DÊRSIM - Fermandarê ku Serokê AKP’a Dêrsimê Sercan Ozaydin bi merasîma leşkerî pêşwazî kiribû, ji wezîfeyê hat girtin.
Serokê Rêxistina AKP’ê ya Dêrsimê Sercan Ozaydin û Şaredarê Çemîşgezekê Metîn Levetn Yildiz serdana Qereqaola Leşkeran a Gedîklerê kirin. Di kêliya serdanê de leşkerên li qereqolê Ozaydin bi merasîma leşkerî pêşwazî kir. Li ser vê yekê Walîtiya Dêrsimê lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de fermandarê qereqolê ji wezîfeyê hat girtin.