Her du milên wî hatin jêkirin, bi hinceta 'dibe ku bireve' hat girtin

  • rojane
  • 09:02 5 Tîrmeh 2022
  • |
STENBOL - Necdet Erîk ku her du milên wî hatine jêkirin û nigê wî birîndar e bi hinceta "dibe ku bireve" hatiye girtin. Birayê wî Abîdîn Erîk destnîşan kir ku birayê wî bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.
  
Di 9'ê Adara 2016'an de li gundê Hanarabe û Xirbêreş ên bi ser navçeya Siwêrega Rihayê ve du malbat ji ber erdan bi çekan bi hev ketine. Di şer de Eyup Yildirim jiyana xwe ji dest daye. Ji ber mirina Yildirim Necdet Erîk di heman rojê de hatiye binçavkirin û piştî kontrolkirina swapê hatiye berdan. Piştî vê malbata Yildirim bi rêya parêzerên xwe îtiraz kiriye. Bi vê îtirazê re dadgehê biryar daye ku Erîk bê zevtkirin. Erîk bi qasî 7 salan xwe daye alî. Lê piştî 6 salan di 24'ê Gulana 2022'yan de li Rihayê ceryan bi Erîk girtiye û ewilî sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Çam û Sakûr ya Başakşehîra Stenbolê hatiye kirin. 
Erîk li vir demekê hatiye dermankirin û milê wî yê çepê ji enîşkê ve hatiye jêkirin. Ji ber birînên milê wî yê rastê vê carê sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Lutfî Kirdar a Kartalê hatiye kirin. Li vir jî milê wî yê rastê hatiye jêkirin. Erîk li vir ji ber ku derbarê wî de biryara zevtkirinê hatibû dayîn hatiye binçavkirin.
 
Erîk di 29'ê hezîranê de sewqî Edliyeya Kartalê hatiye kirin û bi rêya SEGBÎS'ê tev li dadgehê bûye. Parêzerên wî bal kişandine ser rewşa tenduristiya wî û parastine ku muwekîlê wî ji ber du şahidên derewîn reviyaye û xwestine bi awayekî negirtî bê darizandin. Lê belê dadgehê diyar kiriye ku dibe ku bireve û bi îdiaya "kuştina bi qestî" Erîk girtiye û ew şandiye Girtîgeha Maltepeyê. 
 
BERTEK NÎŞAN DA
 
Abîdîn Erîk bertek nîşanî girtina birayê xwe da. Erîk bi lêv kir ku yê ku Yildirim kuştiye ne birayê wî ye û got: "Birayê min bavê 7 zarokan e. Heke bihata girtin dê kesî debara malbata wî nekirina û zarokên wî perîşan bûbûna. Ji ber vê neçû dadgehê. Digot, 'dibe ku tiştek bibe, qebehetekê têxin stuyê min'." 
 
‘BERPIRS TEDAŞ E’ 
 
Erîk ji bo bûyera hatiye serê birayê wî jî diyar kir ku berpirs TEDAŞ e û wiha got: "Necdet gava derketiye derve dîtiye ku têlên ceryanê li erdê ne. Ceryan di wan têlan de tune bûye. Necdet wan têlan dide qeraxê. Gava wisa dike ceryan pê digire. Diviyabû TEDAŞ wan têlan biguheranda, lê tenê têlan heya sê meyteryan daxitiye jêrê. Sûcdar TEDAŞ e." 
 
Erîk bi lêv kir ku dê giliyê TEDAŞ'ê bikin. 
  
‘BILA LI MALÊ BÊ DERMANKIRIN'
 
Erîk destnîşan kirin ku nigê birayê wî û hin deverên laşê wî jî bi birîn in û wiha axivî: "Bijîşk dibêjin gere li malê bê dermankirin. Dadger bêyî ku tiştekî ji Necdet bipirse got, 'Ez te digirim û dişînim girtîgehê' Li wir bi sedyeyê Necdet birin girtîgehê." 
 
Erîkda wiha berdewam kir: "Necdet nikare li xwe miqate be. Tim xwêdan dde. Xwêdan dikeve çavê wî. Tim avê dixwaze û qethiyen nikare bi tena serê xwe jiyana xw ebidomîne. Laşê wî hesas e, dibe ku mîkrop bigire, enfeksiyonê bigire." Erîk destnîşan kir ku demildest divê birayê wî bê berdan û sewqî nexweşxaneyê bê kirin. 
 
Erîk da zanîn ku bi rêya parêzeran îtiraz kirine û birayê wî bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin. 

Sernavên din

06/07/2022
13:12 Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya nexweşiya şewbê
12:50 Malbatên girtiyên nexweş: Werin em mafên zarokên xwe biparêzin
12:39 ‘HDP wê siyaseta komploger pûç bike’
12:38 Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye
12:05 Li Enqereyê 46 kes hatin berdan
11:44 Cenazeyê Olmez piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin
11:23 AYM’ê daxwaza berdana Ozçelîk ê rewşa wî xedar red kir
10:51 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
10:42 Li Diyadînê mirina biguman a zarokekê
10:29 Erdag a li dijî tacîza zayendî xwe parastibû hate berdan
09:40 Gel bersiv da AKP’ê: Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin
09:02 Esnafên Amedê: Kes nikare ji bo cejnê jî tiştekî bikire
09:02 Derbarê polîsê ku bi kuçik îşkence li Çetîn kir de bi sûcê 'birîndarkirina hêsan' doz hat vekirin
09:01 Taxa Fetîhtepeyê 30 roj in bê av û ceryan e
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
05/07/2022
20:40 Xwendekarên MED-DER'ê belgeyên xwe yên serkeftinê wergirtin
19:50 Li Enqereyê êrişa polîsan: Nûçegihana me Vûral rakirin nexweşxaneyê
19:13 Polîsê ku tê îdiakirin Aydenîzê tahde lê kiriye piştî daxuyaniya Soylû rapor wergirtiye!
18:58 Rojnamevanên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Rapora Karahîsarê: Esker qisûrdar in, daxuyaniya walîtiyê dûrî rastiyê ye
16:29 14 kesên beşdarî kongreya HDP’ê bûn hatin binçavkirin
16:22 Gundiyên li Cizîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:05 Xizmên Windakiriyan: Em ê di hefteya 700’an de li vir bin û li benda tevlibûna we ne
15:58 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser rewşa Besra Erol
15:50 Komîsyona Amadekar ji bo parastina Aydenîza DBP’î kom bû
15:24 Erîk ê ku du milên wî hatin jêkirin û niha girtî ye nayê dermankirin
14:49 Danişîna doza Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat taloqkirin
14:17 Dê li şahidê veşarî yê di doza SES’ê de were guhdarkirin
14:03 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir
13:32 Binçavkirina rojnamegeran hat protestokirin: Em ê meşa xwe bidomînin
13:28 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 4’an
13:24 Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê derqanûnî hatiye şopandin!
13:07 3 kargehên petrolê xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê dan sekinandin
13:06 Li Kirklareliyê otobosa rêwiyan qulipî: 6 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:46 Polîsan êrişî rojnamevanan kir: Nûçegihanê me û 3 rojnamevan hatin binçavkirin
12:37 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘em xurt in’ têdikoşin
12:16 Ragip Zarakolu: Daxwaza îadekirina min a ji ber dozeke sala 2012’an pêkenoke
12:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:14 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê bang kirin: Hêrsa me zêde dibe
11:33 Danişîna rojnamevan Yalçin hate taloqkirin
11:25 Cenazeyê Kumru Çetînkaya li Êlihê hat definkirin
11:10 Welatî: Dema wesayît sekinî jî gulebaran berdewam kir
11:03 PZK: Em dirûtiya li ser zimanê kurdî qebûl nakin
10:54 Konsera Ma Musicê ku hat taloqkirin di 10-11’ê tîrmehê de ye
10:33 ‘Mîrasa Vedat Aydin gihîşt bi milyonan kes, dewletê jî dît ku xeletiyê kiriye’
10:10 Parêzer Kuzu: Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de zîhniyeta 100 salî dubare kirin
09:40 'Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê' ji Weşanên Jingeh derket
09:03 Genel-Îş: Qeyûmê Êlihê dixwaze karkeran îxrac bike
09:02 Her du milên wî hatin jêkirin, bi hinceta 'dibe ku bireve' hat girtin
09:01 Bayindir: Muxalefet di meseleya kurdî de divê xwedî helwest be
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
04/07/2022
20:58 Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat girtin
20:12 Doza Kobanê: Dengê şahidên veşarî li hêwana vikîvala hat guhdarkirin
19:54 Daxwazên têkildarî şahidên veşarî hatin redkirin, siyasetmedar ji danişînê derketin
17:00 Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
16:54 24 roj in xebatkarê tenduristiyê ku xeniqîbû nehatiye dîtin
16:52 Oluç: HDP’ê di kongreyê de peyam da desthilatdarî û muxalefetê
16:46 Konserên Ma Musicê taloq bûn
16:25 Bertek nîşanî mudaxileya cendermeyan dan: Rê li trafîkê girtin
16:16 Derewên fermî!
16:01 Doza Kobanê: Dawiya hefteyê li şahidê veşarî hatiye guhdarkirin
15:56 Li Amedê genimê li 35 doniman hatibû çandin şewitî
15:41 Doza JÎTEM’ê: Dozger parêzeriya bersûcan kir
14:56 Dayikên Şemiyê: Em biryara beraetê ya di Doza JÎTEM’ê de nas nakin
14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:07 Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê
03/07/2022
22:10 Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn
21:08 Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist
20:27 Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin
18:28 Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê
18:16 Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne
16:47 Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
16:23 Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin
16:18 Bi wêneyan kongreya HDP’ê
15:55 Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
15:54 Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
15:43 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê ya nû hate diyarkirin
15:32 Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
15:19 Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû