta perwerde û hwd. di gelek qadan de li Şengalê pergalek hate avakirin. Tirkiye jî êrişî vê pergalê dike. Her tim jî PKK’ê weke hincet nîşan dide. Lê hemû cîhan dizane ku PKK di dawiya sala 2017’an û di despêka sala 2018’an de xwe ji wir vekişand. Heta dayikên Şengalî ji gerîlayên diçûn re digotin; ‘Em naxwazin hûn biçin. Heke hûn biçin dê dîsa êrişî me bikin.’ Tevahiya cîhanê ev rewş dît. Êzidiyan, jinên êzidî xwe birêxistin kir lê niha êrişî pergala wan tê kirin.” 
 
‘EM Ê SERÊ XWE BIDIN LÊ SERÊ XWE NATEWÎNIN’
 
Di berdewamê de Uca diyar kir ku niha tê xwestin ku dîsa civaka êzidî bi fermaneke din re rû bi rû were hiştin û wiha derbirî: “Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê û jiyana demokratîk a li Şengalê hedef tê girtin. Nexweşxane tên bombebarankirin û nûnerên Meclisa Rêveberiya Xweser û Teyrê Tawis ê êzidiyan hatin qetilkirin. Ji bo civaka êzidî pir girîng e. Erê rast e Teyrê Tawis hatibû qetilkirin lê serê xwe netewandibû. Li vir peyamek hebû, Teyrê Tawis digot; ‘Em ê serê xwe bidin lê serê xwe natewînin.’ Ev ji bo her kesekî peyamek bû.” 
 
‘KESÊN BÊDENG JÎ BERPIRSYAR IN’
 
Uca, bêdengiya dewletên ewropî ya li dijî êrişan rexne kir û ev tişt anî ziman: “Hinek welatên ewropî niha dibêjin ku Fermana 74’an weke qirkirin qebûl dikin. Ji bo ku vê qirkirinê bi awayekî fermî nas bikin jî xebatan dikin. Lê li hêla din li dijî êrişên ser nexweşxane û sivîlan bêdeng in. Ji ber vê bêdengiya xwe jî ji van komkujiyan berpirsyar in. Biryarên Yekitiya Ewropayê hene ku xwedî li bawerî û gelên li ber tunebûnê derkevin. Lê li dijî komkujiyên li Şengalê bêdeng in. Li ser Şengalê peyman tên çêkirin lê dîsa bêdeng in. Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi tank û topan ser Şengalê de çû û dayikên êzidî Şengal parast. Li ser çapemeniyê Şengalê hedef digirin û bingehê ji êrişan re amade dikin.” 
 
‘CIVAKA ÊZDIDÎ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE’
 
Feleknas Uca axaftina xwe wiha qedand: “Civaka êzidî xwe bi rêxistin kir û hêza xwe ya parastinê ava kir. Bi vî awayî bersiv dan Fermana 74’an. Şengal bû navenda berxwedanê. Şengal bû cihê qêrînên azadiyê. Şengal bû wesîle ku hemû gelên wê derê xwe birêxistin bikin û jiyaneke li ser esasê projeya neteweya demokratîk ava bikin. Ji komkujî û fermanekî, xwebirêxistinkirin û avakirina hêzên xweparastinê ya gelekî derket. Civaka êzidî got; ‘heke em ji fermanê re jî derbas bibin ez îro li ber xwe didim.’ Jinên ji destên DAIŞ’ê rizgar bûyîn îro pêşengtiya parastina Şengalê dikin û dibêjin; ‘hûn dikarin bi hêza xwe ya cewherî û bi rêxistiniya xwe civaka xwe azad bikin.’ Zextên li ser Şengalê didomin. DAIŞ ji nû ve zindî dibe û gefê li Şengalê dixwe. Dixwazin pergala li Şengalê belav bibe û gel birêxistinkirî nebe. Tevî van hewldanan jî civaka êzidî xwe bêhtir birêxistin dike, hêza xwe ya parastinê xurtir dike û dibêje; ‘Ez li vê derê me û xwedî li vîna xwe derdikevim.’” 
 
MA / Berîvan Altan 
 

Sernavên din

02/08/2022
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin