ENQERE – Rojnamevan Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar ku gava xwestin ji bo rojnamevanên girtî daxuyaniyê bidin polîsan êriş biribûns er wan û ew binçav kiribûn, hatin berdan.
Rojnamevanên ku bi bangawaziya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) li Ûlûs a Enqereyê xwestin ji bo 16 rojnamevanên ku li Amedê hatin girtin daxuyaniyê bidin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Polîsan nehiştibû rojnamevan biçin Qada Ûlûsê û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Nazlim û rojnamevan Sîbel Yukler û Yildiz Tar ên ji bo KAOS-GL'ê nûçeyan çêdikin hatibûn binçavkirin. Di binçavan de destê rojnamevanan ji paş de hatibû kelemçekirin.
PIştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a enqereyê her sê rojnamevan hatin berdan.