Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû

  • rojane
  • 08:43 31 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya derbarê Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) ku duh li Bexda bi tevlibûna sedan jinan li hotêlek pêk hat, bi encamenameyekê bi dawî bû.

Li Bexdayê Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya derbarê Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşmeya "Bi vîna jina azad em li dijî jenosîda Şengalê têdikoşin" bi tevlibûna gelek jinên ji Iraq û pêkhateyên din pêk hat. Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlibûna jinên Iraqî hat lidarxistin.
 
Konferansa Jinên Iraqê ya Navneteweyî bi encamnameyekê bidawî bû.
 
Encamnameya konferansê wiha ye:
 
“Encamnameya Konferansa Jinan a Navneteweyî, ku di 30’ê Tebaxa 2022’yan de li paytexta Iraqê Bexdayê bi dirûşmeya ‘Em ê bi îradeya azad a jinan li dijî Qirkirina Şengalê têbikoşin’ hate lidarxistin.
 
Êrişên qirkirin (nijadkujî) û qirkirina jinan (jinkujî) yên li ser Şengalê yên 3’ê Tebaxa 2014’an di dilê me hemûyan de birîneke xedar e. Em van êrişan bi taybetî yên li dij jinên Êzidî wekî êrişên li dijî hemû jinan dinirxînin. Lê mixabin ev êrişa jenosîdê ya li Şengalê ne ya yekemîn bû li Iraqê. Di navbera 1986-1989’an de êrişên qirkirinê yên bi fermana Serokkomarê wê demê Seddam Husên ên li dijî gelê Kurd û herweha pêkanînên qirkirinê yên li dijî Erebên Şîa yên Iraqê yên di sala 1991’an de hîna jî di bîra de zindî ne. Ji ber vê yekê sedema pêkanînên dijmirovî yên wekî qirkirin û jinkujî lew îdeolojî û polîtîka ne, ku li ser esasên desthilatdarî û mêtîngeriyê tên meşandin.
 
Em diyar dikin ku em ê li dijî zayendperestî, neteweperestî, mezhebperestî û olperestiyê bi taybetî jî zayendperestiyê têkoşîneke karîger bimeşînin da ku di paşerojê de tu zayend, gel û civaka baweriyan nekeve bin hovîtiyên bi vî rengî. Em ji dil bawer dikin ku em ê li welatên ku em lê dijîn, di warê pêşxistina demokrasî, azadî û aştiyê de tevkariyê bikin, heger encax em jin xwe li ser esasê îradeya azad bi pêş bixin û xwe bi rêxistin bikin.
 
Em qebûl nakin ku ev êrişa sîstematîk a ku li ser gelê Şengalê hatiye kirin, heta niha ji aliyê tu dewlet û saziyan ve bi tundiya pêwîst nehatiye nirxandin û berpirsyar nehatine eşkere kirin. Her çend statûya Şengalê ne diyar bû jî, di 3’ê Tebaxa 2014’an de Şengal ji aliyê îdarî ve di bin berpirsyariya hikûmeta navendî ya Iraqê û asayîşa wê jî di bin berpirsyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû. Tevî vê yekê jî, di vê êrişa Qirkirin/Jinkujiyê de berpirsyariya her du desthilatdaran (Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê) hîn nehatiye nîqaşkirin û ronî kirin.
 
Her wiha di derbarê wan welatan de ku di serî de Tirkiyeheye, ku piştgirî dan rêxistina terorê DAIŞ’ê, lêpirsîn yan darizandinek pêk nehat. Ev yek ne bi tenê şermek e lê di heman demê de rê li ber komkujiyên nû jî vedike. Em girîngiyê didin rapora bi navê ‘Berpirsiyariya Dewletê û Qirkirina Êzidiyan’, ku Komîteya Edaletê ya Êzidiyan (Yezidi Justice Committe -YJC) di Tîrmeha 2022’an de weşand.
 
Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên navneteweyî (bi taybetî Neteweyên Yekgirtî- NY û Dadgeha Navneteweyî ya Sûcên Şerî ya Laheyê) dikin ku li ser wan îdiayan lêkolînê bikin, ku di raporê de hatine diyar kirin. Neteweyên Yekgirtî, Parlamentoya Ewropa’yê û gelek meclîsên neteweyî, hovîtiya li Şengalê hat kirin, weke Qirkirin qebûl kir. Em hemû wan saziyan, ku ev biryar girtine pîroz dikin û bang li meclîsên din û saziyên navneteweyî dikin ku Qirkirin û Qirkirina Jinan bi fermî nas bikin. Bi taybetî em daxwaz dikin ku hemû dewlet û saziyên ku Qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo azadkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên ku hîna jî di destê DAIŞ’ê de ne, divê xebateke navneteweyî bê kirin. Her wiha ji bo gelê Êzidî, ku ji ber fermana 74’an neçar man cih û warên xwe biterikînin û di nava şert û mercên gelekî dijwar de dijîn, da ku careke din vegerin ser axa xwe, divê astengiyên heyî bên rakirin. Em bang li PDK’ê dikin ku bi awayên cuda vegera gelê Êzidî zehmet dike, dest ji van pêngavan berde. Careke din em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin, ku piştgiriyê bidin tazmînata zerarên şer, paqijkirina mayinên li wargehên ku ji aliyê çeteyan ve hatine mayinkirin û ji nû ve avakirina bajarê wêrankirî yê Şengalê.
 
Heta niha di bin hiqûqa navneteweyî de kuştina jinan weke sûcê şerî nehatiye qebûlkirin. Em daxwaz dikin ku êrişa ser jinan a li Şengalê ji aliyê hemû saziyên pêwendîdar ên navneteweyî û bi taybetî ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve wekî sûcê şerî û sûcê li dijî mirovahiyê bê pênase kirin.
 
Em mafê xweparastinê yê hemû gel, civak û baweriyên bindest ên li dijî xeteriya qirkirin û qirkirina jinê diparêzin û diyar dikin ku em xweparastina gel û jinên Şengalê rewa dibînin ku bi awayên cuda tê astengkirin. Em diyar dikin ku mafê hemû pêkhateyan heye ku xwe birêxistin bikin û ev mafê herî bingehîn û rewa ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû aliyên alîgirê demokrasî û mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin rastiya xwerêveberiya gelê Şingal’ê.
 
Şengal di sala 2014’an de ji ber êriş û şerê ku li ser hat meşandin, hat wêran kirin. Şêniyên Şengalê heta niha bi derfetên xwe hewlê didin pêdiviyên bingehîn ên wekî nexweşxane, dibistan û perestgehan ava bikin. Di demeke weha de, ku ji sazî û dewletên navneteweyî û bi taybetî jî Iraq ji bo dermankirina van birînan hêvî tê kirin, êrişên li ser Şengalê vê carê bi destê Tirkiye û Iraqê hatin pêk anîn. Em hemû êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Êzidî yên li Şengalê şermezar dikin û dixwazin demildest dawî li wan êrişan were anîn. Em him pêwîst dibîn him jî daxwaz ji hêzên berpirsiyar dikin, ku qada hewayî ya Şengalê ji dewleta Tirk a dagirker re were girtin.
 
Eşkere ye ku meşandina siyaseteke hişk a berjewendiyan, ku hesasiyet û tirsa civakeke (gelekî) ku rastî jenosîdê hatiye paşguh dike, ne tenê polîtîkayeke xerab a dewletê ye, herweha ji hilberandina çareseriyê jî dûr e. Ger ji dil tê xwestin ku ji bo Şengalê çareseriyekê were dîtin, em bawer dikin ku ev yek bi tenê bi naskirina îradeya gelê li Şengalê û tevlîkirina vê îradeyê ya di nav nîqaşên çareseriyê de pêkan e. Wekî ku di rêkeftina 9’ê Cotmeha 2020’an de tê dîtin ku ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin, em tu biryarên ku bêyî tevlêbûna civaka Êzidî û saziyên li Şengalê hatine girtin rewa nabînin û em daxwaz dikin ku demildest dev ji van biryaran were berdan. Heger li Şengalê çareseriyek pêk were, ev yek bi tenê bi naskirina îradeya xwerêveberiyê ya gelê Şengalê pêkan e.
 
Divê jinên ku mexdûrên herî mezin ên êrişên 3’ê Tebaxê ne, di hemû biryarên têkildarî Şengalê de beşdar bibin. Ji ber vê yekê em dibêjin, her biryarek ku vîna jinê tê de nebe, nikare mayînde û dadperwer be. Lewma divê were zanîn ku her projeyek ku vîna jinê nîşan nede çareseriyên mayînde dernaxe holê.
 
DAIŞ bi nîqaşên olî, li dijî Êzidiyan êrişên hovane pêk anîn. Bi vê minasebetê em bang li hemû pêkhateyên olî û baweriyê, ku nebûne hevparê vî sûcî, ku piştgirî bidin gelê Êzidî û diyaloga navbera olan pêş bixin.
 
Wekî jinên, ku di vê konferansê de beşdar bûne, em diyar dikin, li hember vê hovîtiya ku li ser jinên Êzidî tê meşandin, bersiva herî baş, hevgirtin û birêxistinkirina cihanî yan jinan e û em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku werin em bi hev re hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.”
 
 

Sernavên din

02/08/2022
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin