MÊRSÎN - 4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Tarsûsê dihatin ragirtin, piştî serdegirtina qawîşan li girtîgehên cuda hatin sewqkirin.
Îro li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Tarsûsê gardiyanan bi ser qawîşan de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinê de girtiyên bi navên Vedat Çelîklî, Mehmet Emîn Bînîcî, Cengîz Temel û girtiyekê ku navê wî nehat zanîn li girtîgehên cuda hatin sewqkirin.
Der barê girtiyên li girtîgehên cuda hatine sewqkirin de tu agahî nehatin bidestxistin.