* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan NATO ji bo bidestxistina hin tiştan di mijara kurdan de hin tawizan dide Tirkiyeyê û got, AKP jî di polîtîkayên Înghilîz-DYA-NATO'yê de amûrek e.
* Seroka Koma PDK'ê ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl gotibû ew û Tirkiyeyê bi hevkarî li dijî PKK'ê şer dikin. Jinên êzidî bertek nîşanî axaftina Dexîlê dan û gotin: "Ev axaftin îlana dijminahiya li dijî êzidiyan e. Ew kesên ku Viyan Dexil rizgar kirin kî bûn?"
* Dayika Şemiyê Sarê Demîr a ku bêyî kujerên kurê xwe bibîne koça dawî kir. Keça wê û hevala wê ya tekoşînê qala dayika Sarê kirin û gotin: "Ew li dijî şer mertela zindî bû. Di rêya tekoşînê de hîç newestiya. Heta kêliya ku mir jî digot, ‘Li vê dinyayê nebe jî ez ê li wê dinyaya din hesab ji wan bixwazim’."
* Sûzan Oz, dayika girtiya nexweş Dîlek Oz a 52 salî destnîşan kir ku keça wê êdî ji ber nexweşînan nikare di girtîgehê de bimîne.
Li gor daneyên FAO'yê Tirkiye di warê îthalata ceh û genim de lis eranserê cîhanê di rêza 3'yan de ye. Serok Odeya Endezyarên Çandiniyê Samet Ûcaman da zanîn ku îsal li dor 9-10 milyon genim dê were îthalkirin û û cotkaran jî got, desthilat li şûna ku genım îthal dike bila alîkariya cotkaran bike.
* Hudeyda Çelîkol ku ji Wanê tev li kongreya HDP'ê bû got: "Ocalan rêberê gelê krud e. Dixwazî qebûl bikin, dixwazî qebûl nekin. Ger hûn ji zarokekî 6 salî bipirsin dibêje 'Serok Apo.' Em çareseriyê dixwazin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 486'emîn de berdewam bike.
* Danişîna 9'emîn a doza Kazim Altinmakas ê ku hevjîna xwe Fatma Altinmakas kuştibû dê li Dadgeha Panosê bê lidarxistin. (10.00)
* Li Amedê û Wanê dê têkildarî daxwaza rakirina parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz daxuyanî bên dayîn. (11.00-13.00) ZINDÎ
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed, Îzmîr û Stenbolê berdewam bike. (11.00-16.00)
* Dê li gelek bajaran ji bo doktor Ekrem Karakaya yê duh hat kuştin dê daxuyanî bên dayîn. (11.00)