Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?

  • rojane
  • 16:38 21 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Gelek welatên cîhanê komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê ermezar kirin. Tirkiyeyê êriş înkar kir û di daxuyaniyên heyî de hat gotin ku Tirkiyeyê bi vê êrişê serweriya Iraqê binpê kiriye. 

 
Tirkiyeyê duh di saetên nîvro de devera geştê ya gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê topbaran kir. Êriş saet di 13.00’an de hate kirin û 2 jê zarok bi giştî 9 geştiyarên ereb hatin qetilkirin û herî kêm 23 welatî jî birîndar bûn. Hinek ajansan hejmara birîndaran weke 30 nîşan dan û diyar kirin ku rewşa 5 birîndaran jî giran e. 
 
Piştî êrişê cara ewil Qeymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr daxuyanî da. Beşîr, di daxuyaniya xwe de got ku gundê Perexê di nava meha dawî de 3 caran hatiye bombebarankirin. Midûrê Nahiyeya Derkarê Dilşer Abdulsettar jî diyar kir ku topbaran ji hêla TSK’ê ve hatiye kirin û ew herêm “herêma ewlehiyê” ye. 
 
HUSEYÎN: DIVÊ TIRKIYE LÊBORÎNÊ BIXWAZE 
 
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn li Zaxoyê lêkolîn kirin û wiha got: “Divê Tirkiye operasyonên xwe yên li Iraqê bide sekinandin, lêborînê ji gelê Iraqê bixwaze û tazmînatê bide malbatên qurbaniyan û birîndaran. Ji bo ku Tirkiye operasyonên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bide sekinandin, em ê serî li hemû rêyên dîplomatîk bidin. Parastina rewa, parçeyeke peywira hiqûqî û ya hiqûqa navneteweyî ye. Hikûmet û artêşa tirk dibêje ku dê xwe biparêzin. Lê belê ya ku jê re dibêjin parastina rewa ne ew e ku gundên ku sivîl tê de ne bombebaran bikin û bikujin.” 
 
SALIH ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR
 
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî êrişa Tirkiyeyê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Êrişa Tirkiyeyê tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê û êrişeke li dijî ewlehiya neteweyî ye.” 
 
KAZIMÎ: MAFÊ BERSIVDAYÎNÊ HEYE 
 
 
Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Kazimî, destnîşan kir ku Tirkiyeyê careke din serweriya Iraqê binpê kiriye û wiha domand: “Êrişa hatiye kirin ‘wehşet e.’ Ev yek nîşan dide ku Tirkiye guh nade daxwazên Iraqê yên domdar. Iraq, qebûl nake ku xaka wê li dijî welatekê din were bikaranîn. Em qebûl nakin ku bi vê sedemê jiyana hemwelatiyên me têxin talûkeyê. Mafê Iraqê heye ku ji bo parastina hemwelatiyên xwe bersiva vê êrişê bide.” 
 
WEZARETA KARÊN DERVE YA IRAQÊ: BINPÊKIRINA SERWERIYÊ YE 
 
Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî di daxuyaniya xwe de êriş bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê. Li gel binpêkirina serweriyê, her wiha aramî û îstîqrara gelê me hedef hatiye girtin.” 
 
SADR’Ê BERTEKEK TUND NÎŞAN DA 
 
 
Pêşengê Muqteda Sadr ê Şiî jî bang li hikûmeta Iraqê kir û xwest ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re kêm bikin, hatin û çûna hewayî ya di navbera her du welatan de bidin sekinandin û hatin û çûna bejahî ya di navbera her du welatan de jî bi tevahî bigirin. 
 
BARZANÎ BI SAETAN PIŞTRE DAXUYANÎ DA 
 
 
SErokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi saetan piştî êrişê daxuyanî da û ev tişt anî ziman: “Em bombebaranên bênavber ên li ser sînor û pevçûnên di navbera artêşa tirk û PKK’ê de red dikin û dibêjin ku ev nayên qebûlkirin. Ev pevçûn îstîqrara li ser sînorên Kurdistanê û Iraqê û ewlehiya wan binpê dikin. Divê artêşa tirk û PKK şerê heyî bidin sekinandin û êdî li ser herêmên sînor nebin sedema mirin û hilweşînê.” 
 
DAXUYANIYA RÊVEBERIYA BAŞÛR A ‘PKK’Ê’ 
 
Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê jî derheqê komkujiyê de daxuyaniyek da û wiha got: “Pevçûnên di navbera artêşa tirk û PKK’iyan ên li Herêma Federal a Kurdistanê, li ser jiyana gelê me her tim xetereyan çê dikin. Em careke din bang dikin ku vê hevrikiya xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.” 
 
MESÛD BARZANÎ: DEMA HEVKARIYÊ YE 
 
 
Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî jî derheqê komkujiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha bertek nîşan da: “Kîjan alî dibe bila bibe, kuştin û birîndarkirina sivîlan sûc e û nayê qebûlkirin. Ji bo ku bûyerên bi vî rengî êdî rû nedin, hewceye sînor bên parastin û hemwelatiyên me nebin qurbaniyên pevçûnên li herêmê. Ji bo çareseriyeke micid û mayînde ya li dijî van karesat û sûcan, dem dema wê ye ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hevkarî bê kirin.” 
 
Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Tu sedemeke rewa ya êrişên li dijî sivîlan nîne. Divê bûyerên bi vî rengî ku gelek caran rû didin êdî neqewimin. Ji bo lêpirsîneke berfireh, hevkariya me ya bi Bexdayê re didome. Herêma me ji ber pevçûnên di navbera Tirkiye û PKK’ê de gelek caran dikişînin nava pevçûn û tundiyê.” 
 
HPG: HÊZÊN ME LI WÊ HERÊMÊ NÎNIN 
 
HPG ku di gelek weşan û daxuyaniyan de weke hedef hate nîşandan, derheqê mijarê de daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku tu hêzên wan li wê herêma navborî nînin û wiha got: “Dewleta tirk dixwaze serweriya xwe ya li herêmê xurt bike. Ji bo vê jî bi awayekî aşkera sivîlan qetil dike, bi tirs û hovîtiyê dixwaze mirovan ji herêmê bide revandin, wan bitirsîne û paşdegav pê bide avêtin.” 
 
ÇAVUŞOGLÛ: ME ÊRIŞ NEKIRIYE 
 
 
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî derheqê komkujiyê de daxuyanî da û êriş red kir. Wezaretê got ku ew amade ne ku ji bo lêpirsîna bûyerê bi rayedarên Iraqê re hevkariyê bikin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû jî îdia kir ku TSK’ê li dijî sivîlan tu êriş nekirine. 
 
YNK: HEWCEHÎ BI HELWESTEKÎ NETEWEYÎ HEYE 
 
 
Hevserokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku li dijî êrişan hewcehî bi “helwesteke neteweyî” heye û ev tişt anî ziman: “Sînorên başûrê Kurdistanê û Iraqê li ser hev tê binpêkirin. Ez êriş û topbarana aratêşa tirk a li dijî sivîlên bêguneh bi tundî şermezar dikim. Ji bo pêşîlêgirtina êrişên dewleta tirk, hewcehî bi helwestekî neteweyî heye. Banga min ji bo hemû aliyan ew e ku li dijî êrişan xwedî helwestekî neteweyî bin.” 
 
INGILISTAN: EM BIFIKAR IN 
 
Wezareta Karên Derve ya Ingilistanê jî derheqê komkujiyê wiha got: “Qraltiyên Yekbûyî, ji ber nûçeyên derheqê kuştin û birîndarkirina sivîlan a li Zaxo ya Dihokê bifikar e.”
 
YEKITIYA EREBAN Û MISRÊ JÎ ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR 
 
Têkildarî mijarê Yekitiya Ereban jî daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir. Berdevkê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban Ahmet Ebû Gayt ê bi navê Cemal Ruşdî ev daxuyanî da: “Yekitiya Ereban êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Iraqê red dike û şermezar dike ku welatek serweriya welatekî ereb binpê bike. Divê Enqere têkiliyên baş ên cîrantiyê û yên bi li herêmê dîsa ber çavan re derbas bike û bi tu sedeman li ser xaka welatên ereb operasyonên leşkerî neke. "
 
Wezareta Karên Derve ya Misrê jî di daxuyaniyê de anî ziman ku divê sivîl bên parastin û Tirkiye rêzê bo biryar û rêgezên navneteweyî bigire. 
 
ÎRAN: EWLEHIYA IRAQÊ EWLEHIYA ME YE 
 
 
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenaanî jî da zanîn ku ew bi malbatên qurbaniyan re ne û wiha got: “Em bi aramî û ewlehiya Iraqê re ne. Em, ewlehiya Iraqê weke ewlehiya Îranê dibînin.” 
 
DYA: NAYÊ QEBÛLKIRIN 
 
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price jî êrişa li dijî Zaxoyê şermezar kir û wiha bertek nîşan da: “Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin. Divê hemû dewlet di mijara parastina sivîlan de li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.” 
 
RÊVEBERIYA XWESER BERTEK NÎŞAN DA 
 
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êriş şermezar kir û bang li hikûmetên Hewlêr û Bexdayê kir ku li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê xwedî helwestekî tund bin. 
 

Sernavên din

24/07/2022
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin