Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin

  • rojane
  • 16:39 23 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - Derbarê Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp ku dest dirêjî zarokekê kiribû de ji 3 sûcan dozname hat amadekirin û ji 10 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.  
 
Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp, ji ber ku gazî zarokê 17 salî E.A. kiribû û li avahiya MHP'ê ya Amedê gelek caran dest dirêjî wî kiribû, beriya niha hatibû girtin. Bi sûcdariyên "Li ser hev bi hîle, gef û kotekî ji azadiyê bêparhiştin a kes" , "Li ser destdirêjiya li zarok" û "Tacîza zayendî" doz li Kayaalp hat vekirin û ji 10 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin. Doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Kayaalp de hat amadekirin ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di doznameyê de hat diyarkirin ku li ser îxbara midurê dibistana ku zarok diçê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Rexmî destdirêjiya li zarok gelek caran li avahiya MHP'ê pêk hatiye jî di doznameyê de navê MHP'ê nehatiye gotin û li şûnê gotina "li partiyeke siyasî" hatiye gotin. 
 
ÎFADEYÊN ZAROKÊ MEXDÛR
 
Di doznameyê de cih ji îfadeyên zarokê mexdûr E.A. re jî hatiye veqetandin. Zarok, di îfadeyên xwe de dibêje ku di mehên sibat û adarê de bi hevalekê xwe re çûye avahiya MHP'ê ya Amedê û ji vê demê ve Kayaalp 10 caran dest dirêjî wî kiriye. Zarok, gotiye ku herî dawî di meha Remezanê de Kayaalp wî vexwendiye buroya xwe û dest dirêjî wî kiriye û ji vê şûn ve êdî neçûye buroya Kayaalp. Ji ber vê yekê xebatkarê MHP'ê Şeyhmûs Demîr gef li zarokê mexdûr xwariye. Li ser vê zarokê mexdûr bi Mûstafa Demîr ku ji bilî wî jî xwendekaran biriye MHP'ê re axiviye û Demîr jê re gotiye ku Kayaalp dest dirêjî wî jî dike û ji vê ne aciz e. Zarokê mexdûr, dibêje ku serboriya xwe bi dayika xwe re parve kiriye û dayika wî jî bi midurê dibistana wî re parve kiriye. 
 
KAYAALP BI AWAYEKÎ SOSRET XWE PARAST
 
Mûstafa Demîr ku zarokê mexdûr di îfadeyên xwe de qala wî dike jî îfade daye û li gorî îfadeyên di doznameyê de angaştên destdirêjiya Kayaalp a li dijî xwe re dike û dibêje ku Kayaalp wî masaj kiriye. Kayaalp jî sûcdariyên li dijî xwe red dike û angaşt dike ku ji ber emeliyateke derbas kiriye ji merantiyê ketiye lê rapora wî vê derbarê de tuneye. 
 
Di doznameyê de derket holê ku piştî daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Semîh Yalçin a derbarê wî de Kayaalp di 16'ê hezîranê de telefona ku bi kar aniye guhertiye. 
 
Di doznameyê de hat diyarkirin ku Kayaalp beyî rêza wî bi hîle, gef û kotekî dest dirêjî zarok E.A kiriye û bi sûcdariyên "Li ser hev bi hîle, gef û kotekî ji azadiyê bêparhiştin a kes" , "Li ser destdirêjiya li zarok" û "Tacîza zayendî" jê re ji 10 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. 
 
DANIŞÎN DI 10'Ê COTMEHÊ DE BÊ DÎTIN
 
Doznameya ku derbarê Kayaalp de hat amadekirin ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û wê danişîna yekemîn di 10'ê cotmehê de bê dîtin. 
 
 
 
 

Sernavên din

24/07/2022
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin