Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin

  • rojane
  • 09:04 31 Tîrmeh 2022
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PADÊ Zehra Silêman anî ziman ku armanca fermana 74'an teslîmgirtina civaka êzidiyan bûye û got:  "Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yê hovane ku dewletên NATO'yê jî jê ditirsiyan, civaka êzidî bi çekên xwe li dijî wan êrişan sekinî."

Di dîrokê de heta niha êzidiyên ku gelek caran bi fermanan re rû bi rû mane, di 3'yê Tebaxa 2014'an de jî çeteyên DAIŞ'ê li hemberî wan fermana 74'an pêk anî. Fermana ku bûye sedema qetilkirina bi hezaran êzidiyan li ber çavê tevahiya cîhanê pêk hat. Li Şengalê bi sedan jinên êzidî hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Gelek êzidî jî di goristanên komî de hatin definkirin. Gelekê van goran hê jî nehatine vekirin. Civaka êzidî ya ku bi tenê hat hiştin di dîroka xwe de bi qirkirina herî mezin re rû bi rû ma.
 
Peşmergeyên ku ji bo parastina êzidiyan ber bi Şengalê ve hatibûn şandin jî reviyan û êzidî bêparastin hiştin. Êzidiyên ku bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin hêzên HPG'ê, YPG'ê û YPJ'ê bi hawara wan de çûn. Bi vê re li Şengalê êzidî jî di mewziyên berxwedanê de cihê xwe girtin. Şengal ku bi berxwedana bi mehan ji DAIŞ'ê hat xalîkirin xwe di her qadan de xwe birêxistin kir. Êzidiyên ku bi rêxistinî li dijî her xetereyê disekinin vê carê jî di 9'ê Cotmeha 2020'an de bi "Peymana Şengalê" re rû bi rû man ku di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistana Federe de hat îmzekirin. Êzidiyên ku ev peyman qebûl nekirin li Şengalê her tim di nava berxwedanê de cih girtin. "Peymana Şengalê" ku vîna civaka êzidî nas nake bi saya vê berxwedanê hat pûçkirin. Lê belê derket holê ku ji aliyê hêzên Iraqê ve di navbera Şengal û Rojavayê de ku bûbû korîdora jiyana Şengalê, dîwarekî bi dirêjahiya xwe 250 kîlometre hat çêkirin. Bi çêkirina dîwar re amadekariyên êrişkirinê jî hatin kirin û hêzên Iraqê bi tanq û topan êriş birin ser Şengalê. Lê Şengaliyên ku ev êrişên dorpêçkirinê qebûl nekirin, li ber xwe dan û êriş bi mûzakereya her du aliyan hatin sekinandin.
 
Bi minesebeta salvegera fermana 74'an Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Zehra Silêman ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'BI VÊ FERMANÊ ME XWE JI NÛ VE NAS KIR' 
 
Zehra Silêman diyar kir ku ferman ji bo êzidiyan bûye vegera xwenasînê û got ku tevî hemû êrişan jî nikaribûne êzidiyan teslîm bigirin û wiha axivî: "Di serî de em tevahiya şehîdên fermanê bibîr tînin. Bi fermana 73'yan xwestin ku civaka êzidî qir bikin û tune bikin. Ne tenê di sala 2014'an de êrişî me kirin, bi sedan salan e ev êrişên bi vî rengî li ser civaka êzidî dihatin kirin. Di her êrişekî de jî civak hat asteke xelaskirinê. Lê belê dîsa jî îrade û baweriya vê civakê xwe teslîmî dijmin nekir. Civaka êzidî nehişt ku ev wekî fermanên beriya niha çêbibin. Dibe ku êş û zehmetiya fermana 2014'an gelek bû û civaka êzidî gelek bedel dan û gelek kes wenda kirin, lê gav paş ve neavêt. Her dkêlî xiyanet li civaka êzidî hat kirin û civaka êzidî tenê hiştin. Lê civaka êzidî dîsa jî îradeya xwe teslîm nekir û li ber xwe da. Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yê hovane ku dewletên NATO'yê jî jê ditirsiyan, civaka êzidî bi çekên xwe li hemberî wan êrişan sekinî. Heger hêzên YPG'ê û YPJ'ê bi hawara civaka êzidî ve nehatibûna wê qirkirineke mezin çêbûbûna. Heger ku ev hêz nehatana wê civaka êzidî nikaribûna zêde bikeve nava liv û tevgerê û wê Şengal bi xetereyeke mezin re rû bi rû bimana. Ew çekên ku di destê êzidiyan de bû sedema gelek tiştan ku pêşiya wan hat girtin. Bi hezaran jin, zarok û kal hatin qetilkirin. Gelek ji van jî ji axa xwe û warên xwe hatin dûrkirin. Heta roja me ya îro jî hesaba ew kesên ku hatine qetilkirin nehatiye dayin. Wekî civaka êzidiyan me ev ji xwe re kir ders. Em nikarin bibêjin ku me ji fermanê sûd girt. Lê bi vê fermana dawî me xwe ji nû ve nas kir. Piştî 2014'an me xwe bi rêxistin kir. Me dît ku ew hêzên ku em diparastin, ji ber ku ne ji xwîn û goştê civakê bûn, wan nikarî vê civakê biparêzin û berpirsyariya wê civakê hilbigirin. Civaka êzidî hat firotin."
 
'8 SALIN ÊRÎŞ WEKE QIRKIRINÊ BI NAV NEKIRINE'
 
Silêman anî ziman ku li ser fermanê 8 sal derbas bûn lê hê jî hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwe pek neaniye û wiha domand: "Em di şexsê haval Seîd de tevahiya şehîdan bibîr tînin. Yekemîn berxwedaniya ku li Çiyayê Şengalê hat dayin ji aliyê Hesen Seîd ve hat dayin. Heta ku negihiştiye asta şehadetê jî îradeya vî gelî teslîmî tu kesî nekir. Piştî merheleya fermanê êzidiyan got, 'em êdî ne êzidiyên 2014'an e pêwîste ku em bi xwe, xwe biparêzin.' Bêgûman ev gav hemû hatin avêtin. Civaka êzidî di aliyê parastinê de, di aliyê xwebirêvebirinê de li gorî pêwistiyên civakê xwe di nava erdnîgariya Şengalê de xwe bi rêxistin kir. Li ser fermanê 8 sal derbas bûn,l ê hikûmeta Iraqê her tim li hemberî vê êrişê bêdeng ma. Ev 8 sal in ev êriş wekî 'qirkirinê' bi nav nekirin. Heqê vê civakê nedan."
 
'JI SERHILDANA ÊZIDIYAN NERAZÎ NE'
 
Zehra Silêman bi lêv kir ku îradeya ku ji fermanê hatiye avakirin wê tu kes nikaribe ku bişkîne û got: "Lê tevî vê jî li ber çavê Iraqê û dewletên navneteweyî bi her rêbazî li ser Şengalê êriş tên kirin. Di 8 salan de hem êrişên hewayî hem yên siyasî û hem jî yên tunekirina vê civakê rojane berdewam kirin. Lê belê tevî hemû êrişan û bêdengiyê jî êzidiyan îradeya xwe neşikand û teslîm nekir. Ev îradebûn di fermanê de derket. Civaka êzidî êdî tunehesibandinê li ser xwe qebûl nake. Ji ber ku bi sedan sal in civaka êzidî ji bo herkesî kir, lê dema ku êzidî ketin kesekî bi destê wan negirt. Civaka êzidî di wê demê de pêwîstî dît ku êdî ji bo xwe bike. Ev îradeya ku hatiye avakirin ku maf û hiqûqê xwe dixwaze her roj rastî  êrişan tê. Ji aliyê dewleta Iraq, PDK'ê, Tirkiyeyê û tevî hemû dewletên navnetewî êriş tên kirin. Tu dewletên navneteweyî jî li dijî van êrişên li ser Şengalê helwestên xwe diyar nekirin. Heta roja îro jî ev hemû ji serhildana vê civakê nerazîne û dixwazin ku vê civakê tune bikin û vegerînin sala 2014'an. Lê em civaka êzidî dibêjin ku fermanê jibîr neke ku êdî wê fermanê jiyan nekî." 
 
 
 

Sernavên din

02/08/2022
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin