Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome

img

DÊRSIM - Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê bertek nîşanî qedexekirina konseran da û wiha got: “Dêrsim di bin tecrîdê de ye. Em ê li hemberî van qedexeyan her tim têbikoşin. Zîhniheta qedexeker ev sed sal in didome.”

Li Dêrsimê her sal li dijî şewitandina gundan, wêrankirina xwezayê û polîtîkayên pişaftinê,  Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê tê lidarxistin. Mîhrîcan îsal dê di navbera 21-24’ê tîrmehê de bi dirûşma “Em li hemberî talangeriya kangeriyê xwezayê, li hemberî talanê jiyanê û li hemberî qedexeyan jî hunerê diparêzin” bihata lidarxistin. Amadekariyên mîhrîcanê êdî xelas bûbûn lê Walîtiya Dêrsimê bi hinceta tadîlatê wê didome, nehişt konser li Stadyûma Ataturkê bên dayîn û konserên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşî jî qedexe kiribû. Komîteya amadekar jî ev qedexeye protesto kir û mîhrîcan betal kir.  
 
Endamên Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.  
 
‘WALÎTIYÊ MÎHRÎCAN QEDEXE KIR’
 
Ji endamên komîteyê Îbrahîm Kasun anî ziman ku ji ber qedexeyên walîtiyê mîhrîcan betal kirine û wiha got: “Walîtiyê cihên konseran û wargehên zanîngehê bi hinceta tadîlatê qedexe kirin. Her wiha nehişt konser bên lidarxistin. Me di dirûşma xwe de jî digot ku li dijî qedexeyan em hunerê diparêzin. Ji bo amadekariyên mîhrîcanê em bi gelê Dêrsimê re şêwirîn û plansaziya xwe wisa amade kir. Me digot ku dê qedeyan nas nekin. Me mîhrîcan betal nekir, walîtiyê qedexe kir. Em ê mêvanên xwe û hunermendan li Dêrsimê bigerînin û bernameya xwe wisa bi dawî bikin.”    
 
‘HEMAN POLÎTÎKA EV SAD SAL E DIDOME’  
 
Bi domdarî Kasun bi lêv kir ku qedexeyên heyî nîşaneya zîhniyeta yekperest a dewletê ye û wiha domand: “Ev, polîtîkayên komarê ne. Polîtîkayên yekperest û nîjadperest ên dewletê didomin. Kesên muxalîf asteng dikin. Bêguman dê desthilatdariya AKP-MHP’ê rojekê biqedexe. Daxwaza me ew e ku li vî welatî demokrasî serdest be. Heke desthilatdarên nû jî heman polîtîkayan bimeşînin, em ê li dijî wan jî derkevin. Em êdî qedexekirina zimanê dayikê, zozanan û jiyanê qebûl nakin û dê têkoşîna me ya ji bo vê bidome.” 
  
‘DÊRSIM HATIYE TECRÎDKIRIN’ 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê û endamê komîteya amadekar Ferhat Yildiz jî diyar kir ku heta niha di mîhrîcanan de tu tiştekî xirab neqewimiye û wiha bertek nîşanî qedexeya walîtiyê da: “Bi qereqol û hêzên leşkerî re Dêrsim dorpêç kirine. Mirov dikare bibêje ku Dêrsim hatiye tecrîdkirin. Ev qedexe jî êdî bûn lûtkeya wê. Ji bo van qedexeyan rakin me çendek caran walî hişyar kir. Lê walîtiyê biryarên keyfî dan û qedexe ranekir. Anku me mîhrîcan betal nekir, walîtiyê bi biryarên xwe yên keyfî qedexe kir.” 
  
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BERDEWAM BIKE’ 
 
Têkildarî mijarê Serokê Serokê Partiya Kedê (EMEP) yê Dêrsimê û endamê komîteya amadekar Ergîn Tekîn jî bertek nîşanî qedexeyên walîtiyê da û ev tişt anî ziman: “Mîhrîcan û konser li gelek deveran tên qedexekirin. Walîtiyê bi qedexeyên xwe mîhrîcan betal kir. Em vê sepanê qebûl nakin û li dijî zîhniyeta qedexeker in. Dê têkoşîna me ya li dijî desthilatdariya yekperest bidome.”  
 
‘ME QEBÛL NEKIR KU MÎHRÎCANÊ LI GORÎ DAXWAZA WALÎTIYÊ BIKIN’  
 
Serokê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê û endamê komîteya amadekar Ozkan Arslan jî diyar kir ku xwezaya Dêrsimê tê talankirin û ev nirxandin kir: “Ev yek dirûşma mîhrîcanê bû. Walîtiyê nehişt hunermend bikevin bajêr û konser qedexe kirin. Meşa me ya li dijî pişaftin û krîza aborî jî qedexe kirin. Nabe ku em van qedexeyan jinedîtî ve bên û mîhrîcanê bikin. Me jî helwesteke polîtîk pêş xist. Me mîhrîcan betal nekir, walîtiyê qedexe kir. Me got em mîhrîcanê li gorî daxwaza walîtiyê nakin.” 
 
‘EM Ê BI BAWERÎ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   
 
Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mûsa Kolu jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Desthilatdarî ji muxalîfan û kesên ne li gorî daxwaza wan dijîn qebûl nake. Lewma qedexeyan derdixîne. Ji bo dewletê heke kesek tirk û misilman nebe, mafê jiyanê jî tune ye. Zîhniyeta AKP-MHP’ê jî ev e. Ev zîhniyet, zîhniyeta komarê ye. Qedexekirina ziman, stran û çandê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji bo parastina ziman, çand û bîra xwe, em ê heta dawiyê li dijî vê zîhniyetê têbikoşin. Qedexekirin dê nekare pêşî li ber berxwedana me bigire. Em ê bi bawerî têkoşîna xwe bidomînin.”   
 
MA / Mahmût Altintaş - Mujdat Can
 

Sernavên din

24/07/2022
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin