Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn

  • rojane
  • 13:39 16 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Hasan Gulunay daxwaza edaletê kirin ku 30 sal berê hatibû windakirin. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji bo heqîqet derkeve holê û edalet pêk bê, hewcehî bi lêpirsîneke navneteweyî heye. 

Dayikên Şemiyê her hefteyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, çalakiyê li dar dixin. Di hefteya 903’yan de Dayikên Şemiyê çalakiya xwe online kirin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Hasan Gulunay daxwaza edaletê hate kirin ku di 20’ê tîrmeha sala 1992’yan de li Stenbolê hatibûn binçavkirin û di bin çavan de hatibû windakirin. 
 
Daxuyanî ji hêla xwarziya Hasan Ocak ku di bin çavan de hatibû windakirin Dilcan Acer ve hate xwendin. Acer, diyar kir ku ev 903 hefte ne edaletê diqêrin û wiha got: “Dema mijar dibe kesên di bin çavan de hatine windakirin, edalet pêk nayê. Pergala ku windakirina di bin çavan de weke sûc nabîne û faîlan bi zirxê destnedayînê diparêze, malbatên ku li xizmên xwe yên windakirî digerin ceza dike. Lewma li gel ku me serî li her rê û rêbazê da jî encamek bi dest nexist.” 
 
ÊDÎ VENEGERIYA MALA XWE
 
Bi domdarî Acer destnîşan kir ku nasnameya Hasan Gulunay li ser Alî Ekber Atmaca ku di 23’yê gulana sala 1992’yan de li Artvînê di bin îşkenceyê de hatibû qetilkirin derketiye û wiha domand: “Ji ber vê sedemê jî polîs êdî li Hasan Gulunay geriyan ku 32 salî bû û bavê 4 zarokan bû. Gulunay, ji hevjîna xwe re got ku ev demeke ji hêla polîsan ve tê şopandin. Di 20’ê tîrmeha sala 1992’yan de ji mala xwe ya li Tarabyayê ber bi kargeha xwe ve derket rê û êdî nema vegeriya malê. Kesekê ku li telefona kargeha Hasan geriyayî diyar kir ku ji Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê digere û Hasan Gulunay hatiye binçavkirin. Li ser vê yekê malbatê serî li dozgerî û Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê da. Lê belê her duyan jî gotin ku Hasan binçavkirî nîne û lêgerîna wî didome. Li ser vê yekê jî malbata wî bi yek ji rayedarên payebilind ê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ku hembajariyê wan bû Huseyîn Kocadag re hevdîtin kir. Kocadag ji malbatê re got Hasan sax e û piştî ku birînên wî yên ji ber îşkenceyê baş bûn jî dê binçavkirina wî ragihînin.”
 
GEF LI  MALBAT Û NASÊN WÎ HATIN XWARIN
 
Bi domdarî Acer da zanîn ku malbatê ev bûyer bi raya giştî re parve kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotinên ku Gulunay di bin çavan de ye bi bîr xistin. Şahidekî ku bi Hasan re hemwext li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê di lêpirsînê de jî got ku kesekê ku rûyê wî nedîtî di îşkenceyê de qîriya û got; ‘Ez Hasan Gulunay. Hewl didin min di bin çavan de winda bikin.’ Piştî van her du daxuyaniyan jî polîsan hem bi ser mala malbatê û hem jî ya şahid de girt û gef lê xwarin da ku êdî neaxivin. Ji serokwezîr heta wezîrê karê hundir û TBMM’ê, malbatê serî li her deverê da. Meqamên darazê jî bêyî ku derheqê mijarê de delîlan kom bike, şahidan guhdar bike û lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin, bi hinceta dosya ketiye ber demborînê, biryara ‘hewcehî bi teqîbatê nîne’ da. Îtîraza li dijî biryarê jî hate redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê di sala 2013’an de serî li Dadgeha Makeqanûnê da.” 
 
HEQÎQET ASTENG KIRIN
 
Di berdewamê de Gulunay anî ziman ku heqîqeta derheqê Gulunay de bi awayekî derhiqûqî, bi hinceta demborînê tê astengkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dadgeha Makeqanûnê jî standartên delîlan ên DMME’yê bi cih ne anî. Tenê di 21’ê nîsana 2016’an de biryar da û got; ‘di çarçoveya mafê jiyanê de mafê lêpirsîneke bibandor hatiye binpêkirin.’ Lê ji bo lêpirsîneke baş, dosya neşand cem dozger. Di 30’emîn salvegera windakirina Gulunay de careke din daxwaza edaletê dikin. Gelek delîlên şênber hene ku Gulunay ji hêla hêzên ewlekariyê ve hate binçavkirin û kuştin. Ji bo ku heqîqet derkeve holê û edalet pêk were, hewcehî bi lêkolîn û teqîbateke li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî were kirin. Banga me ji bo meqamên siyasî dadî û siyasî ew e ku van peywirên xwe pêk bînin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya lêgerîna edaletê bernedin.” 
 

Sernavên din

18/07/2022
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin